ArşîvLêkolînTenderûstî

POLÎTIKAYA TENDÛRISTÎ

Em ji çêbûna gerdûnê bigirin heya çêbûna hemû zîndiya her hebûna ku avabûye wateyek xwe jiyanî heye. Çawa ku gerdûn di nav hevsengiyekê de hebûna xwe didomîne, zindiyên ku li ser erdê jî dijin di nav hevsengiyek de jiyan dikin. Dema ku ev hevsengî hat xirab kirin wê demê hebûna zîndiyan dikeve nav metirsikeyek mezin. Di dîroka mirovahiye de, ev lihevkirina jiyanê bi hezar sala, bi pêşengiya jin hat avakirin û bi rêvebirin. Lêgerîn û meraqa ku ji alîyê mirovan ve pêş ket hişt ku rê û rêbazên cûda ji bo peydakirina derman û başkirna nexweşiyan pêş bikeve. Jin bi hezar sal bi lêgerîn û encamên ku derxistî holê roj bi roj pêşketin bi xwe re anîn. Di şeristaniyên cûda de, jin wek bijîşk û şîfager hatin binavkirin. Jin him ji aliyê psîkolojîk û biyolojîk ve, him jî, ji aliyê çareserî kirina nexweşiya xwe gihand asta herî bilind. Jina ku xwe gihand asta xwedavendiyê bi her awayî bawerî di civakê de, da avakirin.

Bi derketina zîhniyeta baviksalarî ev 6 hezar sal, lihevkirina xwezaya yekemîn û xwezaya duyemîn hat xirabkirin. Zihniyeta zilam,  bandorek neyîn li ser xweza û civak  da çêkirin. Dur ketina mirov ji xwezayê, herî zêde bandora xwe li ser tendûristiya mirov da çêkirin. Di dîroka tendûristî de ên ku hekîmî pêşxistin û kirin malê mirovahiyê jinên şîfager bûn. Tendûrîstiya civakê bi civakê re hat pêşxistin û jiyana civakê bi awayek yek pare hat dest girtin.  Çawa ku civak di nav yekparebûnê de jiyana xwe berdewam dikirin, tendûristî jî, bi heman ferasetê dihat destgirtin. Tendûristiya ku îro rih û bedena mirov ji hev cûda dike  û bi navê pisporiyê laş dabeş kiriye, di dema neolîtîk de  ev parçebûn û dabeşkirina laş û beden nedihat jiyankirin. Feraseta jiyana wan her tişt zîndî dîtin bû. Jin di wê zanabûnê û di wê baweriyê de bu ku, sedema her nexweşiyekê heye û her nexweşiyekê jî dermanê wê heye. Her gîha yê heyî, her guhartin û tevgera ku li derdora jiyana wan pêş diket wateyek xwe hebû.  Jin di başkirina birîn, başkirina  nexweş û zayîna jinan de timî di nav lêkolîn û ceribandinên cûda de xwe gihand heqîqeta hekîmbûnê. Cerbandin, rêbaz, şopandina xwezaye, çavderîkirina jiyana lawiran, naskirina şînkahî, bûye ezmûn ji bo pêşxistina xebatên tendûrîstî. Ev xebat ji bo hezar sal bû bingeh ku, civak li ser van berheman jiyana xwe bi awayek bi tendûristî berdewam bike.

Bi avabûna pergala baviksalarî berhemên heyî bi hezar dek û dolaba ket destê zilam û bi riya şamanan, tendûristiya ku aydê jin û civakê bû, ket destê kes û ji civakbûne derbasî tekakesî bû.  Ev sîstem bi avakirina pêşxistina şaristaniya sûmera xwe hin zêdetir bi beden kir. Jin bi demê re ji asta yekem, ket asta duyem û  êdî jin elîkara zilam dihat destgirtin. Heya demek dirêj bandora jin, li ser çêkirina derman, başkirina nexweşan hebû. Ji bo nirxên xwe biparêze berxwedaneke mezin da meşandin.

