ArşîvÇalakî

Perwerde û hîndekarî bingehê hişmendiya civakê ye

 

Di çarçoveya rêzeçalakiyên hemleya “Dema Azadiyê” de ku qonaxa wê a duyemîn  15.11.2021’an de bi armanca azadkirina Rêbertî û girtiyên di girtîgehên dagirkeriyê de û bi boneya roja 15ê sibatê di 23 saliya salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, di çarçoveya van çalakiyan de komploya ku li dijî Rêbertî hatiye çêkirin, gelek semîner û bernameyên televîzyonê  hatin pêşkêş kirin û bi van semîneran ku perwerdekirina û hişyarkirina gel hat armanckirin ku di nav gel û endamên meclîs, komîn, bajarok, gund û navçeyan  ev çalakî di 02.07.2022an de dest pê kirin, û wê heta 15/2/2022 berdewam bikin.

Hesekê: Bi dehan semînerên derbarê komploya navneteweyî ya li dijî rêbertî hatin dayîn. Li kampa Waşokaniyê, roja Şemiyê, li gorî 12.02.2022, ji aliyê Kongra Star ve di kampê de ji aliyê Maha ŞêxMûs ve ku beşdar bû, semînerek hate dayîn. di dersê de ( 90 ) Kesek ji rûniştvanên kampê, berî destpêkirina xwendinê, beşdarvanan deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin li ser canê şehîdan rawestiyan û piştre semîner ji beşdaran re hat pêşkêşkirin. Her wiha li kampa Waşokanî ya semta A jî bi beşdariya jinên wargehê semîner hat dayîn. Li taxên Şedadê û Holê li ser guhertina zîhniyetê û komploya navneteweyî semînerek hate dayîn.Kampa Serêkaniyê: îro li kampê semîner hat dayîn û der barê guhertina zihniyeta desthilatdar de, bi taybetî ya mêran, bi beşdariya bi dehan şêniyên kampê hat meşandin.Navçeya Dirbêsiyê: semînerek derbarê guhertina zihniyeta mêraniyê li taxê hat dayîn û bi dehan şêniyên wê navçeyê beşdarî xwendina wê semînerê bûn. Li bajarê Hesekê bi beşdariya bi dehan endamên Weqfê li aliyê Saziya Avê ve li ser komploya navneteweyî semînerek hate dayîn.Navçeya Dêrikê: Ji nişteciyên kampa Newrozê ya li taxa Dêrekê, semîner hat dayîn û 214 kes beşdar bûn, ew semîner bi giştî  behsa komploya navdewletî ya ku rêbertî  kiribû armanc. Duh înê 2/11/2022 li navçeya Dêrikê ji bo 50 endamên sendîkayan û li navenda çandê ji aliyê hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk birêz Xerîb Hiso ve semîner hate dayîn.Bajarokê Koçerata: Bi dehan jinên bajêr beşdar bûn di wê semînerê ku îro Şemî 12.02.2022 ji aliyê Wesîla Abdî ve li gundê Kelhî hate dayîn.Bajarokê Eyn Dîwarê: 31 jinên bajarok beşdarî semînera bi sernavê komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî bûn. Beşdarvan li gundê Ehmediyê li hev civiyan.

Navçeya Girkê Legê: Di 10.02.2022an de ji 30 kesên ji navçeyê re semîner hat dayîn û semînera komployê ji aliyê Semira Yûsif ve hat dayîn.Taxa çilAxa: Li bajarokên navçeyê 3 semîner ji aliyê Kongra Star ve hatin dayîn û bi dehan şêniyên navçeyê beşdarî van semîneran hatin kirin.Derbarê kantona Şehba de li kampa Serdemê, Komîteya Dadwerî ya Navçeyê û Yekîtiya Êzidiyan semîner hate dayîn. Beriya vegotina semînerê, beşdaran deqeyek rêzgirtinê li ser ruhê şehîdan hatin rawestandin û piştre semîner hate vegotin û piştre jî kesên dilsoz behsa Rêbertî û komploya navnetewî kirin.Qamişlo: îro li ser komploya navdewletî ya li dijî Rêbertî li ji aliye rêvebera kantonê ya Kongra Star Şaha Xelîl, ji endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn re semînerek da û bi dehan endamên jin beşdarî semînerê bûn.Her wiha der barê komploya îro Şemiyê 12.2.2022’an de ji aliyê rêveberiya Kongra Star ve li navçeya Girkê-Lekê ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn re semîner hate dayîn û 23 endam tevlî semînerê bûn.

 

Back to top button