ArşîvGotar

di dÎrokê de jin

Jina Kurd û Raza wê?

 Gelo jina kurd a ku bûyî, sembola destan, helbest, çîrok û romanên cîhanî, kî ye û raza wê çi ye?

Di dîrokê de heta niha jina Kurd, wekî leheng, pêşeng, rêber, siyasetmedar, fermandar, helbestvan, têkoşer, gerîlla û şehdîd hat naskirin. Jina Kurd bû Besê û xwe di zinaran de avêt, bû Zarîfe û tirsa dilê dijmin, jina jîr û zana, jina şerker, bû Rindêxan û ji bo nekeve destê dijmin, xwe di piran de avêt, bû Bêrîtan, li hemberî îxanetê, xwe di zinaran de avêt, bû Zîlan û xwe di kezeba dijmin de teqand, bû Leyla Qasim, li hemberî zilma Sadam bû ala berxwedan û azadiyê, bû Avêsta û bi navê mirovatiyê li dijî DAÎŞê şerkir û îrada wî şkand, bû Zekiye Alkan û xwe li Sûrên Amedê kir Newroz, bû Eyşana Elî, bû Meryemxan û bi deng û awazê xwe, êş û derdê gelê xwe bêmiring kir in. Bû Mestore Erdelanî, keybanûya helbestan, bû Leyla Bedirxan û bi dansa azadiyê ve cîhan hejand. Bû sakîne û al û pêşenga berxwedana zîndanan, dayîka nîştimanî. Bû dayîk, çand û dîroka xwe parast. Bû Sêvê û li qadan li berxweda, li Cizîra Botan, bû Bêrîvan û sembûla serhildanan. Jina kurd çandinî pêşxist, wekhevî û demokrasî pêşxist. Bi kurtasî bû sembola xweşikî û bedewiyê, jinê jiyan di xwe de afirand, bû ronya jiyanê, ji bo wê pêşiyên me got in, “jin jiyane. Şêr Şêre, Çi Jine Çi Mêre.” Jina Kurd vale vale negot “Birayên Delal hûn werin Merdina, heger hûn neyên vaye keç em bes in.” Jina Kurd di dîrokê de û heta niha bi rêbazên cûrbecûr li berxwedaye, jinê hiştiye heta niha em wekî gelê Kurd, çanda xwe biparêzin.

Ji ber ku di dîrokê de jinê di qada çand û hunerê de jî, fikir û ramanên xwe bi awayekî hunerî bilêv kirin e.  jinê huner kiriye male gel, rêbazê jiyana civakî, ango edet û teqalîtên me, cil û bergên me parastine.  Dema zaroka xwe dikir xew, bi lorikên xwe ve çand û hunera xwe nûjendikir. Di stranên xwe de, bêrîkirin, êş, azar, hers û kina xwe anî ziman. Heskirina xwe bi rêya çîrok, helbest û stranan ve hûnand. Bi tilîliyên xwe ve, bû ala serhildanê, bû Xecê û li serê Çiyayê Sîpanê, li pay evîna xwe ya bê dawî ket. Bû Zîna Zêdan û evîn bê mirin kir.

Li van waran evînên bêmirin û Eşqên pîroz hatin jiyankirin, Ew Edûlbûn, Edûla Derwêşê Evdî yê li hemberî heft Êlan şer dike, ew kulîlkên rez û çeman bûn, taca serê leheng û mêrxazabûn, ew nûrbanûbûn, keybanû bûn,  ew jîn û jiyan bûn. Ew jin bûn, ew jîr bûn, ew leheng bûn, ew hevalên rojên teng bûn, ew her tim tijî hêvî û heskirinbûn, ew jinên Kurd bûn.Bilê jina kurd, jina pêşengtî ji dîrokê re kirî. Jina xwe bi xemla biharê xemilandî, jina ku bûyî remza jîn û jiyanê. Jina xweza bi evîna dilê xwe xemilandî, jina ku sîpan û Cîzra Botan kirî warê evînê, jina evîn li ser van axên pîroz bêmirin kirî. Jina jiyan bedew kirî. Bûyî dengê jiyanê. Jina xwe bi heft rengê xwezayê xemilandî. Belê tu çi navî li jina Kurd bikî wê lêbe, ji ber ku ew qêrîn û awaza jînê bûn, ew xweza bûn, ew jina xwedewand bûn.

Jina Kurd ji  ber ku bedew û hêjaye, ji xwe bawer e, xwedî fikir û ramanên nû ye. Ji jiyanê hezdike, ji ji bo jiyanê têdikoşe, jiyanê xweş dike, ji bo wê şervanekî jiyanê ye. gula civateye, çîçeka, serê dîlanê ye. Xwedî fikir û ramanên dewlemend e, bi axa xwe ve girêdayiye, welatparêz e. xwedî hest û ramanên nazik in. Xwedî enerjî û afirîneriyekî bêdawiye. Dibistana destpêkê ye. Dayîke, dayîka ji xwe dide, dayîka xwedewand e, ew xwîşk e, xweşika birayên xwe.

Belê jin xwedî hêzekî xwedayiye, guhertin û veguhertinekî bê hempa çêdike.Xwedî armance.  Ji ber vê yekê, tu çi navî li jina Kurd bikî wê lê were, ji ber ku wê tucarî xwe tenê nefikirî, her tim berî xwe civaka xwe firî, bi axa xwe ve girêdayî bû. Ji gelê xwe hezdikir, qasî wekî kes xwedî îrade û fikra azad bû, ji bo civaka xwe jî xizmet dikir û dixwest civaka xwe azadbike.

Li ser van axên pîroz, li Mezopotamya, jinê pêşengtî kir, jin siyasetmedarbû, jin fermandarbû, jin rêveberbû. Belê, jina Kurd jî li ser van axên pîroz, li Mezopotamya dibiriqî, ji ber ku her tim ji pêşketina mirovahiyê re pêşengtîkir.

Li Mezopotamya, cihê ku jina Kurd têde mezin bûyî, lawir hatin kedîkirin, agirhat peydakirin, şoreşa çandinî û gundevaniyê çêbû. Şaristanî pêşket, xweda û xwedawand çêbû.

Bêgûman wê neviyên wan jî, xwedî kukên xurt bin. Wê gîha li ser kuka xwe şîn bibe, dama bingeh qawîmbe, bêguman derketinên mezin wê çêbin. Puduhepa nûrbanûya Hîtîtiyan Nefertîti

 

Back to top button