ArşîvDaxuyanîNûçe

kordînasyona Kongra Star: hevkariya dewleta tirk û PDK bi daxuyaniyekê şermezarkir

îro 20. 4.2022 ji aliyê kordînasyona kongra star ve daxuyaniyek li ser hevkariya  PDK bi dewleta tirk re ku bi êrîşên xweyî hovane li ser çiyayê kurdistanê û şengal û rojavayê kurdistanê pêk tînin û daxuyanî wiha bû

Daxuyaî jibo raya giştî

Êrîşê dewleta tirk a dagirker li ser gelê kurd berdewame , pîlanên qirkirin û dagirkeriyê ku bi sala ye li ser gelê kurd bi hemû  şêwaz û hewldanên cuda cuda dide meşandin ,  vê carê bi lihevkirin û itîfaqa bi PDk û hukûmeta Îraqê re ku li hember gerîla şerekî mezin li dar bixe û PDK yekser di nava vî şerî de cih bigre , bi vê pîlana qirêj ya dewleta tirk ku dixwaze tola şikenandina xwe ya ku li Garê û Avaşîn û berxwedana gerîla ya dîrokî ku di 2021 hate kirin vê carê kurd bi kurda qir bike ,

Êrîşa dewleta tirk li ser herêmên parastinê yên medya yê  li ser çiyayê reş, avaşîn , Zap , û Metîna , rastî berxwedaniyeke mezin ya gerîla hatî û êrîşa dagirkeriyê  vala hate derxistin

Siyaseta PDK ya hevkar bi dewleta dagirker a tirk re bi salaye ku li hember kurda hatiye meşandin di xizmeta dijminê kurdan de  ، dîroka bi êş ku gelek bûyerên qirkirinê ku PDK di nav de cih girtiye , îro jî  careke din bi awayekî eşkere dixwaze şerê bira kujî di xizmeta dijmin de bide meşandin , hewldan û amadekariyê şer ku li ser herêmên parastinê yên medya yê têne kirin , û dorpêç kirina gerîla dixwaze bike  wê dîsa zarokê kurda bibin qurbana vî şerî qirêj , di xizmeta dijminê kurdan de tê kirin .

Em van pîlanên dijminane yên hevkariya PDK bi dagirkeriya dewleta tirk re şermezar dikin , em bang li tevahî gelê kurd , rewşenbîrên kurd dikin da ku nerazîbûna xwe û helwesta xwe li beramberî vî şerî bi dengekî bilind derxin , em bang li hêzên pêşmerge , xortên kurd pêşmergê Roj  ku ketine nava xefk û pîlanên PDK  û dewleta tirk dikin ku nekevin nava vî şerê ku di xizmeta dijmin deye , em bang li malbatên pêşmerga dikin ku li hember vî şerê qirkirina kurda bi kurda bisekinin û qebûl neki ku zarokên wan û xortên wan bikevin nava vî şerî de û dengê nerazîbûnê bilin bikin ,  dîsa kurd qubaniyê vî şer van pîlangeriya ne, wê di dîrokê de bêne nalet kirin.

kOrdînasyona Kongra Star .

Back to top button