ArşîvDaxuyanîNûçe

Li Ser Xeta Sarayan Têkoşînê Bilind Bikin

Em wek Kongra Star jina têkoşer, berxwedêr û damezrînera PKK’ê  Sakîne Cansiz û rêhevalên wê Fîdan doğan û Leyla Şaylemez di 9 mîn salvegera şahadeta wan de bi mînet û rêzdarî bi bîrtînîn. Wekî Kongra Star em soza şopandina rêya wan didin û dibêjin hedefgirtina jinên siyasî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve wê îradeya me neşkê.

Kesayetên weke heval Sakîne û rêhevalên wê ku jiyana wan hemû bi têkoşîn û berxwedanê  li hemberî desthilatdariyê tije û dagirtî bû ew berxwedanî bû sedema rê vekirina rêya azadiyê ji jinan re û di cîhanê de bû sembol.

Em weke jinên Rojavayê Kurdistanê şoreşa me xwe dispêre mirasên dîrokî ku  bi taybet bandora tevgera azadiya jin li ser jinên kurd li rojavayê kurdistanê hate kirin ev jî bû bingeha şoreşa me. Ji ber vê yekê rojane di herêmên me de jî jinên pêşeng yê şoreşê ku heval Sakîne ji xwe re wek sembola berxwedanê didîtin rastî êrîşên qirkirinê tên. Ev jî wê dide diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a qirker Kurdan qirbike, îradeya jinê bişkîne û xweseriya demokratîk bê bandor bike.

 

Rêheval Sakîne ya ku hemû jiyana wê bi şer bû hem li malbat, civak û li hemberî zîhniyeta baviksalarî têkoşîn kir. Hişmendiya baviksalarî li ser xwe qebûl nekir û li dijî hemû baweriyên ku hêviyên jinê de sînordar dikirin de têkoşîn kir. Ew bi xwe jineke dersîmî ye, ku tê zanîn dersim dibin qirkirina ku bi destê dewleta Tirk a qirker ve hatiye kirin. Lewma ji malbatê veqetiya û li hemberî hemû polîtîkayên li dijî Kurdan tê meşandin berxwedanî hilbijart. Jina yekem ku tevlî Partiya Karkerkerên Kurdistanê PKK’ê bû û ji yekemîn damezrînerên tevgera azadiya jin bû. Herwiha 12 salan dibin îşkence û tundiyê de di zîndana dewleta faşîst a Tirkiyê de berxwedanek bê hempa tif li rûyê faşîstan kir û helwestekî dîrokî diyarkir û got em serî netewînin. Bi lengî li berxweda û teslimiyet ne pejirand. Lewra sekna wê hêz da hemû rêhevalên wê yên zindanan û bû sembola berxwedana zîndanan. Piştî wê jî li qada ewrupade xebatê dîplomasî da meşandin.

Rêheval Fîdan Doğan (Rojbîn), di temenekî bi çûk de bi malbata xwere koçî fransayê dibin. Di Komeleya Kurdan de xebat dide meşandin û dibe endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê. Beşdarî gelek konferansan dibe û doza kurdî dide nasîn, li ser pirsgirêkên jin li ser formên navneteweyî beşdar dibû.

Rêheval Leyla Şaylemez (Ronahî), endama komeleya ciwanên kurd e. Tevî xebatên têkoşîna azadiyê li ewrupa xebat da meşandin. Girêdana wê bi nasname û çanda wê hebû û li ser wê dozê têkoşîn kir.

Kumkujiya 9’ê çilê ya 2013 ku li hemberî pêşengên şoreşa jinê li parîsê pêk hat, ev jî nîşaneya polîtîkayên qirkirina jinên Kurd û berdewamiya komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo ye. Ji ber di hedefa hêzên faşîst de pêşengên tevgera azadiyê û jinên pêşeng dike tine bikin e. Qetil kirina sê jinan di asta rêveberiyê de em weke kesayet nagrin dest lê belê di asta tewan û sucên şer de dibînin, ji ber ku jinên siyasetmedar û dîplomat yên ku bûyîne dengê jinên azadîxwaz  û ev bûyer di dilê fransayê de ku cihê herî giring yên jin û feminîsta ne ev wê peyamê dide hemû jinên pêşeng ku hişmendiya desthilat wê rê nede ku jin pêşengtiya civakê bike. Ji bo wê em vê komkujiyê di asta qetlîam û qirkirina jinên siyasî de digrin dest.

 

Li ser komkujiyê re 8 sal derbasbûn rayedarên Tirkiyê jî li xwe mukir hatin ku bi destê xwe bi awayekî plankirî ev komkujiye pêkanî ne. Lê ruxmî vê yekê jî dewleta fransa helwestek li hemberî   dewleta Tirk negirt. Ev bêdengî tê wateya ku di komkujiya parîsê de hevkariya dewleta fransa bi dewleta  tirk re ye û dewleta fransa ya ku doza mafên mirovan û jinan dike dixe bin şermeke mezin li pêşberî raya giştî. Heya ku dewleta fransayê ji Tirkiyê hesap nexwaze nikare xwe jivê şirîktiya kumkujiya parîsê ku bi destê dewleta Tirk pêkhatiye xelas bike.

Em weke Kongra Star em dîsa soza xwe bi şehîdên xwere nû dikin û li ser şopa wan in. Em dibêjin ji bîr kirin îxanete. Emê tola hemû wan hilînin û vê dozê jî bi şopînin ta ku hesapxwestinekî navneteweyî ji dewleta Tirk were xwestin û edalet bi cih bibe. Dîsa em wek jinên Kurd  li ser şopa  Sarayan de têkoşîna xwe bilind bîkîn û di sala 2022’an de bi yekitiya jinan emê hemû komployên qirkirinê vale derbixînin û destkeftiyên jinan bi têkoşînê mîsoger bikin.

jin jiyan azadî

8.1.2022

Back to top button