ArşîvDaxuyanî

Dawiyaniya meclisa malbatê șehîdan û dayikên așîtiye ji bo xiyanete PDK ê û dstewerdana termên zarokên wan

Îro 14/4/2022 an meclisa malbatê șehîdan û dayikên așîtiyê daxwiyaniyek li goristana ș.Delîl Sarûxan dan

Daxwiyanî ji bo xiyanete PDK ê û dstewerdana termên zarokên wan bû , daxwiyanî bi tevlîbûna hemî saziyan  û gelên bajar .

Di daxwiyaniyê de alên saziya malbatê sehîdan hat rakirin .

Pașê daxwiyanî hat xwendin

DAXUYANIYA MALBATÊN ŞEHÎDAN

Em hê jî li qadan e û dengê me bilind e, em bangî cîhanê dikin ku zext û fişarê li desthilatên Başûr bikin ku termên zarokên me yên ku şehîd bûn di encama kemîneke bêbext di meha heştan de ji sala 2021ê li herêma Xilfean, dema ku grûpek hêza parastinê ya bi ser Gerêla ve ne û di dema tevgera wan de ji bo dabînkirina hin pêdivîyên jîyanî de; ew rastî gullebaranekê hatin û bêyî ku ti hişyarî berîya wê ji wan re çûbûbe ku ew şeş heval şehîd kirin. Ji wê rojê û heta îro û li seranserê cografîya kantona Cezîrê, gelê me di rêya çalakîyên curbicur re dengê xwe digihîne cîhanê û sazîyên pêwendîdar bi mafên mirovan ku ev rewş rewşeke mirovî û exlaqî ye ku ev term bigihêjin xwedîyên xwe.

Zarokên me berê xwe dan çîyê ji bo azadî û vîna Kurdan û ti carî guh nedan sînorên çêkirî yên ji hêla hêzên cîhanî yên hegemonîk ve hatine danîn. Her kes dizane ku Gerêla ti carî nebûne xeterî ji Başûrê Kurdistanê re û nabin jî. Her wiha ti carî gef li ewlehîya xaka wê nexwarine, lê berevajî wê Gerêla di rojên zor û zehmetîyan de û di dema derketina Daişê de piştevanîya Hewlêr, Zaxo, Kerkûk û Şengalê dikirin û bi qehremanî berevanî kirin û şehîd jî dan di ber de.

Pêwîst e desthilatên Başûr bi lez li xwe vegerin û alîkarîya dewleta Tirkîye qut bikin a li dijî Gerêlayan. Ji ber ku Tirkîya û rêjîma wê ya faşîzm dijmina hemû Kurdan e. Ew ti cudabûnê nabîne di navbera Gerêla û Pêşmergeyan de. Kurd jî aniha tam bawer in ger statûyeke kurdî li ser heyvê jî hebe dê bibe armanc ji faşîzma toranî re.

Pêwîst e em vî dijminê dîrokî û nêtên wî yên tinekirina Kurdan ji koka wan ve nas bikin, her wiha nêtên vî dijminî ji bo tinekirina çand û kevneşopîyên Kurdan jî. Ev sîyaseta qirkirinê ya toranî li dijî gelên herêmê ye. Pêwîst e Kurd û hêzên wan ên niştimanî vî dijminê dîrokî bi kûrahî nas bikin û lêkolînan li ser bikin, ji ber ku ev qonax pir hestyar e û asteke bnilind ji berpirsyarîyê dixwaze. Ev qonax qonaxa danîna nexşeyine nû ji herêmê re ye û eger em ne li gorî  ku ev asta tê xwestin bixebitin; em ê 100 salên din ji dest xwe bibin û Kurd dê di bin darê koletî û tarîtîyê de bimînin.

Hela em nakokîyên biçûk ji nav xwe bidin alî û xwîna şehîdan û keda R. Apo li ber çavan daynin. Em li gorî berpirsyarîyên niştimanperwerî derkevin ji bo bicîkirina armancên xwe yên ku keç û xortên me di ber wan de şehîd bûne.

Ji vê xaka pîroz em bangî cîhanê dikin da ku zext û fişarê li Ardogan bikin û alavên wî yên qirkirinê rawestînin, dema ku ew kesên bêsûc armanc digire li herêmên me yên biewle ku bûne nimûneyek ji hevahengîya çandan re, da ku ev herêm bibe projeyeke hêvîyê ji bo bidawîkirina zilm û kedxwarîyê ji hemû gelên herêmê re.

Em ê weke dayikên şehîdan, malbatên şehîdan û her kesê niştimanperwer di rêya bilindkirina asta têkoşînê re li hemû qadan berdewam bikin û ti carî dilê me rehet nabe, heta ku em termên şehîdên xwe werbigirin.

Bimire faşîzm

Bimire îxanet

Meclisa malbatên şehîdan

Qamişlo 14.04.2022

 

 

 

Back to top button