ArşîvGotar

ROJBûNa mirovahiyê

Nîsan ji bo xwezayê meha nûjeniyê ye. Xweza bi hemû rengan bejin û bala xwe dixemilîne û bi bedûbûna xwe coşeke pir mezin dixe dilê mirovan. Ji ber di biharê de, mirov jî xwe nû dike û bi xweşkbûna xwezayê re xwe dike yek. Rojek ji rojên nîsanê li gundê Amara dayîka bi navê Uyêş di nava çanda dewlemendiya çanda dayîka xwedawend de di himbêza bedewiya Rihayê de dijiya. Dayîka Uyêş di ronahiya siberojê de bi janeke pir mezin re rû bi rû hat, ew jana zayîna mirovahiyê bû. Ew pêşeroja gelan bû, ew zayîna hêviya mirovahiyê bû. Lê wê nedizanîbû.

Dayîka Uyêş bi coşeke mezin ew zarok hembêz kir , di wê kêliyê de Dayîka Uyêş nirxê mirovahiyê yê beriya pênc hezar salan hembêz dikir.

Wê navê kurê xwe kir Abdulah ango evdê xwedê, lê ew kur li hember evdîtî û xwedayên erdê agirê Newrozê yê Kawayê Hesinkar vêxistibû dewr girt, bû dengê kesên ku dixwazin wan bikin evd, lê ew evdîtiyê napejirîne. Li gundê Amara yê ronahî geş dibû û hêviya her kesî ji wî zarokî mezin dibû. Ji ber her kesî hêviyên pêşerojê di rûyê wî zarokî de didît. Ew zarok rêhevalê her kesî bû ji heft salî heya heftê salî dibû dostê herî rast. Tu carî xwenexapand  û derew qebûl nedikir. Her tim hevaltiya wî li ser esasê lêgera jiyana azad bû. Qalbên zayendperestên ku pergala li ser gelan ferz kiriye red dikir.

Zaroktiya Rêbertî

Abdulah Ocelan di sala 1949,an de li gundê Amara yê bi ser navçeya Xelfetiyê ya girêdayî Rihayê ve jidayîk bûye. Dibistana seretayî li Cîbînê xwendiye. Dibistana navîn li Nizipê, dibistana navîn jî li Enqerê li dibistana navîn Tapo Kadasttro qedandiye. D 1969,an de li Amedê dest bi karmendiyê kiriye. Di karmendiya salekê de têkiliya dewletê û civakê û ya sazî ji nêz ve dîtiye. Di sala 1971,ê de çûye Stenbolê û li wir di ber karmendiyê de xwe amede kiriye ku bikeve zanîngehê jî. Heman sal qeyda xwe li zanîngeha dadê çêkiriye û dev ji karmendiyê berdaye.

Di wan salan de Stenbol di bin bandora bayê 1968,an de bû. Ocelan jî kete bin bandora vî bayî û Marksîzm û Lênîn nas kir. Ew salane wekî salên werçerxe jiyana wî ne û her weha ew sosyalîzim, yeksanî û azadî pir nêzî xewnên xwe yên zarokî dîtin. Ocelan biryar dabû ku sosyalîzm û pirsgirêkên kurd ji hev biguncîne. Bi vê armancê biriyar da ku dest bi siyaseta çalak bike û qeyda xwe li zanîngeha zanînên ramyarî ya Enqrê çêkir. Li vê derê xwe di nava etmosferek tund a guftûgoyan de dît û şeklek da ramanên xwe. Di 30ê adara 1972,an de pêşengên şoreşa Mahir Çayan û hevalên wî li Qizildereyê hatin kuştin û vê bûyerê şopên kûr di jiyan û ramanên Ocalan de hiştin. Di 7,ê nîsanê de di çalakiya şermezarkirina bûyera komkujiyê de hat binçavkirin û wî şandin girtîgeha Mamakê, 7 meh di girtîgehê de ma û di wê pêvejoyê de xwe gihand ramana avakirina rêxistineke nû û ji bo vê yekê gav avêt nava pêvejoyeke din a lêgerîn û lêkolînê. Piştî 1972,an de pirsgirêka kurd bi gelek dewrûberan re guftûgo kir û di heman demê de komelaya perwerdahiya  bilind a demoqratîk a Enqerê ava kir. Di heman demê de ew xebatên xwe yên bîrdoziyê yên ku di nava komekê de  dimeşîne, dighîne ahenga dawî. Koma di bin pêşengtiya Ocelan de û di dawiya sala 1975,an de civînek li dar dixe û biryar dide ku li Kurdistanê xebatê bimeşîne.

Avabûna PKK

Di 27,ê çileya paşîn a 1978,an de birêz Ocelan û hevalên wî li Diyarbekirê li gundê Fîsê yê bi ser Lîceyê careke din li hev kom dibin û biryara avakirina PKK (partiya karkerên Kurdistanê )didin.  Xebatên rêxistinî yên Ocelan û partiya wî PKK  yên li Kurdistanê di demeke kin de bala dewleta Tirk dikşîne . Li ser vê şêweya nû ya Ocelan a li himber pirsgirêka kurd ku zikê nerim ê Tirkiyê ye, dewleta Tirk zextên xwe zêde dike. Dewletê bi awayekî eşkere li himberî koma Ocelan şer dide destpêkirin û ji ber vê yekê Ocelan sala 1979,an de derdikeve derveyî walat û diçe Libnanê. Bi vî awayî meşa ku dê 20 salan li Rojhilata Navîn berdeam bikira dest pê kir.

