ArşîvDaxuyanîNûçe

Pilatforma çalakiyên hevbeş ya tevger û rêxistinê jinan li Bakur û Rojhilatê Suriyê daxwiyaniyek li ser êrîșên ku  dewleta tirk  pêktîne li ser herêmê da .   

Pilatforma çalakiyên hevbeş ya tevger û rêxistinê jinan li Bakur û Rojhilatê Suriyê daxwiyaniyek li ser êrîșên ku  dewleta tirk  pêktîne li ser herêmê da .

Daxwiyanî bi rakirina wêneyên șehîdan û alên YPJe pêk hat

Dawiyanî ji hêla Rîhan Temo bi kurdi hat  xwendin , bi erebî Jiyan Husên  bi suryanî Ornîna Yûsif .

Daxuyanî ji bo raya giştî

 

Dewleta Tirk şerê xwe yê li dijî gelê Kurd û hemû gelên li ser erdnîgariya Kurdistanê hîne didomîne, ji ber ku dewleta Tirk ti carî dudilî nebû di pêkanîna armancên xwe di qirkirina gelan de û bi taybet gelê Kurd û di berdewamiya vê Siyasetê xwe piştgiriya komên çekdar ên Sûriyê û çeteyên DAIŞ ê kir û heta niha jî wan li dijî kurdên Sûriyê û Iraqê bikar tîne. Lê piştî ku negihîşt armancên xwe serî li operasyonên leşkerî ya rasterast da ji bo dagirkirina herêmeke berfireh ji erdnîgariya Sûriyê weke (Efrîn, Serê Kaniyê, Til Abyad, Cerablûs, Ezaz û Bab) ji ber vê dest bi kuştin, talankirin, destavêtina jinan, mal û milkan kir. Û li ser valakirina herêman ji xelkên wan û bicihkirina kesên xerîb kar kir, ev pêkanîna Siyaseta koçkirina bi darê zorê û guhertina demografîk zelal dike, ev jî binpêkirina eşkere ya prensîbên qanunên mirovî yê navnetewî ye.

Êrîşê hovane yê ku îro li ser herêma kurdistanê (Başurê Kurdistanê) bi hemû cureyên çekan pêktîne, bi armanca tunekirina partiya karkerê kurdistan û armanckirina hêzên parastina gel HPG, ev binpêkirineke eşkereye ji desthilata dewleta Îraqê ya ku endama desteya netewên yekbûyî ye, ji bilî ku tirsekê li ser gelê heremên bi ewle çêdike, di wan êrîşan de sivîl li seranserî sînor ji Zirgan,Tiltemir, Kobanê, Ên Îsa, Menbic, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî bi dirun û çekên giran têne hedefgirtin, ev beşek ji pilanî ye ku hedefa wê tinekirina destkeftiyê şoreşê ye û şikandina vîna gelane ku bi piroja demoqratîk, jiyana aştyanê û biratiya gelan ku nûnertiya wê rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê sûrî dike bawerkir.

Armanc girtina endamên yekîniyên parastina jin YPJ ku terora rêxistina DAIŞ li bajarê berxwedanê Kobanê têkbirin û hebûna wî ya leşgerî li Baxozê bi dawî kirin, ji ber ku serkeftinên mezin bidestxist û qurbaniyên nirx buha dan, ev bala cîhanê kişand û baweriya jin bixwe avakir, ronakbuneke fikrî ya civakî pêkanî ev weke tolhilandin ji bo ji nûve vejandina DAIŞ bû ta ku îrada jina ku pêşengtiya şoreşa ROJAVA bakur û rojhilatê Surî dikir bişkîne.

Kiryarên ku dewleta Tirk dike dikeve asta sucê dijminatiya du dewletên cîran û sucê dij mirovahiyê gerek ji aliyê civaka navnetewî were lîkolîn kirin û sucdar werin cezakirin.

Em jinê Bakur û Rojhilatê Suriyê ji bo bi erkên xwe yê niştimanî rabin gelê heremê vedxwînin hevgirtinê daku li dijî armanc û niyetên dewleta Osmaniya nû ku Receb Tayib Erdoxan birêve dibe ,û pilanê fitne, jihevxistin û dijminatiyê vala derxînin, û em ji civaka navdewletî daxwaz dikin ku li himber kiryarên dewleta Tirk ya dagirker bêdeng nemînin, ji ber sucên li dijî mirovan binpêkirineke eşkereye ji hevpeymanên ku di navbera Emerîka, Rusiya û dewleta Tirk hatine mohrkirin. Em bang li rêxistinên  jinên Suriyê, jinên rojhilata navîn, jinên navnetewî û rêxistinê hiquqî dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin li himber kiryarên ku li Bakur û Rojhilatê Suriyê çêdibe,  ji suc û binpêkirinên di  derheqê sivîlan de ku  ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker û komên çete yê girêdayî wê tê kirin. Da ku zextê li dewleta Tirk bike ku dagirkeriya herêmên Suriyê bi dawî bike û biryara 2254 an ji bo bidawî kirina qirîza li Suriyê pêkbîne, û ji pêvajoya veguherîna siyasî li suriye amadekarî bêne kirin, qedexekirina êrîșên  balafirên şer li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Surî were ferzkirin, lêpirsîn di sucên ku ji aliyê dewleta Tirk tên kirin bê destpêkirin ji bo edalet were pêkanin û misogeriya vegera bi ewle ji koçberan re bi garantiya navdewletî bê kirin.

Pilatforma çalakiyên hevbeş ya tevger û rêxistinê jinan li Bakur û Rojhilatê Surî:

1* meclisa jin ya bakur û rojhilatê surî

2* meclisa jinê surî

3* kordînasyona jin ya rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê surî

4* kongra star

5* kombûna jinê zenubya

6* yekîtiya jinên suryan

7* meclisa jin ya partiya yekîtiya demoqratîk

8* meclisa jin ya partiya suriya pêşeroj

9* yekîtiya jinên ciwan

10* mekteba jin ya meclisa suriya demoqrat

11* mekteba jin ya tev-dem

12* navenda lîkolîn û parastina mafê jin li surî

13* Komîta jin ya rêxistina mafê mirovan li cizîrê

14* komperatîfa sawişka

15* şebeket qayîdat el selam

16* rêxistina sara li dijî tundiya ser jin

17* tevgera hîlala zêrîn

18* weqfa jina azad

 

28-4-2022

 

 

 

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27