Arşîv

Kongreya Star bang li NY’yê kirin ku dagirkeran ji Efrînê derbixîne

Endamên Kongra Star ên navçeya Arfad (Til Rifeet) a kantona Şehba bang li Netewên Yekbûyî kirin ku destwerdana xwe li Efrînê bikin û dagirkerê Tirk ji axa Efrînê derbixîne. Jinan diyar kirin ku wan di derbarê kiryar û destdirêjiyên dagirkeran de belge amade kirine.

Kongra Star a navçeya Arfad bi daxuyaniyekê bang li Netewên Yekbûyî kir ku destwerdana xwe li Efrînê bike û rê li pêşiya destdirêjiyên dagirkeran bigire.

Endamên Kongra Star pankartên bi nivîsên weke “Hûn qêrîna jinên Efrînê dibihîsin?, na ji dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê, na ji destdirêjiyên li dijî jin û zarokên Efrînê”.

Daxuyanî bi sê zimanên Kurdî, Erebî û Ingilîzî ji aliyê endama Kongra Star Ronahî şêxo, Şeyma Oso û Rîhan Mihemed ve hatin xwendin.

Di dawiyaniyê de wiha hate gotin:

“Di destpêkê de em hemû şehîdên azadiyê ku canê xwe fedayî parastina axa xwe kirine bi bîr tînin.

Her kes nas dike ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve herêma Efrînê pêşwaziya hemû pêkhateyên Sûriyeyê kiriye û spartgeha herî bi ewle di Sûriyeyê de bû. Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi awayekî hovane êrîşa xwe bi ser herêma Efrînê de birin, bi sedhezaran welatiyên herêmê neçarî koçberiyê bûn. Dagirkeran di êrîşa xwe de binesaziya herêmê, deverên dîrokî, mezar û perestgeh û heta goristan armanc girtin.

Dagirkerê Tirk heta niha destdirêjiyên xwe li dijî welatiyên herêma Efrînê dike û mal û milkên wan talan dike. Her wiha gelek welatiyên herêmê hatine revandin û ji bo serbest berdin pereyan ji malbatên wan distînin. Di encama van destdirêjiyên dagirkeran de gelek malbatên ku vegeriyan malên xwe careke din neçarî koçberiyê hatine kirin.

Dagirkerê Tirk her wiha gelek malbatên ji Xota hatine û dixwestin vegerin malên xwe rê li pêşiya derketina wan a ji herêma Efrînê digire û qedexe dike û bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide guhertineke demografîk li herêmê çêbike û li şûna malbatên resen ên Efrînê van malbatan bi cih bike.

Di çarçoveya van destdirêjiyan de herî zêde jin ziyanan dibînin. Tevî ku derfetên peywendiya bi van jinan re kêm in jî lê Kongra Star ji 20’ê Çileya 2018’an ve heta niha rewşa 154 jinan ên hatine kuştin, destdirêjiya wan hatiye kirin û hatine revandin belge kirine. Heta meha nîsanê 28 jin şehîd bûn û 99 jin birîndar bûn.

Jin ji ber rewşa koçberiyê di aliyên derûnî, aborî û civakî rastî astengiyên cûda tên. Em weke endamên Kongra Star a navçeya Arfad a kantona Şehba bang li Netewên Yekbûyî dikin ku destwerdana rewşa Efrînê bike û dagirkeran ji axa Efrînê derbixîne.

Em bang li hemû rêxistinên jinan û rêxistinên mafên mirovan dikin ku zextê li hikûmetên xwe bikin da ku rê li pêşiya destdirêjiyên li dijî jin û zarokên Efrînê were girtin.

Em bang li dadgeha navnetewî dikin ku komîteyekê ava bike û bi xwe van destdirêjiyên di derheqê welatiyên Efrînê de belge bike.

Em bang li jinên cîhanê dikin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li herêma Efrînê  alîkariya jinên Efrînê bikin.

Em bang li dezgehên çapemeniyê û kesayetên xwedî bandor û hiqûqnasan dikin ku piştgirî û alîkariya jinan li Bakurê Sûriyeyê bikin û li dijî dîtatoreiya Erdogan û hikûmeta wî tevbigerin.

Em piştrast dikin ku em ê têkoşîna xwe li dijî dagirkeriyê berdewam bikin û Efrîna xwe ji destên dagirkeran rizgar bikin. ”

Di dawiya daxuyaniyê de durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Efrînê hatin gotin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27