ArşîvDaxuyanî

Tekoşîna jinan bû riya şikandina zincîrên koletiyê

Kordînasyona kongra star a bakur û rojhilatî sûriyê  duh yekşemê 6/3/2022’an , daxuyanıyek pîrozbahiyê jı bo roja 8″ê adarê roja jinan a cîhanî da. Di daxuyaniyê de jınên tevahî cîhanê û jiên sûriyê, di heman demê de, jinên bakur û rojhilatî suriyê pîrozkirin, her wiha şehîdên şoreşê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de ev hat gotin;

Em 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pêşwazî dikin. Di serî de em şehîdên ku bi giyanê xwe berdêl dane û li hemberî sîstemên desthilatdar efsaneyên lehengane nivisandine û ji bo azadî, edalet, wekhevî û demokrasiyê qeydên koletiyê şikandine bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî fedekariyên wan ditewînin.
Roja Jinên Kedkar a Cîhanê berhemê têkoşîna bi milyonên jinên cîhanê ji Rosa Luxemburg heta Clara Zetkin, ji Zenûbya heta Zerîfe, ji Sakîne Cansîz heta Sosin Bîrhat, Nûjîn Amed, Tolhildan Raman, ji Leyla Agirî û Zehra Berkel heta Hind û Seida, Yadê Eqîde û Hevrîn Xelef e û rastiya jina azad e. Felsfeya jiyan azad bû ya hemû jinên têkoşer ên şopdarên rêya wan, berxwedana wan bû hêza esasî ya tevahî tevger û rêxistinên jinan ên ji bo azadiya jin û civakê.
Bi navê Koordînasyona Kongra Star û bi diruşma “Bi hev re em şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin”, em vê rojê li tevahî jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her çar parçeyên Kurdistanê û tevahî jinên cîhanê, dayikên şehîdan û tevahî jinên di girtîgehên pergala despotî, li jinên têkoşer ên di tevahî qadan de têkoşînê dikin, her wiha jinên li xendeqên berxwedanê yên ku jin û civakê diparêzin, pîroz dikin.
Bi wê wesîleyê em rêber Abdullah Ocalan, rêberê neteweya demokratîk, hevalê yekemîn ê rast ê jinan, xwediyê felsefeya jiyana azad silav dikin. Wekî ku gotiye, sedsala 21 wê bibe sedsala azadiyê jinê.
Bi xurtkirina asta têkoşîna azadiyê ya bi pêşengtiya jinê ya li dijî hemû êrişên faşîst û dagirker, desthilatdariya baviksalarî ya serdest û polîtîkaya qirkirinê ya li ser jinê, şoreşa me asta şoreşa jinê pêş dixîne. Hevgirtina jinan dikare jiyana azad û bi rumet ji tevahî  beşên civakê re pêk bîne.
Em di serdema şer ê plankirî de dijîn ku bi hemû cure û bi rêbazên cuda tê meşandin,  ji siyasetên şerê taybet, qikirina komî, qetilkirin, destdirêjî, koçberkirin, xizanî, komkujî, şerê aborî, çandî û beolojî.
Ev siyaset û zihniyet ji bo berjewendiyên sîstema modernîteya kapîtalîst bi rengê sîstemeke cîhanê hatiye birêxistin ku bi hemû rêbazan hewl dide tevahî cîhanê kontrol bike. Ev yek di şerê li Rojhilata Navîn bi giştî, aloziya li Kurdistan, Efganistan, Ukrayna û xuliqandina nakokiyan di navbera gelên ku bi hev re dijîn eşkere dibe. Lê ev hemû bi xwe re xeteriyên mezin li ser gelan tîne.
Têkoşîna birêxistinkirî ya jinan a li cîhanê ku ji aliyê hêzên demokratîk ve tê meşandin, dihêle jin li dijî têgînên desthilatdariyê têkoşîna demokrasiyê ya giştî, hawirdor û edaleta civakî bigihîne asta bilind.
Pêngavên “Dem dema azadiyê ye”, “Dema dema parastina jin û civaka azad e” û “Bi hev re em şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin” ku me dane destpêkirin bi israr û îradeya me ya ji bo pêkanîna rastiya dîrokî ya Roja Jinan a Cîhanê ku rastiya jina azad e, wê armancên xwe pêk bîne. Ji bo ku em layiqî vê rastiyê bin, têkoşîneke xurt pêwîst dike ku em her seaet û her kêlî rastiya 8’ê Adarê bijîn.
Sîstema tecrîda ku li ser Rêber APO hatiye ferzkirin, tecrîda li ser jinan û civakê bi giştî ye. Ji ber vê yekê ji bo rakirina tecrîda plankirî divê em têkoşînê xurt bikin, dîwarê girtîgeha Îmraliyê bişkînin û azadiya fîzkî ya Rêber APO misoger bikin.
Her wiha ji bo guhertina zihniyeta desthilatdar, urf û adetên paşverû, ji bo parastina civakê û heqîqeta wî ya dîrokî, ji bo xurtkirina hevjiyana azad û pêkanîna edalet û wekheviyê ya bi zanista fikir, demokratîk û ekolojî, tenduristî û exlaqî ku karibe mirov û xwezayê biparêze divê têkoşîn bê xurtkirin.
Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku bi sîstema hevserokatiyê de jin roleke pêşeng di hemû qadên rêxistinî de dilîze, şoreşeke civakî ye, bûye model û ji tevahî jinan re bûye îlham.  Bi saya berxwedana YPJ, tevahî hêzên leşkerî yên di bin sîwana QSD’ê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Civakê ya li gorî rêgezê şerê gel ê şoreşgerî û bi saya sîstema modernîteya demokratîk a li dijî têgehên modernîteya kapîtalîzmê, destkeftiyên dîrokî hatin bidestxistin.
Em Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz dikin û tevahî çalakiyên xwe diyarî giyanên şehîdên pêşeng; Sosîn Bîrhat, Viyan, Nûjiyan, Rojîn, Awaz Ûrmiyê, Kerîma Loran, Wîdad Yonan, Cumana El-Mûsa, Îvan  Hovman, Hind, Seida û Hevrîn Xelef dikin.
Her wiha em jinên berxwedêr ên li Efrîn, Serêkaniyê, Til Temir, Zirgan, berxwedana jinên ciwan û jinên Efganistanê ya li
hemberî siyasetên qirkirin, qetilkirin û koçberkirinê silav dikin. Ji bo temamkirina têkoşîna şehîdên xwe em soz didin ku asta têkoşînê xurt bikin da ku tevahî armanc û xewnên di azadî, edalet û wekheviyê de pêk bînin.
Em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku dakevin qadan, li hemberî tevahî qirkirinan dengê xwe bilind bikin heta ku edalet, wekhevî  û demokrasî pêk werin.

bijî berxwe dana jina azad

bijî 8ê Adarê

Kordînasyona kongra Star Rojava

6/3/2022

Back to top button