ArşîvÇalakîPerwerde

Komîta perwerdê a kongra star Kobanê dewreyek perwerdê da dest pêkirin

Bi armanca pêşxistina zihin û fikrê mirov, dewlemend kirina raman komîteyên perwerdê her dem dewerên perwerdê didin destpêkirin.

Komîta perwerdê a kongra star herema Firat, kantona Kobanê  dewreyek perwedê girtî bi navê her sê hevalên şehîd ş,DİLARA, RONAHÎ, KOBANÊ,  yên ku di êrîşên balefira dewleta tirk a dagikirker de şehîd bûne de li akademiya şehîd şîlan  da destpêkirin,  di hola dibistanê de wêneyên şehîd Zehra berkel hat daliqandin, her weha fîlêksa  ku li ser ev hatbû nivîsandin berxwedana YPJ ê  buye sembola tolhildana jinê 8ê adarê, hejmara endamên kutevlî perwerdê  bûne 23 ê jinên ku cihê xwe di saziyên cuda cuda de digirin e, rêveberiya xweser, kongra star, komîn, meclîs û her wekî din. Dewreya perwerdê di dîroka 9/5/ 2022 an de hat destpêkirin, wê mehekê bi dome, di perwedê de gelek mijar wê bên nirxandin û dest nîşankirin, 13 mijarên sereke hene  ku li ser werin rawestandin ev mijar ew  dîroka jin‚ rastiya rêbertî‚ civaka xwezayî‚  wê ev ders du rojan berdewam bikin û herwiha dersên din jî hene ku nirxandina wan bê kirin.

Back to top button