ÇalakîNûçe

pîrozbahiyên 8ê Adarê li statuya Heysem kiço

Îro  bi sedan jin herikîn statoya Heysem kiço , da ko tevlî şahiya 8ê Adarê a ku di bin dirûşmeya “em bi hevre şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgarbikin” bi insiyatifa platfprma çalakiyan hatibû amadekirin şahî di seat 10an despêkir beriya ku şahî  despê bike deqeyek rêzgirtin li ser giyanên cangoriyên azadiyê rawestiyan .

paşê bi navê platforma çalakiyan ji aliye iptîsam endama kordînasyona kantona Qamişlo ve daxuyanî hat xwendin , herwiha Daliya Efrîn jî daxwiyaniya Yekîneyên Parastina Jin  YPJ ê  xwend û cejn li hemî jinên beştarvan pîroz kir .

Paşê bernameyên hûnerî despêkir koma şehîdên qereçox ê koçerate , koma delîla ya Amûdê her weha Nesrîn botan çend sitranên xweş û geş diyarî jinan kir û koma Til hemîs jî a ji pêkhateyên Ereb govendek bi filklor û çanda xwe ve  li darxistin .

şahî bi govend û sloganên jin jiyan azadî, bê rêbertî jiyan na be bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27