ArşîvÇalakîNûçe

Nameya pîrozbahiyê a kongra star ji serokê nû ê gelê şîlî

Di 19ê Kanûnê de, Şîlî di dîroka xwe de rûpelek girîng veguherand. Xalek veguherînek ku ji hêla gel ve tê hêvîkirin û piştgirî kirin. Em wek Kongra Star silav û pîrozbahiyên xwe ji serokê nû yê hilbijartî Garbiel Boric, ji gelê Şîlî, ji civakên xwecihî û ji jinên ku bi awayekî çalak beşdarî têkoşîna ji bo vekirina rê li ber demokrasî û nû bûne re dişînin..

Em bi taybetî hêza jinan û gelên xwecihî silav dikin û piştgiriya xwe ya ji bo berdewamiya têkoşîna wan a ji bo avakirina vê civaka nû ku jin û mêrên ji her eslê xwe tê de bi azadî di nava aştî û ewlehiyê de bijîn, piştrast dikin. Em dizanin ku ev xebat di roja hilbijartinê de naqede. Ev serdema nû tenê destpêka pêvajoya ku we heta niha di têkoşînê de pêş xistiye ye. Tevî zehmetî, zordarî û windakirina hezkiriyên xwe jî we berdewam kir. Serkeftina we serkeftina hemû jinan, hemû gelên bindest e.

 

Silavên şoreşgerî

Kongra Star

Back to top button