ArşîvDaxuyanî

Efrîn herêma herî bi ewle bû ya ku di nav xwe de pêşwaziya gelê ku ji herêmên din yê sûriyê koçber bibû kiribû

Bi boneya salvegera çaremîn li ser dagirkirina  dewleta tirk û çeteyên wê herêma Efrînê ku bi êrîşeke hovane di dîroka 20/1/2018′ an de û bi 72 balefirên şer êrîş bir  ser heremê, piştî berxwedaniya 58 rojan herem bi temamî dagirkir û di dîroka 18/3/2018′ an de ket heremê, bi vê boneyê îro pêncşem 17/3/2022’an kongra star daxuyaniyeke nivîskî ji bo raya giştî da. Di daxuyaniya kongra star de ev hat gotin:

Daxuyanî jibo raya giştî;

4 sal derbasbûn ku Efrîn di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê de êş û azar tewanên dij mirovî der exlaqî li ser gelê Efrînê têne meşandin , kuştin , revandin , tecawiz , talankirin , guhertina demografî , koçberî  û talankirina malê gel ,şewata dar û deviyan .

Hemû pîvanên navdewletî têne bipêkirin , li pêşiya çavê cîhanê , û tu helwest li dijî van tewana ji civaka navnetewî nehate derketin ,wek ku çawa bi êrîşa dagirkirinê dewleta tirk û çeteyên xwe êrîşî Efrîn ku herêma herî bi ewle bû ya ku di nav xwe de pêşwaziya gelê ku ji herêmên din yê sûriyê koçber bibû kiribû, hemû pîvanên şer hatin binpêkirin , bi çekên giran û teknîka pêşketî li hember sivîlan hate meşandin , bi balafiran malê sivîlan bombebaran kirin , cih û şînwarên dîrokî xerab û talan kir , tevlî hemû êrîşên qirkirinê , gelê Efrînê bi berxwedaneke mezin ya dîrokî 58 rojan li ber xwe da. Berxwedana serdemê ya dîrokî li hember topbarana dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi vîn û biryara girêdana bi cih û warê xwe ve û parastina nirx û xak û çanda xwe ya gelê resen , ku îro li kampê penabera li Şehbayê li beramberî topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê ku hemû hewldanên qirkirinê li ser gelê kurd dimeşîne , li ber xwe dide , kiryarên der exlaqî li hember jin û zarokan û gelê Efrînê dimeşîne .

bi navê Kongra Star van kiryaran û bê dengiya civaka navnetewî şermezar dikin tevî ku ev kiryar hemû têne belge kirin û têne eşkere kirin , lê cîhan bê deng dimîne  .

Em bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirova dikin ku bi erk û berpirsyariyê xwe rabin , helwesta xwe bidin diyar kirin , û dagirkeriya dewleta Tik li ser Efrînê bi dawî bikin .

Kordînasyona Kongra Star

17 /3 / 2022

Back to top button