ArşîvÇalakîNûçe

Kongra Star li bajarê Drbêsiyê Gulîstana bi navê şehîd Mizgîn Loqo vekir

Di çarçoveya hemleya ku di 23’ê Sibata îsal de bi dirûşma “Bi îradeya jinan em ê vegerin civaka ekolojîk” hate destpêkirin, Îro 11/4/2022 ‘an  Kongra Star li ser navê şehîd Mazkîn Loqo Gulîstan vekir. “Li gundê Xenamiya yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê,a bi ser Kantona Hesekê ve  bi boneya 29’emîn salvegera wefat dayika Uweyş  û ji dayikbûna Rêber Abdullah Ocalan, ku 4’ê Nîsanê de 500 dar hatin çandin.

Bi dehan şêniyên navçeyê,û nûnerên Kongra Star, rêxistinên jinan, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî vekirina Gulîstanê bûn.

Herwiha ji endama Kordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, roja damezrandina felsefeyek ku rêya azadiyê ji Kongra Star, jinên Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ronî kir, destnîşan kir ku lêgerîna azadiyê berxwedan û têkoşîneke mezin dixwaze. Herwiha ‘ remziya vekirina Gulîstanê li hemî malbatên şehîdan pîroz kir û got di vê em  tekoșîna xwe hîn bilind tir bikin   û xwe ji milê çalakiyan ve xwe xûrtikin bikin ji bo azadiya Rêbertî  , got vekirin Gulîstanê bi çandina da ku   beşê ekolojî were xûrtkirin. Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed di dawiya axaftina xwede koça dawî ya Dayika Uweyş bi bîr anî û di vê derbarê de wiha got: “Dayika Uweyş kariye kesayetek mezin mîna Rêber Abdullah Ocalan ava bike û li ser esasê avakirina civaka xwe perwerde bike.dikare li Kurdistanê felsefeyek ji bo parastina nasnameya Kurd û Kurdayetiyê ava bike.”

paşê berdevka komîta ekolojî Rîhan Temo daxwiyanî xwend û  :

Daxuyanȋ ji bo raya giştȋ

Bi duruşmeya ”bi pȇşengtiya jin vegera li ekolojiya civakȋ” di 26 ‘ê sibatȇ de ȗ jiber pȇşwazȋkirina 8’ê adarȇ kampaniya bi tevlȋbȗna çend sazȋ ȗ komȋteyan hat ragihandin. Armanc ji kampaniyayȇ ew bȗ ku ev sal bi pȇşengtiya jin em karibin tekoşȋna xwe ya parastin ȗ xwedî derketina li jȋngeha xwe . di rȇya avakirina hişmendȋ ȗ mejiyekȋ ku xwe dispȇre avakirina hevaltiya bi xwezayî re.herwiha dawȋanȋna li dagirkeriya dewleta tirk li ser herȇmȇn me nexasim /Efrȋn,Serȇkaniyȇ,Girȇ Spî/ȗ herwekȋ din di rȇya bilindkirina asta berxwedana xwe de. Li ser vȋ esasȋ li gorȋ daxuyaniya destpȇkrina kampaniya yȇ ev kar hatin meşandin. ji ber avakirina asteke ȋdeolojȋk di nava hemwelatiyan de ȗ hişyarîkirina wan ji xeteriyȇn kȗ jȋngeha me pȇre rȗ be rȗ dimȋne ,di rȇya komȋteya perwerdȇ ya kongra star de zȇdetir ji /160/ semȋnerȇn ku li ser girîngiya parstina ekolojiyȇ bi tevlȋbûna /2558/ jin ȗ mȇrȋ li gund ȗ beldeyan hatin dayȋn.kesȇ ku tevlȋ van semȋneran bȗn kefxweşȋ ȗ pȇşniyarȇn xwe di derbarî ku çawa em jȋngeha xwe biparȇzin anȋn ser ziman.ji ber paqijkirina bajar ȗ gundan  herwiha avakirina çanda paqijȋ berpirsiyariya herkesî ye di rȇya komȋteya şaradarȋ ȗ jȋngehȇ , kongra star de li herȇma cizȋrȇ kampanıya paqijiyȇ hat meşandin. belavkirina /1000/mask/2000/lepik/20/ qutıyȇn mȗaqem li komȋnan bi destek dayȋna desteya tendȗrstȋ ȗ heyva sor a kurdȋ.ji ber bȋranȋna Ş.Hesekȇ li /121/ dibstanan di rȇya komeleya keziyȇn kesk  ȇ jingehȇ de dar hatin çandin.li nexwşxaneya  /şuştina gurcikan/ zȇdetirî/35/dar ȗ gul bi destȇ zarokan ku ji aliyê komȋteya /şlȇr/hatin çandin ȗ spot bi wan re li ser welat,jîngeh,pȇşeroj,ȗ xwedȋ derketina li wan hatin meşandin ev jȋ bi destek dayȋna komȋteya aborȋ ya giştȋ. Bi boneya 8 adarȇ ȗ 4ê nȋsanȇ zȇdetirî/2000/darȋ hatin çandin li /malȇn sivȋlan,kamp,akademȋ,bendavên ewlekariıyȇ,nexweşxane,/ȗ herwekȋ din. Ji ber bîranȋna Ş.MZGȋN Loqo ȗ bi boneya 4’ê nȋsanȇ li dirbȇsiyȇ gulîstan bi navê wê hat vekirin bi çandina /450/ darȇ fȇkȋ ew jȋ bi alȋkariya hemwelatiyekȋ ku erdȇ xwe dabȗ ji bo avakirina gulîstanê ȗ xwedȋ derketina lȇ. Wek encam em dikarin bȇjin ku kampaniya me bi rengekȋ  serkeftȋ hat meşandin bi taybet di milȇ destek dayȋna gel jȇre .lȇ hat îsbatkirin ku jȋngeha me hevaltȋ ȗ alȋkariyȇn pir cıidȋ ji me dixwazin ji ber xilaskirina wȇ ji kirȋz ȗ pirsgirȇkȇn ku roj bi roj pȇşroja me di nava xeteriyê de ye lewma pȇwȋstȋ heye ku xebat ȗ çalakiyȇn me yȇn ekolojȋk bi lez ȗ xurt werin meşandin ev jȋ wek erkekȋ şoreşȇ ye ku em tȇde kȇm mane ȗ pêwîste em biser bixin.careke din em herkesekî ku destek da ji bo serxistina kampaniyê sipas dikin ȗ bang dikin ku ev xebat dewam bike bi tevlȋbȗna tevahȋ sazȋ ȗ komȋteyȇn me  da ku em bi hevre şoreşa xwe ya jȋngehȇ bi serbixin ȗ pȇşeroja zarokȇn xwe paqij ȗ kesk bikin.

di dawî de amedekaran darên cur be cur  bi sloganên bijî Rêbertî , bê serok jiyan nabe dar çandin.

Jinan banga bilindkirina têkoşîn û berxwedanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kirin.

 

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27