ArşîvNûçe

Duyemîn li hev runiştina civîna hevpeymana civakî a Rêveberiya xweser

Roja yekemîn a ji rûniştina duyem a civîna Komîteya Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nîqaşkirina kûr li ser mekanîzmeya xebatên meclisê hat bi rêve birin 

Civîn  li bajarê Hesekê li navenda Çandê ya Serdem bi tevlêbûna nêzîkî 100 kesî ji nûner û berdevkên rêveberiya xweser,partiyên siyasî,tevgera ciwanan,mafperest,saziyên civaka sivîl û kongra star di civînê de amade bûn .

Perwîn Yusuf, hevseroka kantona qamişlo weha got:  di bin sîwana rêveberiya xweser de 17 ê .1.2022   rûniştina me ya duyemîn   ku em li ser hevpeymana civakî ya ku ev bûye sê mehin hatiye damezirandin nîqaş dikin .hwerwiha jibo avakirina hevpeymaneke civakî giştî  jibo bakur û rojhilatê suriyê em bidin avakririn jibo pergaleke nû were avakirin ku di nava vê pergalê de  wê hebûna hemû pêkhateyan esas were gitin û bi teybetî wê mafê jin têde were parastin ,di heman demê de destkeftiyên gelê me ê ku di bakur û rojhilatê suriyê de hatine bi destxistin  jibo werin  parastin û hemû pêkhateyên ku livir dijîn di nav jiyan û pergaleke demokratîk û  wekhev  de bijîn. herwiha jibo sazî û desteyên civakî  di nav pergalek û hevgirtinekê hevbeş   de kar û xebat bimeşîne  ev civîn hat li darxistin ,ev hevpeymana civakî ku ji sala 2014 an ve bi ancama kedeke   mezin hatiye berhevkirin , pergala rêveberiya xweser di nav heft herêmên rizgarkirîde xwe bi rêxistin dike û bireve dibe ,bi taybetî jibo koda ê jin bi koda yên meran re wekhevbin lewra ev nîqaş bi awayek kur tên meşandin . Perwîn Yusuf di dawiya axaftina xwede wiha got:  di nava van erk ,   xebat û biryaran de  cihgirtina hemû pêkhateyan di meclis û saziyên rêveberiya xweser de,herwiha di mijara edaletê de û xizmetguzariyê de ,di hemû mijarên ku gel bixwe bi xwe biriyara xwe bide û vîna gel were esasgirtin  bi taybet jî demokratiya raste rast were esasgirtin .

Back to top button