ArşîvDaxuyanîNûçe

li kobanê kongra star êrîşa li ser bajêr şermezar kir

Kongra Star îro Yekşem 26/12/202’an bi mebesta şermezarkirina êrîşên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, ku di çarçoveya siyaseta dewleta Tirk a li dijî projeya demokratîk de ye, daxuyaniyek da raya giştî. Ji aliyê Rêveberiya Kongra Star a Kobanê Majda Hesen ve daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku beşdaran dest bi xwendina daxuyaniyê bikin, deqeyek rêzgirtin li ser ruhê şehîdan rawestiyan û piştre daxuyanî hate dayîn. Di naveroka daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin. Daxuyaniya ji raya giştî re: Bi navê Kongreya Star a Herêma Firatê em êrîşa dawî ya dagirker û faşîst a doh êvarê li ser bajarê Kobanê şermezar û lanet dikin, ji ber wê êrîşê bandor li malên sivîlên bajarê Kobanê  kir.Di vê êrîşê de me dît ku dagirkeriya Tirk dixwaze hêzên herêmê têk bibe; Û hebûna kurdan li herêmê û bi van kiryaran dibe binpêkirina mafan.jinerku gel xwedî hêz û yekbûyînê ye,lewra ew dixwaze vê yekîtî û hevgirtinê têk bibe û moralê xelkê bixîne. Îro jî em dibînin ku binpêkirinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî bajarê Kobanî ku tê armanckirin, hê jî berdewam in û ne cara yekem e, lê ev cara şeşemîn e ku ji aliyê dagirkeran ve tê armanckirin. û em dizanin ku jibo armanckirina sivîlan  bi dewletên pêwendîdar re di nava tensîq û danûstandinê de ne .Em di wê baweriyê de ne ku berpirsên van binpêkirin û kiryarên li dijî gelan di destê welatên serdest de ne. Ji ber ku li hemberî van binpêkirinan bêdeng dimîne. Lê em bi xemgînî ji wan re dibêjin ku hûn nikarin hêz û îradeya gelê berxwedêr û têkoşer bişkînin, îro em rewşa herêmê dibînin û rasterast em dibêjin ku berpirsên van sûcan dewletên mezin ên hegemonîk û xwediyên kesayetên ku hevkarên dijminê welatê xwe re dixebitin. Û bi vê hevkariya bi dewleta Tirk re êrîşên li ser herêmê zêde dibin. Em bi van kiryar û planên ku li hemberî me weke gelên ku banga azadiyê dikin haydar in û van xayinên welatê xwe şermezar dikin. Em sûcên dijmin ên li dijî sivîlan şermezar dikin. ji ber ku ew naxwazin aramî û ewlekarî bigihêjin herêmê û dixwazin gelê kurd li ser axa xwe tune bikin û ji welatê xwe koçber bikin, êrîşên xwe zêdetir dikin da ku tirsê di nav gel de biçînin, lewra ewqas kar tê kirin. her ku hejmara êrîşan zêde dibe, em ewaqasî bi biryar in ku li hemberî dijmin  têkoşîna azadî û rizgariyê bikin, ji ber ku em gelê Kobanî ne û gelê kurd xwediyê prensîba netewa demokratîkin. ji gelê xwe re, ji zarokên wê re û yên li ser axa wê dijîn. Û kes nikare careke din êrîş bike û vê xakê dagir bike.Em dimînin û li berxwe didin û em vê berpirsiyariyê carek din digrin ser milê welatên garantor bi taybetî Rûsya, ruxmî hebûna wê li ser vê erdê, lê hê jî êrîşên dewleta Tirk û Partiya Demokrat a Kurdistanê didomin, ev bêdengiya navdewletî ji bêdengiyê pê ve ne tiştekî din nake. û qebûlkirina pêkanînên ku bandorê li mafê sivîlan dike, lê gelê me bêdeng namîne, gelê me jî heta ku êrîş tên kirin, wê xwe li ser esasê azadiyê bi rêxistin bike. Em bang li gelê Kurd ê li seranserê Kurdistanê û gelên ku banga azadiyê dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana gelê Kobanê  û dibêjin êdî bes e ji dewleta Tirk re.

 

Back to top button