ArşîvHevpeyvîn

Bi vîn û hêrsa dilê gelên êzîdxanê wê hewldanên fermana 74 têkbibe

Bi armanca bersivdatyîna ji kiryarên ku hukmeta Iraqê pê radibe ku ev kiryar dibe sedema fitnê di nava gelan de bide avakirin,lewra êrîş dibe ser şengalê û dixwaze dagir bike û dîwarê şermê di navbera şengal û Rojava de dide avakirin daku herdû herêman ji hevdu veqetîne ,di heman demê de jibo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker bi hevkariya çeteyên xwe re ku gelê li herêmê dike hedefa êrîşên xwe bi taybet jî pêkhateya êzîdî dike hedef .

Welatên sermayedar, çavbirçî û dagirker hîn jî siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd bi taybetî li dijî gelê Êzidî dimeşînin.Piştî derketina Firmana 73’an di sala 2014’an de li ser gelê Êzidî bi armanca tinekirin û ji holê rakirina nasnameya Êzidiyan. Ku di zimanê Kurdî de bingeh e, ev siyaset hat piştî ketina çeteyên DAIŞ’ê ya bi piştgiriya leşkerî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, û ji bo ku tirsê di dilê sivîlan de biçîne, sivîl revandin, kuştin, tirsandin, ji ber vê yekê şervanên azadiyê hatin bi hewara gelê êzîdî ji bo wan rizgar bikin, lê ev serkeftin li xweşiya  dijminên ku niha hewl didin rêyên din bibînin ji bo destpêkirina qirkirina gelê êzîdî nehat. lewra Avakirina dîwarê veqetînê Di navbera Rojava Şengalê de dest pê kir. Û ji bo şikandina îrade û hêza gelê Êzidî ji aliyê din ve êrîş li ser cih û erebeyên ku rêveberên  Şengalê tê de ne. Êrîşên bi vî rengî li ser Şengalê pêk anîn.ev tenê ne bese ev car jî  di rêya tifaqên xwe de dixwazin êrîş bibin ser sîstema rêveberiya xweser ku bi hêz û vîna gelê şengalê hat pêşxistin  . Di çarçoveya van mijaran de endamên Yekîtiya Jinên Êzidî ya kantona Efrînê ji malpera me re axivîn û nêrînên xwe anîn ziman û ev êrîşên faşîst ên hovane şermezar kirin û dan zanîn ku ev hemû polîtîka di çarçoveya qirkirina gelê Kurd û pêkhateya êzîdî  de ye.

Suad Hiso,  Berdevka yekîtiya jinên êzîdî Şehba, di derbarê êrîşên li ser şengalê de wiha axifi û got :ev êrîşên ku artêşa Iraqê li ser Şengalê pêk tîne ne êrîşên nû ne, wek tê zanîn ku gelê me yê êzîdî di nav gelek fermanan re de derbas bûye dijmin di van êrîşên xwe de fermana qirkirina gelê Êzîdî bike.

 Rizgarkirina şengal nemumkun bû ger şervanên azadiyê bi hawara wê ve nehatibana

Suad Hiso bal kişand li ser êrîşên daiş a sala 2014′ an û got: ew dem jî artêşa iraqê ceblxaneyên xwe ji daişê re dihêle û daiş di mûsilê re derbasî şengalê  dibin ew dem bi çek û cebilxaneyên artêşa iraqê daiş şengal dagirkir dike, di heman demê de pêşmergeyên PDK ‘ê jî li gor fermana paşde kişandinê tevdigere û xwe paşde dikşînin û ev dibe sedema ku şengal bi giştî were dagirkirin û gelê Êzîdî di qirkirinê re derbas bibe,lê belê ji aliyê fermandariya hêzên parastina gel hpg,yja star ê ve fermanên bi lez hatin dayîn da ku berê hêzên gerîla bidin şengalê wekî derwêş û edûlan bejna xwe bi çek û bombeyan xemilandin û ber bi çiyayê şengalê ve bi rêketin û bi vê destwerdana xwe û ruhê xweyi fedayi ev ferman pûç kirin.

