ArşîvDaxuyanî

Daxuyaniya platforma calakiyên hevpar diderbarê daxuyaniya herî dawî ya dewleta tirk ya dagirker veger û bicihkirina melyon koçberên Sûrî

ji bo şermezarkirina rola dewleta tirk a dagirker ji destpêka aloziya surî ve, û êrîşbirina li ser heremê bi taybet wek dewletek cîran, ji ber gelek bipêkirin li ser heremê pêkanî, ev binpêkirin tev ji valatî nehatin,lê belê bi destekdayîna dewletên heremê, û erebî mîna Sûdî û Qeter, û êrîş bi ser heremên bakur û rojhilatî surî de birin, û demografıya heremê dana guhartin.

Platforama çalakiyan hevpar a tevger û rêxistinên jina li bakur û rojhilatî surî êrîşên hovane a dewleta tirk a dagirker li ser heremên ewle şermezarkir, herwiha, neqebulikirina biryara dewleta tirk ji bo vegerandina koçberan li heremên ku dikevin bin dagirkeriya dewleta Tirk de, îro pêncşem bi daxuyaniyekê platforma çalakiyan a tevger û rêxistinên jinan bakur û rojhilatî sûrî ji bo raya giştî dan, daxuyanî li gel çarxeriya Efrîn, bi tevlîbûna rêxistin û tevgerên jinan bû, daxuyaniya bi her du zimaman hate xwendin, bi zimanê kurdî ji aliyê Îbtîsam husên endama kordînasyona kongra star a kantona Qamîşlo, û bi zımanê erebî ji aliyê Mekiye hiso endama komîta têkiliyan meclîsa jina surî.

 

 

Ji destpêka kirîza Sûriyê ve , ji sala 2011,an ve, dewleta Tirkî dagirker rola herî xirab lîst wekî dewleteke cîran ji Sûriyê re, ku rêzgirtin ji têkiliyên cîrantî re girtibe lê belê destwerdana wê di rewşa hundirîn a Sûryayê û dagirkirina bajarên wê zagonên navdewletî û mirovî bin pê kirin her weha hemû rêgezên cîhanî pişguhkirin û bi taybet di herêmên dagirkirî de ku hemû kiryarên dûrî pîvanên mirovahiyê pêk tîne ji kuştin, reavnidin û dîlgirtina jinan ku rêjeya herî bilind ji wan pêk tê ta ku giheşte asta sûcên şer û li dijî mirovahiyê.

Daxwiyaniyên dawî  yên dewleta Tirkî der bare veger û bicihkirina melyon koçberên Sûrî ku li Tirkiyê bûn  di herêmên bakur û rojhilata Sûriyê yên hatine dagirkirin de piştî ku niştecihên wê bi dar zorî koçber kirin û pê re hilweşandina cihên pîroz û şûnwaran  her weha ferzkirina zimanê tirkî û guhertina navê dibistan û qadan bi mebesta guhertina  erdengariya  ekolojî û jiholêrakirina nasnameya dîrokî ji herêmê re ku rêjeya herî zêde kurd in , û ev berdewamiya pêkanîna siyaseta guhertina demografîk e piştî êrîş û dagirkeriya herêmê kir di bin navên cuda de, lê tişta ku tê şermezarkirin alîgiriya hin dewletên erbî mîna Qeter û Kiwêt ku piştgiriya darayî ji van rêxistina re dikeçin da ku pirojeya xwe ya dagirkeriyê bi pêş bixe bê yî ku nirx bide. mafên herî rawa yên mirovî , ev ji bilî helwesta hikûmeta Sûrî ya li dijî gelê wê  û berovajî hêviyên vî gelî  û tişta herî metirsîdar û bobelat e ku ev piroje ji hêla Netewên Yekbûyî tê kirin û ev derfetê dide ku careke din rêxistina Daiş nûjen bibe û aramiya ku gelên herêmê tê de jiyan dikin bikeve metirsiyê de.

Ji ber vê em wekî pilatforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan di bakur û rojhilata Sûriyê de bang li civaka navnetewî dikin ku bi berpirsiyariya xwe rabe der barê pirojeya dewleta Tirkî dagirker ku dixwaze armanca xwe pêk bîne di riya lihevkirineke giştî de da ku herêmê dagir bike,  ji ber vê divê civaka navnetewî  xeteriya vê pirojeyê ber çav bigre û derfetê nede ku guhertina demografîk pêk were  heta ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê çêbibe û dewleta Tirkî bê cezakirin li ser sûcên şer ên di herêmê de pêk anîn.

Her weha bangewaziya me ji Netewên Yekbûyî  re ku zextê li dewleta Tirkî bikin da ku ji herêmên hatine dagirkirin  derkeve û vegere sînorên dewletî. Ji aliyekî din ve bangewaziya me ji gel û pêkhateyên civaka Sûrî re ye ku li hember pirojeya dewleta Tirkî bisekinin ku dixwaze xewin û xeyalên xwe di pêkanîna hevpeymana Milî de bi cih bike.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27