ArşîvÇalakî

BI hatina cejna sersala Noelê kongra star pîrozbahiyek da.

Bi boneya hatina cejna sersala Noelê , bi navê Kordînasiyona Kongra Star a Rojava, em bi dil û can pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê xırıstıyan û tevahiya gelê xwe dikin. ji hemû gelê me re ku aştî, ewlehî û hezkirin di nav gelên hemû cîhanê de bê dawî be
Bê guman wek tê zanîn ku gelên mesîhî yek ji pêkhateyên resen ên herêmê ne. Mînaka jiyana hevbeş a aştiyane û biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyên gelan de ne. Bi vê minasebetê em bang li hemû gelê xwe dikin ku bî ruxmî hebûna hemû ol û pêkhateyan ji bo yekitiya neteweyî û biratiya gelan hewl bidin da ku ev cejna bibe ji cejnên xurtkirina biratî û hezkirinê di navbera hemû gelên herêmê de. Em hêvîdar in ku Cejna Noel û Sersalê ji bo hemû gelê me û hemû gelên ku bi hesreta azadî û aştiyê ne, bibe cejnên ewlehî, aramî û azadiyê. Sersala we bimbarek be.

Back to top button