Planên wan ji bo qirkirina gelê êzîdî ye

Herwiha Suad weha axaftina xwe berdewamkir û got: ev êrîşa ku di van pêvajoyan de dîsa xwe li ser gelê me yî êzîdî dubare dike xwestin care din vîn û hêza gêlê şengalê bişkînin û wan wek pêkhate ji kokê de qir bikin, lê ji ber ev gel xwe li ser fikir û ramanê rêbertî perwerde kiribû bûn xwedî bersivên bi hêz li beranber van êrîşan û bi vê fikir û felsefeya rêbertî hêza xwe ya leşkerî ybş û yjş avakir û xwedî li nirx û rûmeta gelê xwe derket û di qadên xwe yên civakî de jî meclisa xwe ya xweseriya demokratîk avakir ya rastî ev pêşdeçûn û destkeftiyên ku di cihekî weke şengalê de hatiye pêxistin li xweşiya dewleta dagirket nediçû lewra dixwazin carek din bi rêya  hukmeta iraqê û PdK ‘ê şengalê dagir bike di serî de dîwarên şermê di navbera şengal û Rojava de hatin lêkirin.

Ev dîwar ê kû lê dikin daku kes nikaribe di dema êrîşan de xwe bighîne bi hewara şebngalê ve bi her awayî pêkhateya êzîdî tune bikin .”

Suad Hiso dirêjî da axaftina xwe  û wiha got: ku ev êrîşên ku niha li ser herêmê tên kirin bi her rêbazên hovanê bi çekên giran û balefiran êrîşan li ser gel pêk tîn ,dewleta tirk êrîşan dibe ser axa başûrê kurdistanê hukmeta iraqê û pdk” ê dengê xwe nakin ew jî berê xwe didin ser şengalê û êrîşî gel dikin ev ji alİye din ve jî tê wateya tunekirina koçberkirina  kêmnetewan li iraqê û şengalê vala bikin lê belê hêz û îradeya gelê şengalê vê dide ispatkirin ku ewê bi fikir û felsefeya rêbertiya xwe wê rê nedin dijminan ku xewin  û xeyalên xwe di şengalê de pêk bînin jiberku ev destkeftiyên ku di şengalê de hatine bi serxistin bi berdêlên gelek giranbuha hatin bi destxis.”

 Jina hêza xwe nasdike, û nasname xwe dikare bibe bersiva rast û tund ji êrîşên wan re

Suad bal kişand ser hêz û tekoşîna jinên êzîdî ku bibin bersiv ji van êrîşan re û bi hêrsa tolhildanê dakevin qadan jiberku ev şer şerê hebûn û nebûnê ye lewra jin bi xwe naskirina xwe bi xwebûna xwe û nasnameya xwe bibe bersiv ji van êrîşan re ax netew ziman û hebûna gel biparêze”.

Suad hiso axaftina xwe bi durûşmeya emê bi saya fikr û felsefeya rêbertiya xwe tucaran rê nedin dagirkeran û emê teqez bi ser bikevin û serkeftin wê her ya me be bi dawî kir “.

 

Civaka êzîdî bi gelek fermana re rû bi rû ma, ji ber yek ji civakên kurdî yên resen e

Berdevka komîteya perwerdê a yekîtiya êzîdiyan  Meriyem Cindo  got: em balaxwe didinê ku ji destpêka dîrokê û heya niha civaka gêlê kurd bi qirkirinê re bê navber rû bi rû tê ,bi taybet civaka êzîdî ku ew bixwe koka kurdayetiyê di hundurê xwede dihewîne ,her cendî ev civak bi sedan caran bi fermanan re rû bi rû ye lê jiberkû civakeke resen a kurdayetiya berxwedêre lewra ew heya nihajî li beranber êrîş û qirkirinan li berxwe dide ol ,ziman, ax û  çanda xwe her parastiye, lewra dijmin ticar nikare vê berxwedaniyê bipejirîne çawa ku di 3ê meha tebaxê 2014 ‘an de êrîşeke hovane ji hêla çeteyên Daişê ve hat kirin ,ev êrîş gelê me yê êzîdî bi gelek tirajediyan re bû şahid û jiyankir, kuştin revandina zarok, û keçan herwiha koçberkirina gel , dijmin bi her şêwazê tunekirinê berî da şengalê û xwest êdî bi fermana 73’ an bi temamî dawî li gelê êzîdî bîne lê belê bi vîna berxwedêran û û qehremanan gelek berdêlên giran jibo rizgarkirina şengal û gelên wê hatin pêşkêşkirin lewra rê nedan dagirkeran û çeteyên wê ku xwe li ser wê axê bi cih bikin  . meryem di axaftina xwede ev got: beriya çar salan dagirgeran bi çeteyên xwe ve êrîş birin ser efrînê jî di destpêka êrîşên xwede tevahî gundên êzîdiyan topbaran kirin û tevahî goristanên ku ji bona gel nirxên herî bilindbûn ew topbaran kirin û hilweşandin ,lê disajî nikarî gelê êzîdî tune bikin di pêvajoyek kû nihajî em têde derbas dibin ku bi hevpeymanên hukumeta iraq û dewleta dagirker a tirk û şirîkatiya pdk ê re êrîşan dibin ser şengalê ku bi her awayê hovane dixwazin hêz û vîna gel di wir de li ser wê xakê bitepisînin lê belê bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî gel û hêzên yjş û ybş mil bi mil bi hêrsa tolhildana hemû nirxên êzîdxanê ser dikin û têdikoşin û bi biryardariya serkeftine di çeperande li ber xwe didin û bi hêviya kû wê serkeftin a mebe dawi li axaftina xwe anî”.