Êrîşên herî mezin ku li ser jin hatin meşandin yek ji wan di sedsala 15-heya sedsala 19`ine. Di van sedsalan de, bi navê `nêçira cadogeriya` kuştina jinan li welatên ewrupa hat destpêkirin û hemû jinên şîfager û zana bi navê, şeytan ketiyê rihê wan û ji rê derketine hatin şewitandin û hatin kuştin. Bê gûman ne têne jin, zilamên ku wek hevjîn, bira  jî, ji ber baweriya xwe bi jina hekîm dianîn ew jî hatin şewitandin.

Zanista ku di sedsala 15. 16. Li welatên ewrupa hat pêşxistin, zanyarên wek Roger, Francis Bacon, Descartes, sêgmûn frud  feraseta kirde û bîreser ku ji hev cûda digirtin dest, ji hev cûda kirina rih û beden hişt ku bandora xwe li ser zanyariya tendûrîstî jî bide çêkirin. Nexweşî ji milê bîyolojî û psîkolojî ji hev hat cûdakirin. Beden û rih yanî fîzîk û hest ji hev cûda girtin dest li gor wê ferasetê zanist hat pêşxistin. Ev feraset jî hişt  ku pirsgirêkên tendûristî ji kok neyên dest girtin. Ji ber ku dema mirov ji aliyê rihî de ne bi tendûrist be, ev bandora xwe li ser fîzîk û bîyolojiya mirov jî dike. Ji hev cudakirina biyolojî û psikolojiya mirov encamên pir şaş bi xwe re anîn.

Di sedsala 19. de, bi avabûna pergala kapîtalîst ev feraset hîn kurtir û bi  pergaltir bu. Pergala kapîtalîst hemû berhemên mirovahî înkar kir û li ser înkarê xwe avakir. Tiba ku bi hezar sala bi kedek mezin hatibû pêşxistin, kapîtalîzm ew pêşketin wek şûnda meyînek girt dest û zanita ku di sedsala 16. de derketibu holê ji bo avakirina pergala xwe kir bingehek herî xort. Bi vê ferasetê ve girêdayî, civakbûn ber bi tekakesî, yekparebûna beden ber bi parçê bûnê vê bir . Hemû sazî, dezgehên perwerde, tendûristî, aborî û hwd. li ser vê ferasetê hat rûnişkandin.

Hîpokratê ku dibistanên tibê dayî avakirin, bi navê bila tib jî cadûgerî were rizgarkirin, hekîmî û fîlozof ji hev cûdakirin û di van dibistanan de destûr nehat dayîn ku jin di van dibistana de hekîmî bixwînin.

Di van dibistanan de bi feraseta hekîmi ji bav derbasbûna kur bingeh hat girtin û sîstema perwerde li ser vê hat avakirin. Her wıha li gor zagonên atîna yê jî nabe ku jin hekimî bike.

Di roja me de jî tib ketiyê bin xizmeta dewlet û her tişt bi dewletê vê hatiyê girêdan. Tendûristî ji destê civakê hat derxistin û ket destê dewleta.

Berê, civak bi her awayî têra xwe dikir û dikarîbû her tiştên xwe  bi xwe çareser bike û xwe bi rêvebibe. Taybet jinên şîfager û zana pêwîstîyên civakê ên tendûrîstî pêk dianî. Wê demê nexweşxaneyên dewletê nebû, hekîmên civakê hebû.

