ArşîvÇalakî

Bi hezaran xelkê herêma cizîre îro li qadan bûn ji bo Şermezarkirina îxaneta PDK’ ê

Şêniyên herêma Cizîrê îro bi armanca şermezarkirina siyasetên PDK`ê û banga radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê, meşeke navendî li dar xist.

Bi armanca şermezarkirina xiyaneta PDK`ê û ji bo radestkirina cenazeyên şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê 5`ê Cotmeha 2021`an de çalakiya konvedanê li deriya sînor ê Sêmalka yê dabû destpêkirin . Çalakî 111 rojan dewam kir. Piştre Komîteya Amadekar bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê çalakiyên cuda li dar bixin.

Îro li navçeya Tirbespiyê ya  kantona Qamişloyê bi deh hezaran şêniyên herêma Cizîrê daketin qadan. Xwepêşandêran siyasetên PDK`ê şermezar kirin û banga radestkirina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê kir.

Xwepêşandêran li pêşiya navenda Kongra Star a li Tirbespiyê kom bûn û wêneyên şehîdan û rêber APO rakirin di heman dem pankartên ku îxanetê şermezar dike hildan.

Meş li têketina navçeyê rawestî û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê daxuyaniyek hate dayîn, daxuyanî bi her du zimanan hat xwendin, bi zimanê kurdî ji aliyê endama mclîsa malbatên sehîdan Ronî hemo ve hat xwendin.

Di daxuyaniye de ev hat gotin:

Gelê me yê serbilind malbatên şehîdan e

Welatparêzên bi rûmet û gelê me yê berxwedêr:

Em di qonaxeke dîrokî ya girîng û çarenûsî de dijîn, ku ji bo gelê me û hemû gelên herêmê qonaxa veguhertinên dîrokî ye.

Dem hatiye ku em berhemên berxwedana gelê xwe ji bo avakirina welatekî ji bo hemûyan bigirin.Em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê destên xwe bidin hev û yekîtiya xwe ya navxweyî xurt bikin, da ku em karibin bi dijwariyan re rû bi rû bimînin, di serî de şikandina dorpêçkirina tarî li ser rêberê xwe..

23 sal li ser biryara nedadperwerane ya navneteweyî ya ji bo tunekirina kurdan û mafê jiyanê di şexsê Rêber Apo de derbas dibe, ku jiyana xwe  kire bin xizmeta doza gelê xwe û gelên herêmê de û bû hêviya milyonan di ronahiya tava azadiyê de..  Û ji bo şikandina îradeya gelê me û ji holê rakirina ziman, çand û windakirina hebûna wî û hevpariya civaka navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bi daxwaza dewleta Tirk a faşîst ji   bo  girtina vîna gelê kurd..

Komplo heta niha jî bi hemû rê û rêbazên qirêj didome û bi îradeya gelê têkoşer û  bi piştgiriya wî ji   bo rêbertiya  Rêber APO re, karî bû bi rêxistinkirina gel û bi bilindkirina asta têkoşînê  ji hemû aliyan ve vê komployê pûç bike. Tu carî em rehet nabin hetanî ku rêbertî azad nebe.Em bi tundî  piştgiriya hikumeta başûr û malbatê wê ya sîxur di hemû astan de bi  Dewleta Tirk re  û veguherandina qada Başûr ji bo lîstikên îstîxbarata Tirk şermezar dikin.

Em bang li hemû gelê xwe yê başûrê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên wê  dikin ku li gel şoreşa azadiyê bisekinin û pêkanînên Partiya Demokrat û hevkariya wê ya bi Erdogan re eşkere bikin û Rêbertî ji lepên dagirkeriya faşîst a hov rizgar bikin. Em weke malbatên şehîdan û hemû welatparêzên di Rojava de em ê nixrên şoreşa xwe biparêzin û bi hemû hêza xwe li hemberî hemû êrîşên derwta Tirk û çeteyên wê li her cihî bisekinin heta peydakirina ewlehî û xwecihbûnê  ji bo hemû  gelên herêmê û rizgarkirina rêbertî ji hemû cureyên dagerkeriya faşîst ..

Em weke malbatên şehîdan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî komploya hemdem a li dijî Rêberê mirovahiyê bêdengiya xwe bişkînin.

Heta azadiya Rêbertî û şikandina stirê xiyanetê em ê li qadan têkoşîna xwe bilind bikin.

Bijî yekîtiya gelan

mirin ji faşîzmê re

mirin ji xiyanetê re

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cezîrê

28 /2/2022

 

Back to top button