Arşîv

Jinên Efrînê banga ‘Bê deng nemînin‘ kirin

Jinên Efrînê li kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê nerazîbûnên xwe nîşanî binpêkirinên dewleta Tirk dagirker ên li dijî sivîlên Efrînê û bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî van kiryaran kirin.

Bi dehan jinên li kampa Berxwedan a li kantona Şehbayê li hev kom bûn û derbarê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî sivîlên Efrînê daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Emîna Mele Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de, wiha hate gotin;

“Em bang li rêxistinên navdewletî û huquqa mafên mirovan ku erka parastina mirovahiya girtine ser xwe, dikin, bila erka xwe bi rêk û pêk bînin.

Her wiha em banga li wijndanê mirovahiyê ku li xwe vegerin û buyerên ku li Efrînê rû didin, ji binpêkirin, tecawikirin, dagirkerî û qetilkirin bibînin. Sivîlên ku gunehê ew bû ku jiyaneke bi rûmet û azad xwestin rastî van kiryaran tên.

Bi hinceta şerê terorê, destdirêjî li îradeya gelan dikin, lê ew bi xwe destekê didin terorê, mane ew bûn ên ku niştecihên Efrînê yên resen koçberî Şebayê kirin û milkên wan desteserkirin!. Dagirkeriya Tirkiyê bû, piştî êrîşên xwe yên hovane li ser gund û navçeyên Efrînê ku teknîka herî pêşketî û kîmyewî bi kar anîgel neçarî koçberiyê kirin. Niha jî bi awayekî pilankirî demografiya herêmê diguherin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih kirine.

Dagirkeriya em behsa wê dikin, ku dibêje şerê terorê dike.. ew jî li gel çeteyan xirabiyan, bê exlaqî, talankirina milkên sivîlan û zeviyên çandiyê dikin. Ciwana direvînin û fetwê dixwazin, li pêşiya çavên zarokan zarokatî kuştin, jinan tecawiz dikin.

Mirî ji hovîtiya wan bê par nema. Di tu dîrokê de hovîtiyeke bi astênehatiye nivisandin, gorên şehîdan kolandiin, mezarên pîroz ên misilman, xiristiyan û Êzidî xirab kirin û her dever talankirin.

Bi rûndikên dayikên şehîdan, bi dilên hevjînên wan ên şewitî, bi giriyê zarokan em bang dikin, ji bêdengiyê derkevin. Li hemberî van zêdegaviyan destwerdanê bikin û rê li ber rijandina xwînê bigirin. Bila bi girantiya navdewletî gel vegere warê xwe aloziyê çareser bikin.”

 

Back to top button