Arşîv

Jinên Efrînê: Dewleta Tirk li Efrînê bêexlaqiyê dike

Jinên ji bajarê Efrînê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên têkildarî jinan şermezar kirin û da zanîn ku dê ji bo azadiya xwe heta dawiyê li ber xwe bidin.

Jinên ji Efrînê koçber bûne û niha li kantona Şehbayê di kampên koçberan de dimînin, ji ajansa me re axivîn. Jinan da zanîn ku ew bi zorê ji warên wan hatine derxistin û niha li Şehbayê dimînin.

Welatiya bi navê Welaî Hesen Xelîl ji herêma Cindirêsê ye û ji pêkhateya ereb e û niha li kampa Serdem dimîne. Welaî Hesen Xelîl wiha got: “Piştî ku dewleta tirk kantona Efrînê dagir kir, ji ber kiryarên wan ên hovane û bêexlaqî em ji Efrînê derketin û di bin serweriya wan de neman.”

Li ser rewşa jinan jî Wealî Hesen Xelîl da zanîn ku çete kiryarên dermirovî li jinan dikin û her wiha di gelek malan de ‘zindanên jinan’ hatine çêkirin.

Welatiya bi navê Leyla Ehmed jî wiha axivî: “Dema ku dagirkeriya tirk dixwest derbasî Efrînê bibe, bi balafirên xwe hin belavok belav kirin û digotin em dixwazin Efrînê rizgar bikin. Lê em îro dibînin ku dewleta tirk welatiyên Efrîn fetisandine û îşkenceyê li ser wan dimeşîne.”

Leyla di dawiya axaftina xwe de  tekez kir ku ew li kampa Serdem di ber xwe didin û dev ji rêya têkoşînê bernadin, heta ku erda wan bê rizgarkirin û di bin ala YPG/YPJ`ê de vegerin malên xwe.

Welatiya bi navê Nisrîn Şeîbo ku ji pêkhateya elewî ye, da zanîn ku ji dema dewleta tirk derbasî Efrînê bûye û heyanî vê demê kuştin, xerabkirin û bêexlaqî der heqê jinan de tê bikaranîn, her wiha dewleta tirk cihên pîroz armanc digire û wan diteqîne.

Nisrîn Şeîbo di dawiya axaftina xwe de behsa kiryarên dewleta tirk ên di Efrînê de kir û wiha pê de çû: “Kiryarên dewleta tirk a faşîst sivîlan dike armanc û bi taybet jin. Ji ber ku kêmbûna wan li hemberî vîna jinên azad dihêle ku jinan bike armanc.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27