ArşîvHevpeyvîn

KES NİKARE ROJA ME TARî BİKE

Jinên Şam: Heta komploya 15’ê Sibatê bê hilweşandin û Rêber Ocalan azad bibe em ê li ber xwe bidin.

Şam: 15’ê Sibatê bîst û sê saliya komploya navneteweyî ye ku li dijî Rêberê netewa demokratîk Abdullah Ocalan, hêzên hegemonyaya cîhanê û pêkanîna wê hegemonyayê li Rojhilata Navîn pêk hat.

Di vê çarçoveyê de nûçegihana me Sûzan Elî bi hejmarek jinên Kurd ên li bajarê Şamê re hevdîtin pêk anî û nêrînên xwe li ser komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêberê mirovahiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anîbû, anî ziman û bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan di dayîna azadî û xwenasînê de ji ber ku divê li rastiyê bigerin, wiha got: “Di yek ji waneyên xwe de azadiya gelan bi azadî û hêza jinê ve girêdayî ye û di encamnameyê de

Xanim Îbrahîm di axaftina xwe de bang li azadî xwazan kir ku dawî li tecrîdê bînin, komployê bişkînin daku  ji Rêbertî re azadî pêk were, ji ber ku “Bê azadiya Rêbertî azadî nabe.”• Herwiha Newroz Xelîl, endama Kongra Star li Şamê, nêrîna xwe da û got “ku meha Sibatê, bi taybetî roja 15ê Sibatê, ji bo gelê me mehek û rojek reş tê hesibandin, ji ber ku komploya navdewletî ji aliyê gelek dijberan ve hatiye çêkirin. -herwiha ji aliye dijberên demokratîk ne tenê şexsê Rêbertî hedef girtin, hemû gelê Kurd hedef girtin û her jinek bi fikir û felsefeya Rêbertî li azadiya xwe digere û tevgera azadiya Kurd ji holê radike.” Her wiha destnîşan kir ku hedefgirtina Rêbertî û xistina wî ya li girava Îmraliyê ne serkeftî ye, ji ber ku nekarîn fikir û felsefeya wî ya demokratîk ji bo gelê wî, gelên Rojhilata Navîn û jinan bixin zindanê kû di ruhê her yek ji me de ruhê berxwedan tekoşînê çandiye.

Newroz Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî: “Weke jin Rêbertî ji bo me ji lepên zihniyeta zilamsalarî û desthilatdariyê rizgar bike xebat kir. Em weke jin heta ku Rêbertî bi awayekî fizîkî ji zindanan rizgar bibe divê em berxwedan û têkoşînê bidomînin.daku  Faşîzma Tirk têk bibim, em bang li hemû aliyên berpirsyar ên vê komployê dikin ku tecrîdê bişkînin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin.

Endama Mala Jinê Zeyneb Mîkaîl jî komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got; “Aliyên komployê û welatên beşdarî vê komployê bûne, Rêber Abdullah Ocalan hedef girtin, fikirîn ku tenê bi girtina wî ruhê têkoşîn û berxwedanê di nava gelê wî yê Kurd de xira bike û fikrên wî yên demokratîk ji holê rabikin. Îradeya azadiyê a gelan û israra wan a di jiyana hevbeş de,bi girtina Rêbertî vîna û têkoşîna  gelê wî neşikand. “Ez weke jinek fikr û prensîbên xwe yên azad ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan digirim û girêdana min bi Rêbertî, tevgera civakî perest û gelên ku banga û daxwza azadiyê dikin wê yekitiyeke ku tu hêz û komplo nikarin me ji hev cuda bikin.” Zeyneb di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku li dora Rêberê xwe bicivin û daxwaza azadiya wî bikin, heta ku ev komplo û hêzên serdest ên ku ev komploya hovane pêk anîne bê şikandin em jin hêza xwe bi yek bikin heta azadiya Rêbertî.

Endama kongra Star Xezala Omer jî di der barê hevdîtina xwe ya bi Rêbertî re nirxand û wiha got: “Min bi Rêber Ocalan re hevdîtin kir û di jiyana xwe de kesekî weke wî nedîtibû. Kesayeta  wî nûnertiya ya berxwedêr, her fîlozof, her demokrat û şoreşger bû. , mîna ku ne mimkûn be ku bi mînaka wî dem were dubarekirin.. Ew bû Her gotinek wî bandorê li dilê guhdarên wî dike û gotinên wî di nav ramanên me de dimîne û xwe bi cî kirine.” Welatên ku li dijî wî komployek wiha çêdikin û wî dixin zindanê, ew ê nikaribin fikir û felsefeya wî bixin zindanê û nikaribin îradeya azadiyê di nav gelê wî de bişkînin, Xezala Omer di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir. Ji bo li hemberî êrîş û polîtîkayên zextê yên li ser jinan û gelan ku li ber xwe bidin, bi hevre bibin yek û li ber xwe bidin û ji bo ku berxwedana jinan bibe bersiv li dijî tecrîdê û komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêber Ocalan were pûçkirin.

 

Back to top button