ArşîvÇalakî

”An serkeftin an serkeftin”

Di bin duruşma ''Bi vîna gel û gerîla emê dagirkerî û xiyanetê têk bibin'', Îro bi deh hezaran gelê herema cizîrê herikîn qadan, da ku dagirkerikeriya dewleta tirk şermezar bikin, û hevkariya PDK' ê lenetbikin.

Îro 5 ê nîsana 2022′ an li bajarê qamişlo ji aliyê komîteya amadekar ve çalakiyeke girseyî li ser asta herêma cizîrê bi awayekî navendî hat li darxistin meş bi tevlîbûna tevahî sazî û desteyên civakî û leşkerî herikîn kolanên Qamişlo meş bi sloganên û kelecana serkeftinê a  kurdistaniyan êrîşê xiyanetê hejand û bi kîn û hêrsa dilê dayikên şehîd û gerîla tevlîbûn ji meşa rûmetê re çêkirin meş ji ber çerxereya Osman Sebrî heya bi Stadoma 12 ê adarê di hundur meşê de al û wêneyên rêbertî û gerîlayan hebûn dayikên kezeb şewitî wêneyên zarokên xweyî şehîd û pêlavên gerîla hilgirtibûn ,ji cîhanê re dan nîşandan ku ewê ji hef salî heya bi heftê salî li ser xeta şehîd û gerîlayê xwe bimeşin û wê li qadan bin heya ku ev şer raweste .

Wek tê zanîn  ji destpêkirina vî şerî li hember tevgera azadiyê ticaran gel serî netewand  herdem  kurdistanî li hundirê welêt û derve di seferberiyê de ne û dibêjin na ji qirkirinê re.wê gelê  kurd  li ser erdnîgariya  Mezopotamya, Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehêlin ev lihevkirin û komplo biser kevin. Herdem gel jibo rûmeta xwe têkoşiya rê neda ku xiyanetên ji  berê yên di salên 90`î de pêk hatine ku hey îro berdewam e , bi ser kevin.jiber ku her çendî xiyanet xwe dide pêş ewqas berxwedanî ,rûmet,wijdan xwe daye pêş û her çendç bi pêşkêş kirina berdêlên gelek giran buha hatibin dayîn lê ticar xiyanet bi ser neketiye û wê bi ser nekeve .

Herwiha li rewestgeha meşê de ji aliyê endama partiya yekîtiya demokratîk PYDê ve Foza Yusif axaftinek hat kirin û xîtabî berxwedanî û rûmeta gelê serhildêr kir ku ev xiyanet û dagirkerî ji sedê salan ve bi ser gelê me de tê meşandin lê vî gelî bi vîn û îradeya xwe li berxweda û serî netewand .

Foza bang li gelê Kurd û partiyan kir ku helwestên xwe li hember êrişan nîşan bidin û bang li rayedarên PDK`ê kir û got: “Êdî bes e ku dijminên gelê Kurd kurda bi kurdan dide qetilkirin . Êdî bes e ku em rê didin ji êrîş û qirkirina, revandin û dest avêtina jin ciwan û rûmeta gelê me  . Îro roja yekitî û rûmetê ye. Êdî bila şerê di navbera kurdan bi dawî bibe. ”

Her wiha Foza  bang li pêşmergeyan kir ku di van êrişan de cih negirin û got: “Pêşmerge mîna gerîla ne, e wan jî ji bo kurdistanê canê xwe feda kirine . ger dengê xwe bilind bikin, wê nehêlin ev qirkirin bi ser bikeve. Divê partiyên Başûrê Kurdistanê, dengê xwe li dijî hukmeta Iraqê bilind bikin . bila vê baş bizanibin ger  Amed bikeve, wê Hewlêr û Qamişlo jî bikevin. Hemû di ber vê rewşê de  berpirsyar in. Divê kesek bi çarenûsa gelê me nelîze.”

Di dawiyê de Foza Yusif soza  berdewamkirina  berxwedanê  da û got heya têkbirina êrişên qirkirinê emê têbikoşin û got emê bi ser bikevin ,û  “Em nahêlin ev hevkarî û tifaq  bi ser kevin. Em ê li ser xeta Rêbertî, gel û gerîlayên xwe bimeşin , jibo şeref û rûmetê li ber xwe bidin. Divê  em baş bidin fêm kirin ku gelê kurd ê ku ji fikir û felsefeya Rêbertî xwe ava kiriye ew ticar serî natewîne û xiyanetan qebûl nake wê herdem di rêya azadiyê de û li ser şopaşehîdên xwe bimeşe.”

 

 

Back to top button