Arşîv

Herêma Cizîrê bi destên jinê şên dibe!

 Li Herêma Cizîrê Rêxistina Şar, Desteya Şaredariya û Ekolojiyê projeya paqijiya bajaran û çandiniya daran li Herêma Cizîrê û Kobanê dan destpêkirin.
Bi dirûşmeya ” Cîgeheke çak û bayekî pak” Rêxistina  Şar bi alîkariya Desteya Şaredariyan û Ekolojiyê beriya şeş mehan dest bi pêngava paqijiya Bajêr kiribû. Ji destpêkê heta niha gelek cihên Bajarê Tirbespiye,Amûdê û Rimeylanê hatine paqijkirin. Di qonaxa duyemîn de jî, dest bi projeya çandiniya daran kirine.
Bi giştî heta niha  bajarên Herêma Cizîrê û Kobanê nêzî 15 hezar dar hatine çandin. Karê çandiniya daran bi destê jinê tê kirin. Jinên ji van her dû herêman bi çandiniya daran hem debara xwe dikin û hem jî bajarê xwe ji nexweşiya diparêzin û şîn dikin.
Hem bajar şîn dikin û hem jî koçber xwe didebirînin!
Li Qamişloyê, Girkêlegê , Çilaxa, Dirbêsiyê, Amûdê, û Tirbespiyê û Kobanê heta niha 432 karmend cihê xwe di vê pirojeyê de digirin, piraniya wan jin in û koçber in.
 Jinên ku tevî vî karî dibin nêrînên xwe bi me re parve kirin û gotin ji bo ku mirov jiyana xwe biparêze divê ku di destpêkê de ekolojiya xwe biparêze û bi şênkayiyê bajarê xwe ji gelek nexweşiyan biparêze.
Li şûna sergoyê dar şîn dibin
Ev cihên ku dar lê niha têne çandin beriya niha cihê sergoya bajar bû û gelek nexweşî lê peyda dibûn. Her wiha cihên ku dar lê hebûn jî ji ber ku gelek ji wan daran hişk bûbûn careke din li wan deran dar hatin çandin.
Hêjayî gotinê ye ku wê roja 5’ê meha Hezîranê di derbarê kampanyaya çandiniya daran de ku di heman demê de dibe roja akolojiya cîhanî wê daxuyanî werin dayin û di ber firehbûna kampanyayê de heta niha çi kar hatine kirin ji gel re werin ravekirin.

 

Back to top button