Tiba modern, polîtîka ya ku dide meşandin, madî destgirtina tendûristiyê ye. Feraseta pêşxistina têkîliyên têndûrîstî buyê amûrê kirrîn û firotine. Yanî têkîlî ne li ser bingeha pêşxistina civakek bi tendûrîste, têkîlî li ser bingeha tîcaretê tê meşandin, têndûrîstî ji bo hêzên sermayedar bûye amûrek reklamê. Ev feraseta ku ji aliyê dewlet hatiyê pêşxistin civakê re daye pejirandin û di van mijaran de gavên mezin jî avêtin e.  Sîstema heyî ji aliyêkê ve pergala xwe bi cih dike, ji aliyêkê ve jî çanda civakê,  bîra civakê û kevneşopiya tendûristî a xwe bi xwe têra xwe dike lêwaz dike û hêdî hêdî ji holê rakidike. Di nava civakê de ferasetek wisa avakiriyê ku ger doktor pir derman nede nexweş ew doktor ne doktorêk başe, doktorek çiqas perê bistîne ew doktor zana ye, doktorek zilam çi qas ne zana be jî, ji doktorek jin ya zana baştir û pêşketîtir tê dîtin.

Sîstema kapîtalîst, ji bo ku tendûristiya civakê xirab bike; Ji aliyekê xwerin û vexwerinên ne bi tendûristî tên reklam kirin û tên pêşkeşkirin ji aliyekê vê jî reklam û diyetên ku kesên qelav zeyif dike pêşkeş dike. Yanî ji aliyekê ve mirova di werimînîn û nexweşî didin çêkirin ji aliyêk din ve jî  reklam derman û xwerinên cuda dike. Ger em bala xwe bidin her du rêbaz jî xizmeta tîcaretê dike. Em dikarin bêjin ku, tîcareta ku niha herî zêde li ser mirov tê meşandin li ser mijarên tendûrîstî tê meşandin.

Yek ji mijara ku herî zêde tendûristiya mirov xirab dike avahiyên ku bi navê pêşketin tên çêkirin e. Bilindbûna her bînayekê, zêdebûna her seyare û zêdebûn her zibale dihêlê ku nexweşiyên penceşer zêdetir bibin. Civak çiqas ji xweza, ji axê, ji şînkayî dur bikeve wê ew qas nexweşî jî pêşbikevin. Di welatekî de zêdebûna bînayet û seyara naye wateya ew welat pir pêşketiyê. Lê em dibînin ku bin navê pêşketin û bajarbûnê her ku diçe axa çandînî kêm dibe bînayet zêde dibin. Xwerin û vexwerinên ne xwezayî zêde dibin, lawîr û lawîrwanî kêm dibe, avên qirêj zêde dibin, avên vêxwerine kêm dibin, hejmara mirovan zêde dibin, jiyan  ne aramiy, herêm timî di bin dorpêça şer û pêvçûnan de jiyan dike. Ev  hemû dibin sedem ku nexwesîyên biyolojîk û psîkolojî roj bi roj zêdetir bibin.

Tiba modern, mirov kiriyê amûr û parçe kiriye û yekparebûna laş tune hesibandiye. Agahiyên ku girêdayî laşê mirov mutlaq kiriye, agahiyên ku berê heyî tune hesibandiyê, mirov buye biyaniyê laşê xwe. Modernîzîm hiştiyê ku mirov venerîna laşê xwe têxi destê hin kesên din. Yanî cihê ku bibe doktorê laşê xwe ev erk teslîmî doktoran hatiye kirin. Pergala heyî dihêle ku civak çareseriyê ji cem dewlet û dezgahên dewletê peyda bike. Ango bi her awayî mirov mihtacî  xwe dike, bîryara nexweşiyê û başbûnê pergala desthilatdar dide diyarkirin. Polîtikaya ku niha di tevahî cihanê de li ser têndûristiya mirov tê meşandin bi vî awayî tê birêvebirin.