Filê şakiro berdevka komîta perwerdeya jin weha nêrînê xwe di derbarê êrîşan de anî ziman û got: ev êrîşên ku bi hevkariya bê mirovî bê wijdanî  û bêhna xiyanetê jê difûre li ser şengalê pêk tê û fermana 73 dixwazin bidûmînin careke din gelê şengalê di qirkirinê re derbas bikin  û nirx û destkeftiyên êzîdxanê binpê bikin daxwaza dijminan eve ku yek ji pêkhate û ol a êzîdatiyê li ser ruyê cîhanê nehêle” .

file şakiro di dawî de got: emê bi ruhê   tolhildana ewqs berdêlen ku di ber şoreşê de û şengalê de hatine dayin eme li berxwe bidin emê li pişta şervanên xwe ybş û yjşê bin em van êrîşan şermezar dikin bijî berxwedana gelê me li her derê cîhanê wê tucaran bilndkirina dîwarê xiyanetê hêrs û tekoşîna me lewaz neke emê li berxwe bidin û berxwedanê dîwarên şermê birûxînin wê serkeftin ya me be”.

Guh nedan qêrînên gelê êzîdî

Eyş sîdo Rêveberiya yekîtiya êzîdiyên Afrînê wiha êrîşên hukmeta Iraqê vegot: em ji şehbayê dengê xwe dişînin heya bi şengalê, em dizanin di sala 2014 an gelê şengalê bi fermaneke dinre rû bi rû hat ev fermanên kû civaka êzîdî dît tu miletan di hundurê rojhilata navî ewqas ferman nedît di vê fermanê de bi hezaran jin hatin revandin û li sûkan hatin frotin , ne tenê jin zarokjî hatin revandin hatin kuştin pîr û kal û pî di komkujiyê re derbaskirin di van êrîşên çeteyên Daişê de bi piştgiriye dewleta tirk ku bi ser gelê êzîdî de hatin û xwestin qir bikin li hember van êrîşan gel berxwedaniyek pir mezin raberkir û li hember dijmin serî rakir û qêriya,lê mixabin kes bi vê qêrînê nehisiya dewletên navnetewî xwe kerû lalkirin ew demjî hukmeta iraqê leşkerê xwe kişandin ji ser sînor herwiha pêşmergên pdkê jî xwe ji şengalê paşde kişandin û reviyan û gel û civaka şengalê zarok keç jinên şengalê bi destê çeteyan ve brrdan”.

Eyşe dest nîşakir ku  brxwedanî ranewstî û ev anî ziman:  lê belê  gelê me li şengalê bedelên pir giran dan heyanî ku korîdor li wan vebû ewjî bi saya şervanên azadiyê ku bi hewara şengaliya ve çûn û hat ispatkirin kû ancax şervanên azadiyê Hpg YJASTAR xwedî li vî gelî derkevin û nirxê civaka şengalê yên resen biparêze di wê demê de hişt ku gelê êzîdî serî li hember van fermanan rake û xwe bi rêxistin bike   hèza xwe ya parastinê avakir ybş û yjş avakir asayişa xwe avakir û li hember êrîşan xwe bi hêz û îrade kir ê gihiştin asteke kû êdî pişta xwe nedin tukesî ku wê wan biparêzin ê xwe bi rêxistin kirin û xwe spartin vîn û hêza xwe ya leşkerî ,lewra me dît civaka êzîdî di nav şeş salande xwe bi rêxistin kir  saziyên xwe civakî û leşkerî avakir herwiha yek ji wan pêşengên şengalê Rêheval Zekî Şengalî bû û ji welatên ewrupa berê xwe da çiyayê şengalê jibo gel li şengalê bi rêxistin bike bi fedekariyeke mezin kar û xebat da meşandin;

lê piştî ewqas fermanên ku bi ser gelê şengalide hatin û careke din bi saya şervanên azadiyê xwe ji çiyayên kurdistanê ber bi  şengalê de berdan û şengal rizgar kirin careke din gelê êzîdxanê vîn û hêza xwe komî serhev kir û xwe bi fikir û felsefeya Rêbertî bi rêxistinkir û da ispatkirin ku bi çi fermananreji rû bi rû bên wê tucaran serî li hember netewînin ewê heya dawî li berxwe bidin û nirxên xwe biparêzin “.

