Arşîv

Jinên Şengalê bi gelê Efrînê re ne

Li ser navê jinên Êzidî yên Şengalê, du jin bi armanca destekdayînê bi gelê Efrînê re yên li Şehbayê hatin Rojava.

Di çarçoveya Pêngava “Jinên cîhanê ji bo Efrînê serî hildin” de ya ku ji aliyê Rêxistina Kongreya Star ve bi armanca destekdayîna bi gelê Efrînê re hatiye birêxistinkirin li ser navê Jinên Êzidî Hevseroka Desteya Rêveber a Xweseriya Şengalê Zehra Silêman, Rêveberiya Tevgera Azadiya Jinê (TJAÊ) Zehrî Şemp hatin Rojava.

Aliyê Êzidî, di serî de serdana Navenda Kongerya Star a li bajarê Qamişlo kir û ji aliyê Berdevka Kongreya Star a Rojava Evîn Siwê, Rêvebera Kongreya Star a Efrînê Wehîda Xelîl û Rêvebera Komîteya Têkiliyên Doplomasî a Kongreya Star Mekiya Hiso ve hatin pêşwazîkirin.

Hevseroka Desteya Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Şengalê Zehra Silêman axivî û diyar kir ku buyerên ku li Şengalê rû dan vê carê li Efrînê bi destê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê dûbare dibe.

Zehra Silêman anî ziman ku, rexmî ku gelê Şengalê rewşek zehmet jiyan dikin, lê dibînin ku erka wan e destekê bidin gelê Efrînê.

Evîn Siwêd jî diyar kir ku alîkariya ku gelê Şengalê ji gelê Efrînê yên li kampa Şehbayê re şandine nîşan dide ku gelê Şengalê bi dil û can bi Efrînê ne.

Jinên Êzidî alîkariyên ku ji bo gelê Efrînê re kom kirine radestî Kongreya Star kirin da ku bişînin kampên li kantona Şehbayê.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27