PKK li Libnanê di sala 1982,an de Kongira xwe ya duyem li dar xist û biryara vegera li nava axa welêt girt. Milîtanên PKK di bin pêşengtiya Ocelan de perwerdahiya xwe ya îdyolojîk û leşkerî jî qedandin. Di encamê de di 15 tebaxa  sala 1984,an de li bakurê Kurdistanê(Eroh û Şemzînan) di pêşengtîya Egîd(Masum Kurkmaz de) şerê çekdarî da destpêkirin.

Bi gotina Rêzdar Ocalan ve, (bîst salan li Rojhilata Navîn li ser pişta şêr siyaset da meşandin)

Birêz Ocalan bi hezaran şervanên azadiyê di xeta azadiyê de perwerde kir û jiyaneke nû da avakirin. Îdeolojiya rizgariya jin di kesayeta jinên Kurd de, diyariya hemû jinên azadîxwaz kir. Rêber Ocalan bû Rêberê mirovatî û jina azad.

Dîlgirtina Rêbertî

Tevî ku şerê çekdarî 3 caran agirbest hat ragihandin bi armanca çareserkirina pirsgirêka kurd lê belê dewleta Tirk a dagirker her carê ev agirbest piştguh dikir û ev armanc pêk neanî heta sala 1998,an û di encama hevpeymaneke dewletên hegemonîk bi serkêşiya DYE gefên tund li dewleta Sûriyê kirin bi destê dewleta Tirk ku Ocelan ji xaka Sûriyê derkeve û ji bo dewleta Tirk êrîşê Sûriyê neke. Ji bo midaxale ji Sûrî re çênebe, Ocelan biryra derketina ji Sûriyê da û berê xwe da dewletên Rojavayî ku ên bi navê demoqratî û wekheviyê bang dikin, ji bo ku doza kurdî bide diyarkirin û dewleteke kurdî bide avakirin lê mixabin di encama vê komploya navnetewî de, di 15 Sibata sala 1999,an de bi destên Mossad, CIA û FSB ango îstxbarata Rusî hat dilgirtin û radestî dewleta Tirk kirin.

Tecrîda li ser Rêbertî

Piştî girtina Ocelan dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser da meşandin, ku di sala destpêkê de tiştek di odaya tê de nehiştin her weha ne pênûs û lênûsek an heta kaxezek nedidanê, paşê ew ji hevdîtinên bi malbat û parêzera re qut kir di bin çavdêriya hemû dewletên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan û bi taybet rêxistina CPT ku berpirsyarê rewşên girtîgehên cîhanê ye lê ji bo Ocelan qet bi erkê xwe ranebû lê tevî ev qas eşkence û tecrîda girankirî jî Ocelan ew girtîgeh veguherand cihê perwerdê û fêrkirinê ku 5 parêzname û bi sedan pirtûk nivîsandin û bi vî awayî girêdana wî bi gelê wî re hîn xurtir bû û bi hêztir bû û hemû pilanên dijmin binketin.

Ji bo Ocalan bangewazî

Ev zêdeyî 23 sal in ku bangewazî ji bo tecrîda li ser Ocelan bê rakirin her weha azadiya fîzîkî jî pêk were jihêla Partiya Demoqratîk a Gelan (HDP) û hemû rêxistin û gelên azadxwaz û demoqratîk ku bangewaziyê li komsyona pêşlêgirtina îşkenceyê ya Ewropayê CPT yê kir ku derbarê rewşa Ocelan ya tendirûstî û rewşa wî de di zûtirîn dem de hevdîtin pê re bê kirin. Lê mixabin heta niha jî ev bangewazî bê encam in. Lê em jî wekî gelê kurd heta dawiyê em ê li ser şopa Rêbertî bin û tu carî ji vê rê venagerin.

**Roja 4,ê Nîsanê ji bo gelê kurd roja vejînê ye welatê me ji hêla 4 dewletan ve hatiye dagirkirin û parçekirin û gelê me di bin desthilatdariya van dewletan de bê nefes hatibû hiştin, pergalekî wisa hatibû sazkirin ku tenê ne welatê me bi sînoran hatibû parçekirin di nav gelê kurd jî parçebûnek ruhî û menewî hatibû avakirin tirs û xof wisa hatibû çandin ku kes êdî nedikarî kurdbûna xwe xwedî derkeve kes nema dikarîbû bi zimanê xwe yê dayîkê serbest biaxive pergalê digot bi perçiqndina isyana Agirî re kurd mirî ye, li ser tiraba wî betona hatiye rijandin, ango bêhêvî bûye.

Di nava rastiyeke wisa de derketina Ocalan pêşket . Ev derketin ji bo tevhiya gelê kurd bû roja vejînê û rojbûnekî nû,  lewma rojbûna Ocelan ji bo me kurdan û taybet jî ji bo jinan pir bi wate ye. 4,ê Nîsanê roja hilatina rojê ye, çirandina perdeyên tarîtiyê ye bi tîrêjên rojê dilên cemadgirtî gerim bûne. 4.ê Nîsanê roja hêviyê ye û em vê rojê li tevahî cîhanê û mirovatiya pêşketî pîroz dikin.

Ibtîsam Elhisên

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button