ArşîvÇalakî

“Sedsala 21’an sedsala azadiya jinê ye”

Bi boeya roja 8′ ê adarê roja jinan a cîhanî û bi navê platforma çalakiyan a hevpar ya rêxistin û tevgerên jinan a bakur û rojhilatî surî îro axaftinek hevbeş hat dayîn.

Di axaftinê de wiha hate gotin:

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, em cejna mezin a dîrokî li we û hemû jinên cîhanê, Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin, destpêkê em  şehîdên jin ên pêşeng ku di riya azadiyê de berdêlên giran dane û bi berxwedaniya xwe ya li dijî desthilatdariya mêr û zîhniyeta mitînger destanên lehengiyê nivîsandin bibîrtînin jina leheng karîbû bi vîna xwe ya azad zincîrên  koletiyê bişkîne  ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa di azadî, edalet, wekhevî û demokrasiyê de.

8 ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di encamê têkoşîn û berxwedana mezin a bi milyonan jinên kedkar û pêşengên tevger û rêxistinên jin ên cîhanê pêkhat,  ji Roza luksemborg ta Kilara zetkîn, Zenubya, Zerîfe, Sakîne cansiz, mîna xan, Suheyle ebdûlqadir, Îvana hofman, Sosen bîrhat, Nojîn amed, Tolhildan raman, Leyla qasim, Leyla agirî, Hevrîn xelef, Zehra berkel, Hind û Seade, Yadê eqîde û Awaz ormiyê. Em bejna xwe li himber fedekariya wan ditewînin, ji ber ew bûne sembola jiyana azad ji hemû jinên têkoşer yên ku li ser riya wan dimeşin. Da ku berxwedan û têkoşîn bibe hêza bingehîn a hemû tevger û rêxistinên jinan di qadên siyasî, civakî û rêxistinî de û di hemû astan ji bo misogeriya azadiya jin û civakê.

. Bi navê platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dirûşma “Emê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dayîkên şehîdan, jinên di zindanên rejîmên desthilatdar de girtîne û  jinên têkoşer di hemû qadên siyasî û civakî de, jinên El-Murabitat ji bo parastina jin û civakê ku di mewziyê berxwedanê de ne pîroz dikin.

. Bi vê buneyê em rêhevalê yekem û rast yê jinê û avakerê felsefeya jiyana azad a li ser esasê azadiya jinê ku azadiya civakê ye, Rêber Abdullah Ocalan silav dikin, û wekî rêber APO gotî emê sedsala 21 ê bikin sedsala azadiya jinê ye.

Bi xurtkirin û bilidkrina asta tekoşînê ya ku jin birêvedibe li dijî hemû êrîşên faşîst, dagirker, desthilatdariya baviksalarî ya hegemonîk û polîtîkaya qirkirinê ya  ku jinê hedef digre bi ked, raman û rastiya berxwedanê  ku hemû têkoşerên jin di dîrokê de nîşan dane, û di hemû qadên siyasî, civakî, aborî, çandî û rêxistinî de, ger hemû jin bi hev re têkoşînê mezin bikin, wê jiyaneke azad û bi rûmet ji bo hemû beşên civakî pêkbîne.

Em di serdemeke şerên sîstematîk bi her şêweyî û rê û rêbazên cûrbecûr de dijîn, ji polîtîkayên şerê taybet, qirkirin, kuştin, destavêtin, koçberkirin, xizanî, komkujî û şerên aborî di hemû qadên jiyanê de, ev siyaset û zîhniyet bi şeklê sîstemeke cîhanî  de hatiye rêxistinkirin, xizmeta berjewendiyên modernîteya kapîtalîst dike, ku bi rê û rêbazên curbecur hewl dide tevahiya cîhanê kontrol bike û ev yek jî bi çêkirina şerên li Rojhilata Navîn bi giştî diyar bû, ev yek bi xwe re gelek derfetên stratejîk ji bo jinan û gelan bi giştî anî, lê bi xwe re gelek metirsiyan li ser gelan jî  anî.

