ArşîvÇalakîNûçe

li seranserî bakur û Rojhilatê Suriyê bi hatina cejna 8ê Adarê pîrozbahiyên hêzên ewlekariya jin

Îro çarşem 2.3.2022  li seranserî Bakur û Rojhilatê Suriyê hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hatina  Roja Jinan a Cîhanê  bi şahiyan  pîroz kirin .Li her herêmê di nava yek deme de di seet 9ê sibehê  bi yek dengî li bakur  û rojhilatê suriyê  di bin duruşmeya  em ((bihevre şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin)) herwiha şahiyan  bi deqeyek rêzgirtinê despêkirin  . hêzên ewlekariya hundurîn a Jin li herêma “El-Ma’amal” a bi ser herêma Dêra Zorê ,Bi amadebûna gelek saziyên sivîl û leşkerî û encûmenên sivîl. Wek tê zanîn  hêzên ewlekariya hundurîn ya jinan û parastina jin di rêxistinkirin û azadkirina civakê de xwedî roleke girîng bû, ji ber vê yekê divê em heta bigihêjin jiyanek azad û civakek azad û bi rûmet têkoşînê mezin bikin, herwiha di dawiya pîrozbahiyê de ji aliyê  rêveberiya hêzên ewlekariya hundurîn a Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Mediya ve mertal pêşkêşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn_ a Jin hate kirin.

 

Di hema deme de di çarçoveya berdewamiya hemleya 8 Adarê Asayîşa Jin, bi wesîleya 8`ê Adarê li herêma firatê jî  gul li ser endamên xwe yên li ser  bendên kontrolan belav kir  û cejna jinan li wan  pîrozkirin .Herwiha li bajarê Qamişlo jî îro şahiyek bi girseyî jibo hêzên ewlekariya hudurîn hat li darxistin şahî bi dewlemendiyek mezin dest bi bernameya xwe kir piştî deqeyek rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan di şahiyê de gelek xîtabên bi nirx jibo kar û xebata ku hêzên ewlekariya jin pê radibin hat kirin herwiha di şahiyê de ji aliyê endama kordînasyona Kongra Star ve Rîhan loqo ve axaftinek hat kirin û cejna jinan li hemû beşdarvanan û hemû jinên berxwedêr hat pîroz kirin, Û wiha domand em vê rojê li hemû jinên welatparêz ên ku li dijî neheqiyê serî hildan û koletî û bindestiyê red kirin, pîroz dikin.Û got, “Berê digotin jina Kurd jineke paşverû ye û nikare pêş bikeve, lê Rêber Ocalan berovajî vê yekê îspat kir û têkoşîna azadiyê di şexsê jina Kurd de ku toza edetên kevneperest hejandibû derket holê.” Û xwe ji  kevneşopî û zihniyeta paşverû rizgar kir.”

di dawiya axaftina xwe de wiha hestê xwe rêz kir: “Pêşvaniya jinên Kurd karîbû jinên Ereb û Suryan ji hemû mezheb û olên xwe rabin û tevlî şoreşa jinên Kurd bibin û doza mafên xwe bikin û bi ser bikevin û bi vê têkoşînê  tevahiya mirovahiyê parast. Lewma em hemû deyndarê fikir û felsefeya Rêber Ocalan in û em ê ji bo azadiya wî bênavber têbikoşin.”.di dawî de şahî bi govend û stranan hat bi dawîkirin.

 

 

Back to top button