ArşîvÇalakîNûçe

Bi bi boneya roja jinan a cîhanî kongra star û rêxistinên jinan bi vêxistina mûman li ser gorên wan  Platforma çalakiyên hevpar  şehîdên azadiyê bi bîr anîn

îro 1.3.2022  li bajarê Qamoşlo   di seat 4 ê piêtî nîvro de Bi boneya nêzîkbûna Roja Cîhanî ya Jinan 8ê adarê, platforma çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  şehîdên azadiyê bi vêxistina mûman li ser gorên wan bi bîr anîn û rola bibandor û berxwedana lehengên  jin nirxand di piêtre girseyê bi daxuyaniyekê di berdewamiya çalakiya xwede pêşkêş kirin û daxuyanî ji aliyê berdevka Kongra Star a kantona qamişlo Menîce Heyder ve hat xwendin .

Bi navê platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em serî li ber giyanê şehîdên xwe û şehîdên xwe yên mafdar, şehîdên azadî û rûmetê yên ku canê xwe feda kirine.

Bi minasebeya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê ku di 23’ê Sibatê de bi dirûşma “Em bi hev re şoreşa xwe bi parêzin û xaka xwe rizgar bikin” hata ragihandin, em vê cejnê li dayîk, jin û keçên şehîdan pîroz dikin. û em hemû şehîdên pêşeng ên ku mohra xwe li rûpelên dîrokê têkoşîn û berxwedana jinan a ji bo azadî û edaletê bi bîr tînin û bi vê minasebetê rola mezin a Yekîneyên Parastina Jin di parastina xaka xwe de bi bîr tînin. û berxwedana qehremanî ya ku ji bo jinavbirina terora ku hebûna wan tehdîd dike û hemû cîhanê dixe metirsiyê nîşan dan, di warê hizrî û civakî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû modelek ku li seranserê cîhanê were mînakkirin

Bi vê minasebetê em soz didin şehîd û şehîdên xwe ku em dilsozê nirxên şehîdan bin û destkeftiyên ku bi saya xwîn û fedekariya wan hatine bidestxistin biparêzin.

Platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. di piêtî xwendina daxuyaniyê bi tilîliyê û qêrînên dayikan bi duruêmeyên şehîd namirin , şehîd herdem di dilê mede dijîn ,bijî rêber abdullah ocalan qêriyan,di dawiyê de dayik û jinan bi vêxistina mûman li ser gorên şehîdan silava berxwedan û çalakiya xwe dan şehîdan.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27