Têkoşîna jina rêxistinbûyî li hemû cîhanê li dijî hişmendiya desthilatdariyê bû stûna bingehîn a têkoşîna gelên cîhanê  ji bo azadî, edalet û wekheviyê ye.

Kampanyayên ku me bi hemleya “Dema parastina jin û civaka azad e” û hemleya “Emê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” dane destpêkirin wê bi israr û biryardariya me ya ji bo pêkanîna rastiya dîrokî bigihêje asta herî bilind. Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ku rastiya jina azad e û rastiya jinê ya dîrokiye di hemû aliyên siyasî, civakî, exlaq, bedewî û rastiya parastina li dijî koletî û mêtingeriyê ye.

Ji bo em layiqî vê heqîqetê bin, pêwîste em bi têkoşîneke mezin, hemû saet û kêliyên xwe bi ruhê 8’ê Adarê bijîn.

. Ji bo guhertina zîhniyeta desthilatdar û li dijî urf û kevneşopiyên kevnar ên ku bûne belaya li ser binesaziyên civakê û rastiya wê ya dîrokî, divê em têkoşîn û xebata xwe bi hişmendî û ramana demokratîk çekdar bikin û  jiyana hevpar, pêkanîna edalet û wekheviyê bi dest bixin û xwe bi hişmendiya ekolojîk, tenduristî û exlaqî ya ku mirov û xwezayê diparêze bi çek bikin.

Em li bakur û rojhilatê Sûriyeyê şoreşeke civakî ku  jinan bi pêşengtiyeke mezin da meşandin  dijîn û me sîstemeke demokratîk ku temsîla wê rêveberiya xweser ya demokratîk e ava kir  tê de jin di hemû saziyan de bi sîstema hevserokatiyê ya hevpar rola pêşengiyê dilîze, ji hemû jinan bûye mînak û çavkaniya îlhamê. Bi saya destkeftiyên dîrokî yên ku berxwedana jinan di nava Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê de di têkbirina li dijî terora cîhanî ya ku DAIŞ’ê temsîl dike û berxwedana wê ya berdewam a li hember hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wê, ev şoreş bi navê Şoreşa Jinê hate bi navkirin.

Em Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin û li giyanê şehîdên pêşeng silav dikin Em berxwedana leheng a jinên Efrîn, Serêkaniyê, Girê spî silav dikin, berxwedana jinên li kampan û berxwedana jinên Afganî ya li hemberî tarîtiya tundrew û jinên cîhanê silav dikin ku  li dijî hemû polîtîkayên qirkirin, kuştin û koçberkirinê têdikoşin.

Şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa hemû jinan e, ji ber vê yekê divê em hemû weke jinên femînîst – tevgerên jinan hevgirtina xwe xurtbikin ta ku em armancê xwe yên rewa di avakirina civakeke demoqratîk têde nirxên edalet, wekhevî û azadî tên parastin, wekî dirûşima me ya kampanyayê (Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe azad bikin).

Bijî şoreşa jin li bakur û rojhilatê Suriyê

Bijî 8 ê adarê roja jinê ya cîhanî

Bijî têkoşîn û berxwedaniya jina azad

Na ji dagirkeriya Tirkiyê li suriyê

pilatforma çalakiyên hebeş yên tevger û rêxistinê jinan li bakur Rojhilatê Suriyê

Meclisa jin li bakur û rojhilatê sûriyê

Kongra star

Meclisa jina Surî

Yekîtıya jinên suryan

Koordînasyon jin ya rêveberiya xweser

Meclisa jin ya PYD

Meclisa jin ya partiya Suriya pêşeroj

Mekteba jin ya tevgera civaka demoqratîk

Mekteba jin ya MSD

Komîta jin ya rêxistina mafê mirova li cizîr

Yekîtiya jinên ciwan

Navenda lîkolîn û parastina mafê jin li Suriyê

Rêxistina sara

Tevne rêveberên aştiiyê

komperatÎfa saoşka

weqfa jina azad

tevgera hilala zêrîn

silav û rêzên şoreşgerî

8/3/2022

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27