ArşîvDaxuyanî

“Emê bi hev re şoreşa xwe bi parêzin û axa xwe rizgar bikin”

Bi boneya roja 8′ ê adarê, Roja cîhanî ya jinan, îro tevger û rêxistinên jin, yên ku bi navê platforma çalakiyên hevpar ya tevger û rêxistinên jin a Bakur Û Rojhilatî suriyê daxuyaniyek dan, bi wesîleya wê daxuyaniyê jinên Bakur û Rojhilatî Sûriyê, û tevahî jinên cîhanê, her wiha dayîkên şehîdan û jinên dîl girtiy ên ku di zindanên sîstemên destpot de ne pîroz kirin. Daxuyaniya ku di bin duruşmeya “Emê bi hev re şoreşa xwe bi parêzin û axa xwe rizgar bikin”. Îro, roja çarşem, 23/2/2022’an, li navenda mihemed şêxo, ya çand û huner, a bajarê Qamîşlo hat dayîn. Daxuyaniya ku bi zimanê kurdî ji aliyê endama kordînasyona kongra star, a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, Rîhan loqo, hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin,

Daxuyanî ji bo raya giştî

Bi  navê  platforma  çalakiyên  hevpar  ên  tevger  û  rêxistinên  jin  ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê , bi dirûşmeya “Emê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin”  em 8 ê adarê li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû jinên cîhanê, dîl girtiyên di zindana de û li dayîkên şehîdan pîroz dikin, bejna xwe li hember cangoriyên azadiyê ditewînin, bi boneya roja jinê ya cîhanî ku rastî 8 ê adarê tê, em bi rêzdarî  hemû şehîdên ku mohra xwe li rûpelên dîrokê xistin e ji bo azadiya jinê bi bîr tînin.

Hemû cîhan her sal roja jinan ya cîhanî,  ku dikeve 8 ê Adarê pîroz dikin, li ser helwest û hevgirtina xwe di tekoşîna jinan ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa tekezî dike, û bi israr rola xwe ya girîng di avakirina civakeke li ser bingeha wekhevî û edaletê dilîze.

Pîrozbahiya Roja Jinên Cîhanê di encama têkoşîna bi milyonan jinan  ji bo bidestxistina mafên xwe pêk hat, tevî têkoşîna bi dehan salan jin ji aliyê zihniyeta baviksalar  û desthilatdar ve rastî her cureyên tundî, zordarî û koletiyê hatin, ji bo şkandina îradeya wan û durxistina wan ji dîrokê li hemû cîhanê bi taybet li Rojhilata Navîn bi destên rejîmên otorîter û dewleta Tirk a dagirker û rêxistinên tundrew  jin li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê rastî işkenceyan tên li (Efrîn, Serêkaniyê,Girê spî, Idlib, Bab, Cerablus, Ezaz) ji ber binpêkirinên sîstematîk ên wekî sûcên şer û sûcên li dij mirovahiyê weke (qirkirin, koçberkirin, girtin, destavêtin, zewaca bi darê zorê). Lê agirê têkoşînê tu carî venemirî û îspata wê ya herî mezin jî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ya ku ji aliyê jinan ve tê  birêvebirin û bi kerakterên xwe yên taybet tên naskirin, û bi taybetmendiya xwe karîbû hêza xwe weke dayîk, rêveber, leşker, siyaset û diplomasî îspat bike. Di avakirina rêveberiya xweseriya demokratîk xwedî rolek pêșeng ji bo hemu jinên cîhanê û Di tekoșîna xwe de bû mînak û çavkaniya ilhamê û heta niha jî jin ji bo parastina destkeftiyên ku bi destxistin tekoșîna xwe ya ku bê westandin didomîne.

Bi saya tekoşîna YPJ’ ê û şehîdên azadiyê mîna (Sosin Bîrhat, Awaz Urmiyê, Nûjyan, Rojîn, Viyan, Îvana Hofman, Kerîma Loran, Hevrîn Xelef, Hind, Seada, Zîlan Ereb, Wîdad Yûnan, cumana El Mûsa) pêk hat.

Bi vê boneyê em bang li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku beşdarî çalakiyên Roja Cîhanî ya Jinan bibin û em bang li rêxistin û tevgerên jinan li cîhanê û bi taybet li Sûriyê dikin ku ji bo parastina şoreşê û bilindkirina asta tekoşînê bibin yek. parastina nirx û mîrasê têkoşîna jin, mayindekirina  ewlehî û aştiya cîhanî, bidawîkirina dagirkeriyê û misogerkirina vegera herêman, ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, piralî,û ne navendî xebat bidin meşandin.

Li ser vî esasî bi durûşma “Emê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” destpêkirina hemleya xwe ya ji bo pêşwazîkirina Roja Jinan a Cîhanî ya sala 2022′ an emê raghînin.

Çalakiyên me ji 23 ê Şubatê heta 10 ê Adarê bi vî rengî dest pê dike:

. 1- Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahiyên 8ê Adarê wê bêne li dar bixin.

2- Di 1/3/2022′ an serdana goristanê şehîdan û pêxistina mûman li ser gorê şehîdan û li ser navê platformê daxuyanî bê dayîn.

3- Ji bo roja jinan ya cîhanî dayîna semînerên taybet.

4- Lidarxistina panêlan li ser asta herêmî û Rojhilata Navîn û li ser torên civakî.

5- Di 10/3/2022′ an de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû tevger û rêxistinên jinan re şahiyek wê bê li dar xistin.

6- Tevger û rêxistinên jinan li gorî bernameya xwe çalakiyên curbecur pêk tînin.

 

23-2-2022

Platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriye yê

Back to top button