ArşîvÇalakîNûçe

Bingeha dîrokî û siberoja şoreşa jinê

 

Îro Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirtûka bi navê “Bingeha Dîrokî û siberoja Şoreşa Jinê” ku ji aliyê endamên Akademiyê ve hatiye berhevkirin û nivîsandin hat  îmze kir.

Cıvata kêfxweşî û îmzekirina pirtûkê li Baxçeyê Xwendinê ya li bajarê qamişlo hat lidarxistin û endamên Akademiya jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên koordînasyona Kongra Star, endamên Komîteya Perwerdeyê ya Kongrê, desteya  Jin amade bûn,  Jinên Ciwan, rêxistinên jinan,  endamên meclîsa bajêr. Beriya dest bi îmzekirinê bikin, beşdaran deqeyek rêz jibo ruhê  şehîdan rawestiyan  , piştre jî ji aliyê endama Akademiyê Şerevîn Nûda bi zimanê Kurdî û Hana Daûd bi zimanê Erebî naveroka pirtûkê hate nasandin. Şervîn Nûda di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di derbarê pirtûkê de, sedemên nivîsandin û belgekirina wê di dîrokê de bi berfirehî ravekirin û tekez kir ku ev pirtûk mîrasa jinan, cudahiya di navbera berê  û îro de, hemû tiştên ku di pirtûkê de hene. Pirtûk ji rastiyê ye û ji jiyana jinan hatiye vegotin û lêkolîna vê rastiyê di aliyê civakî û çandî de çêbûye”.

Şervîn di dewama axaftina xwe de got, “Di sala 2017’an de li bajarê Efrînê yekemîn akademiya jineolojiyê li Rojava hat vekirin û jin tevlî xebatên di nava vê akademiyê de bûn û li ser xezîneyên di bîranîna dîrokê de hatine veşartin nas kirin.” Di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Yek ji tişta herî girîngjî destkeftiyên ku di çarçoveya xebatên Akademiyê de pêk hatiye vekirina gundê jin e ku jin li wî gundî dimînin, perwerdeyê dibînin û ji bo xwedîderketina li zarokên xwe dixebitin. Her wiha di dawiya axaftina xwe de Şervîne   wiha got: “Ev pirtûk xebat û keda her jineke di nava şoreşê de ye.” hin lêpirsînên têkildarî pirtûkê, bi taybetî ku ji aliye komek  jin  ve hatiye nivîsandin .

Back to top button