Daxuyanî

Daxuyaniya Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya jinên Afganîstan

Daxuyaniyek ji raya giştî re:

Piştî ku hêzên Amerîkî ragihandin vekşîna xwe ji Afganstanê di nîvê Tebaxa 2021ê de, tevgera Talîbanê ya tundrew karîbû tevahiya erdnîgariya Afganîstanê kontrol bike , lewra gelê Afganîstan xwe bi xiyanetkaran re li pêşberî hêzên Talîbanê bi tenê dît. Ya ku qet zor nekişand ta ku gel û bi taybetî jinên Afganî vegerînê asta herî jêr a paşverûtî, kontrol, bêçaretî û talankirina îradeyê . Di demekê de ku jinên Afganî ji bo bidestxistina azadiya xwe û garantîkirina mafên xwe bi têkoşînek dirêj û kedeke dijwar gavên ber bi pêşdebirina xwe ve avêtine, û di ronahiya azadî û aramî ta astekî ya ku Afganîstan di van du deh salên borî de bi dest xistiye. Herwiha karîbûn destkeftiyên birûmet bi dest bixin û mafên xwe yên rewa ava bikin û bi rêxistinên xwe yên jinan karîbûn kevirê bingehîn ji bo ronesanseke civakî ya berbiçav ku bibe sedema avakirina civakek ku nirxên wekhevî, azadî û edaletê .Ta jin xwedî asteke birûmetin û bibin hevparek rast û dikarbê derbarê jiyana xwe de bi biryarbe û li gorî cewherê xwe tevbigere.
Di demekî de ku sed sala bîst û yekemîn weke sed sala jin tê nirxandin û deskeftiyên yên ku bi destê xwe qezenqkirin û mafê xwe bi destxistin bi saya têkoşîn û lêgerîna ku bi xwîna bi hezaran têkoşerên jin li qadên cuda yên cîhanê hatiye rijandin. Em dibînin ku jiyana jinên Afgan di bin xeterê de ye û herwiha hemû destkeftiyên ku bidestxistina jî rastî xeterî û hilweşandinê ne ji rûyê yekem yê desthilatdariya Talîban ve hate diyarkirin ku hedefgirtina jinan de bi eşkerkirina qûrlên ku li ser jin bimeşine û sînordarkirinên ku li ser jinan hate ferz kirin, li ser jiyan, azadî û mafên wan diderbarê perwerdeyê de,û çi di xebatê de, çi jî di diyarkirina çarenûsa , ku wê li ber çarenûseke nenas û tarî de bihêle , ta ku bandorê wan êşan ne tenê li ser jinên Afganî ye, lê li ser civaka Afganî bi tevahî ye.
Di destpêkê de jiber ku pisgirêka jin eynî pisgirêke ta li kîjan rûyê cîhanê bê , û hemû çarçove û sînoran derbas dike û tekezî li ser pêwîstiya hevgirtin, piştgirî û baweriya ku têkoşîna jinê mîraseke dîrokî ye ji bo hemû jinan,û hemû rêxistinên jinan dixe pêş erkekî exlaqî ku pişgirî bide jinên Afganî di têkoşîn û berxwedana wan de ya li hemberî rewşa ya ku niha hatiye li ser wan ferzkirin . Li gorî vê yekê em di Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û bi ruhê şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destkeftiyên ku bi saya xwîna jinên berxwedêr ji bo azadiya jinê û mafên jinan bi dest xistiye, em destek û piştgiriya xwe ji têkoşîna hemû jinan û tevgerên azadiya jinê re, nexasim jinên Afganî di têkoşîna xwe ya lihemberî pêla tarî ya tund hi hişmendiya baviksalarî ya ku nas nakê rol û hebûna jinê û girîngiya wê di avakirina civakê de . û li hemberî desthilatdariya siyasî ya desthilatdar ku hebûn, îrade û beşdarbûna bi bandor a jinê red dike. di avahiya siyasî û îdarî ya dewletê de jî, em bang li hemû rêxistinên jinan û mafên mirovan li cîhanê dikin ku li kêleka jinên Afganî rawestin û piştgirî û alîkariya wan bikin di têkoşîna wan de li dijî tundrewî û tundûtûjiyê û her wiha em bang li civaka navneteweyî bi hemû saziyên xwe yên pêwendîdar dikin ku di warê parastina jinên Afganî de bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û wan di dilê tofanê de bi tenê nehêlin .
Rewşa ku jinên Afganî û gelê Afganî pê re rû bi rû ne, peyamek e ji bo hemû jin û hemû gelên ku ji bo azadiya bang dike ku pêwîstiya aktîvkirina navgînên ya rêxistina navxweyî û xwe dispêre enerjiyên xeser ji ber ku rizgarî bi rêxistin û hevgirtinê dest pê dike û bi qedandina wan diqedê lewra civak û jinan dike herî nêçîra hesan ji her çavbirçî û êrîşkaran re.
Ji bo avakirina cîhanek bê tundî, cudakarî û tundrewî, cîhanek layiqî mirovatiya jinan û cewhera wê ya resen, ku riya tekoşîna wê bi azadî, aramiyê û îstiqrar bi tacîdar bibe .
Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

2022\1\5

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27