Akademî û dibistanên ku ji aliyê pergala resmalî hatine avakirin, li ser vê ferasetê tên avakirin. Di van perwerdehiyan de zihniyeta ku biyolojî û psikolojiyê ji hev qut dike tê destgirtin. Her doktorek li ser labatek laş pispor dibe. Gelo doktorê ku nexweşiyên xwînê nasneke û laş yekpare negire dest, dikare pirsgirêkên kesê nexweş teşhis bike û çareserî deyne? Yanî di encama ev qas parçekirina laş de ne mumkîne ku ji nexweşiyan re çareseriyê peyda bikin. Tiba ku di destê desthilatdaran de bûye amûrek tîcarî dibe sedema ku, her demekê nexweşiyek bixin rojeva civakê û li ser vê siyasetê bikin. Bi salan li ser gelê Efrika ceribadinên derzî û dermanan hatin kirin û bi sedan mirov di van ceribandinan de jiyana xwe ji dest dan û felç bûn. Krona ya ku di demek kurt de belavî tevahî cihanê bûye û li ser mirovahî metirsî daye avakirin, bingeha xwe ji vê zihniyetê digire.  

Li bakur rojhilatê surye, pirsgirêkên ku ji aliyê tendûrîstî tên jiyankirin ji heman sedeman bingeha  xwe digire. Sedemên ku ev qas zêde nexweşî pêş dikeve bingeha xwe ji ketina bin bandora pergala kapîtalîzmê digire. Kapîtalîzma ku her tişt di birîqîne û pêşkeş dike bûye sedem ku civaka me jî, ji  xwezaya xwe dur bikeve û berê xwe bidin bermahiyên pergala kapitalîst.

Bermahiyên weke, xwerinên ne xwezayî, ji jiyana gunda dur ketin, çareseriya başbûna xwe, di doktor û dermanan de dîtin, ji kevneşopiya tiba civakî durketin û biçuk ditîn dibe sedem ku nexweşiyên biyolojîk û psîkolojî kurtir û zêdetir bibin. Di herêmên me de ev qas zêdebûna emeliyatên qeyserî û emeliyatên tecmîl bingeha xwe ji cehalet û  ji vê rastiya digire.

Ji bo em bikaribin bi ferasetek rast xebatên tendûrîstî bidin meşandin, beriya her tiştî pêwîste em di ferqa dîroka jin ya şîfageriyê bin. Her wiha em di  ferqa rastîya tiba ku di roja me de bûye amûrek tîcarî û li ser mirov ticaretê dide meşandin dabin.  Ger em jî, tendûrîstî di nexweşxanan de, di kesayeta doktoran de bigirin dest emê nikaribin bigihijin heqîqêta tiba hatiyê windakirin.

Polîtîkaya me ya tendûrîstî, wê ne liser bingeha tîcarî be, polîtîkaya me wê li ser bingeha nujênkirina şîfagerî û bi civakê re civakêk bi tendûrist avakirine be. Dema tendûrîstî ket destê civakê û civak bû doktorê xwe û tendûristvanên  xwe avakirin wê demê em dikarin bêjin ku em civakek bi tendûristin.

Pêwîstî pê heye ku em di nava civakê de, feraseta ku civak dikare pirsgirêkên tendûristî bi xwe çareser bike û şîfagerî zîndî bike bidin avakirin. Li ser van mijaran gel werin perwerdekirin, bigihijin ferqa hêza xwe.  Xwendekar û mamosteyên ku di zanîngeh û akademiyên tendûristî de cihê xwe digirin pêwîste bi zanabûna dîroka tibba xwezayî, şîfageriya civakî xwe pergal bikin. Tiba ku ji koka xwe, ji dîroka xwe hatî qutkirin û buyê amûrek ticarî baş were fêmkirin. Ger  xwendekarên tibbê di odeyên dibistanan de werin habîs kirin, têne di milê teorîk de werin perwerde kirin û danekevin nav civakê, pirsgirêkên civakê ên tendûristî nasnekin û fêm nekin, nikarin rastiya tiba civakî jî nasbikin. wê demê ev tibb wê nekeve xizmeta civakê, wê bikeve xizmeta pergala modernist.  Yanî ji tibba modernîst dur xistin tehlîl, lêkolînên xwe di nav civakê de dane pêşxistin e. Labaratuwara herî mezin civak bixwe ye.

Silav û rêz

27.3.2022

 

 

 

 

Back to top button