ArşîvDaxuyanî

Daxuyaniya kongra star ji bo şermezarkirina binpêkırınên dij mirovî

Ev 4 sal li ser êrîşa dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê li ser Efrînê re derbas bû êrîşa hovane ku bi 72 balafirên şer li ser gelê sivîl bombebaran kir li pêşya çavê cîhanê tevahî hemû pîvanên navnetewî û mirovî binpê kir lê li beramberî vê hovîtiyê û bêdengiya civaka navnetewî gelê Efrînê biryara berxwedanê û berdewamiya xeta berxwedana dîrokî ya Avesta xabûr û Barîn kobanê û 58 rojên berxwedana serdemê da û girêdana xwe bi xaka Efrînê re dan nîşandan , li kampê penaberiyê li nêzî Efrînê di bin hemû şert û mercên xerab de li berxwe didin ku li malê xwe vegerin .  4 salin ku hemû bipêkirin û kiryarên qirêj ji dewleta tirk ya dagirker û çeteyên wê ve  li ser xak û xwezayê , nirxên  mirovan  ,şaristaniyên dîrokî û çandî têne kirin mal û milkên gelê Efrînê têne talan kirin  demografiya herêmê tê guhertin , tûndî , kuştin , revandin û tecswiz li ser jinan û gel tê kirin .bê dengiya li ser van kiryaran dij mirovî û huqûqî ye.

Bi navê kongra star van kiryarên dagirkeriyê û bê dengiya navdewletî û siyaseta qirkirinê kû li ser gelê Efrîne , bi taybet li ser jin û zarokan dimeşînin  bi tûndî şermezar dikin. Ji sazî û rêxistinên demokratîk  rêxistinên jina û azadîxwazan  re bang dikin ku asta tekoşînê bilind bikin , tûndî û dagirkeriyê têk bibin .

Em bang li civaka navnetewî , netewên yekbûyî saziyên mafên mirovan û hemû saziyên navdewletî dikin bi erk û berpirsartiyê xwe rabin ,ji bê dengiya xwe derkevin û  dawî li dagirkerya dewlet tirk bînin ,

Kordînasyona kongra Star  ya Rojava

20 / 1 / 2022

Back to top button