Eyşê sîdo wiha domand û got: heya weke vê gavêjî dewleta dagirker û çeteyên wê balefirên xweyi bê mirof bê navber li ser erdnîgariya şengalê difirîne û gelek hevalên me kirin hedefa êrîşan û şehîd xistin weki zekî şengalî,zerdeşt şengalî,merwan bedel û hesen seîd û ev Rêheval û rêveberên şengalê herdem bûn hedefa êrîşan û li beranber van bûyeran hukmeta iraqê bêden dima û tevahiya cîhan kerû lale li beranber van êrîşan ,lewra weke gel mafê wan ê rewa ye kû xwe biparêzin û li berxwe bidin û ji zarokê xwe artêşek xwe hêzeke xweyi parastinê çêkin gelê êzîdî tecrube ji van êrîşan drrxist û hêza xweyi parastinê derxiste pêş û ji zarokên şengalê keç û xortên êzîdxanê xwe kirin hêz û çek hilgirtin dakû namûs şeref û axa xwe xwedî derkevin biparêzin.

Eyşê sîdo di berdewamiya axaftina xwede wiha got ; careke din hêzên navnetewî xwe bi pilan dikin û jibo fermaneke din bi hevre dikevin nav tifaqan lê belê gelê êzîdî  jiber gelek bedelên giran da û bi êş û azaran re herdem rû bi rû hat ê ji vana hemûyan ders derxist û jibo careke din van komkujiyan nejîn û destkeftiyên xwe xwedî derkevin û axa xwe biparêzin xwe bi rêxistin kirin û hêz û îradeya xwe derxistin holê,lê jiberku li xweşiya dewleta tirk neçû dest bi tifaqên bi hukmeta iraqê re kir û bi hevkariya PDKê û dixwazin careke din şengalê dagir bikin,li şuna ku hukmeta iraq vê axê biparêze lê mixabin ewjî bi faşîzma dewleta tirk re hevkarin û êrîşên dagirkirina vê axê dikin,lê belê bila dijmin di vê zanebûnê debin ku piştî ewqas ferman bi serê şengaliyan de hat û careke din jibo ku ev ax û rûmeta vî gelî biparêze bi sedan şervan canê xwe feda kirin û bi xwîna xwe ev ax avdan û rizgar kirin ,di rija me ya îro de ku gelê şengalê sîstema xwe ya xweseriyê ava kiriye û bû xwedî ewqas destkeftî ne bi hêsanî bû bi xwîna qehremana şervanên azadiyê bi sedan derwêş û edûl canê xwe kirin qurban ji vê xakê re ku hîna xwîna van pakrewanan ziwa nebûye li ser axe lewre gelê şengalê ewê heya dawî li berxwe bide û xwedî li xwîna şervanên xwe derkeve,

Eyşê di dawiya axaftina xwe de wiha bi bîrxist ku hîna bi hezaran jinên êzîdî hundayi ne bi hezaran zarok di nav destê Dişê de ne bi dehan gorên komî henin gelek malbat bi dehan jê windayi hene bi sedan malê şengalî hîna koçberin li başûr gelo çima rê nadin wan daku vegerin li ser axa xwe heya ev hebin wê gelê şengalê  ticaran teslim nebin li beranber van êrîşan.di dawî de Eyşê ban li hukmeta iraqê kir daku nekevin nav van tifaqên hovane bi dewleta tirk a dagirker re û bibin sûcdarê van komkujiyan bi ser mirovahiyê û gelê êzîdîde pêk bînin ,lê em weke gelê êzîdî ên Afrînê ji zarokan bigre heya bi ciwan jin kal û pîr li kur dibe bila bibe emê ticar serî netewînin li hember van êrîşan bila dijmin bizanibe ku em ne êzîdiyên berê ne em weke gelê êzîdî bi fikir û felsefeya netewa demokratîk bi fikrê rêbertî hatine perwerdekirin ku em ticar teslîmiyetê jibo parastina maf û nirxên xwe bikin emê li ber xwe bidin heya em bi serkefin û wê herdem serkeftin a me be.

 

Back to top button