DaxuyanîGalerî

roj 8 adarê wateya serhildana jinan e

Bi boneya cejina jinê ku dikeve 8’ê Adarê û bi navê Fermendariya giştî ya Yekîniyên Parastina Jin YPJ’e, em vê rojê li tevahî jinên bakur û rojhilatê Sûriyê û giştî jinên cîhanê pîroz dikin û bi taybet li dayik, hevjin û keçên şehîdan.

Roj bi rojê jin afrîneriya xwe di hunandina dîrokê nîşan dide û weke dîroknasekê ji qehremanî û lehengiya jinan re xwe isbat dike. Roj bi rojê jin xwedî li hemû pênase û astên bilind ku gihêştiye û bi saya wê kariye îro civakê ber bi lihevkirina demokratîk û guhartinê ve bibe, derdikeve. Di dema nirxandina pêvajoya dawî ji tekoşîna jinan a ku hîna jî dewam dike, tê xuyakirin ku hemû jinan tekoşîna xwe li ser esasê guhartina zagûnên desthilatdar didin meşandin.

Jina kurd, ereb, entrnesyonel, jinên Efganistan, başûrî Afrîkiyayê û bi dehan jinên ku li hember zihniyeta mêr-dewlet û hegomon ku bi hemû cureyan hewildidin zihniyet û desthilatdariya xwe bidin meşandin, berxwedan û sekinekî bê hempa dimeşînin.

Di nirxandina rewşa jinan a sala 2021’an de tê dîtin ku hin qelîştek di rewşa jinan hene ev  jî divê bi rêya rêxistinên jinan bên girtin ta ku karibin çemberek parastî ya jinan ava bikin. Her çiqasî tekoşîna jinan tê xurtkirin jî ewqasî dewletên hegomon hewil didin ku rêbazên serwerkirina koletiyê dijwartir bikin.

Ji bo vê yekê divê civaka jinan ji buyer û êrîşkariyên ku bi ser jinê de dihatin meşandin encam bigirin û di sala 2022’an de asta tekoşînê bilind bikin û yekbûna jinan misoger bikin.

 

Ev roj ne tenê roja qetilama ku li NewYork ê hatiye meşandin, ev roj wateya serhildana jinên ku bi hezaran salan e zor û desthilardariya dewletan dijiyan, ji lewra em dikarin vê rojê weke roja aşkerekirina rastiya sîstemên navnetewî pênase bikin. Êrîş û komkujiya li dijî jinan di wê demê de sînordar nema lê belê ev dîrok di Efrîn, SerêKaniyê, Girê spî û Şengalê de xwe dubare kir û ji bona ku dewleta tirk a dagirker tola çeteyên xwe DAIŞ’ê hilde qetilkirina jinan dewam dike ta ku karibe damara jiyana civakê ango jinê qut bike.

Em Yekîniyên Parastina Jin YPJ’e bi ser bilindî vê rojê li tevahî jinan, hevalên me yên tekoşer û li hemû şehîdên azadiyê û aşîtiyê pîroz dikin.  Ev roj ji bo me tê weteya dewamiya tekoşînekê dîrokî, ji bona wê di her salê de weke îro em soza xwe nû dikin û tekez dikin ku wateya vê rojê hîne kurtir bikin û rêxistinkirina jinan bixin armancên me yên sereke da ku em karibin destek bidin hemû jinan ku bighêjin azadî û mafên xwe.

Di dawiyê de em careke din soza xwe ji hemû jinên azadîxwaz, şehîdên aşîtiyê û tevahî jinên ku di warên dagirkirî de dijîn û rastî êşkenceyê tên, nû dikin û em ê tekoşîna xwe li ser esasê rizgarkirina wan û hemû deverên dagirkirî, bidin meşandin.

FERMANDARIYA GIŞTÎ YPJ’E

08/03/2022

Back to top button