ArşîvDaxuyanî

Bi boneya 8`ê Adarê kursî li astengdaran hatin belavkirin

Rêxistina Heyva Sor a Kurd, Rêxistina Nûdem û Komîteya Şilêr a Parastina Zarokan bi navê “Baskên Hêviyê” li Qamişlo û Amûdê dest bi însiyatîfa belavkirina kursiyên taybet ên ji bo kesên astengdar kir.

Têkildarî vî mijarê însiyatîfê bi daxuyaniyekê qonaxa yekemîn a belavkirina kursiyan ragihand.  Daxuyanî bi her du zimanan hat xwendin, bi zimanê kurdî ji aliyê rêveberiya komîta parastina zarokan Coliya Xilo ve hat xwendin; Di daxuyaniyê de hate gotin:

Daxuyaniya destpêkirina insyatîfa baskên hêviyê

Rêxistina Nûdem ji bo Rehabîlîtasyon û Pêşketinê, Rêxistina Heyva Sor a Kurd û Komîteya Parastina Zarokan a şîler destpêkirina pêngava “Baskên Hêviyê” ragihandin, ku dê alîkariyên cuda yên tevgerê ji bo kesên xwedî yên estengdar li bajarê Qamişlo û Amûdê, li ser bingeha lêkolîneke meydanî ya ku ji aliyê Rêxistina Nûdem ve di Hezîrana 2021an de ji bo serjimêriya hejmar û pêdiviyên vê koma civakê ji bo baştirkirina şert û mercên wan, piştgiriya pêkvejiyana wan û pêşxistina jiyan û serxwebûna xwe di civakê de pêk anîn.

Me hilbijart ku bi wesîyleya 8 Adarê Roja Jinê ya Cîhanê destpêşxeriya xwe bi rê ve bibe ji bo piştgirî û zêdekirina beşdariya jinan û zarok di bihêzkirina komên xizan de. Me fikra baskên hêviyê afirand. Dest û bişirînekê li ser rûyê zarok û dayikan bikşîne û hêviya sibeheke xweş vejîne.

Li cihê ku Heyva Sor a Kurd li gorî hewcedariyên ku hatine jimartin û îmkanên heyî, alîkariyên cihêreng pêşkêşî tevgerê kirin, bi şertê ku ev serkêşî bidome û were nûkirin heke ji van alîkariyan zêdetir ji bo pêdiviyên mirovên xwedî pêdiviyên taybet peyda bibin. Hemû herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê

Qonaxa yekem a serkêşî dê bi belavkirina van dest pê bike:

kursiyên bi teker ji bo zarok û mezinan

Gopalê rêvaçûna bi teker)  Walker 30

Ji bo zarok û mezinan 170 gopal

 insyatîfa baskên hêviyê

2-3-2022

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27