ArşîvDaxuyanîNûçe

daxuyanî jibo raya giştî

Bi xemgînî û êşeke mezin me nûçeya şehadeta têkoşera şoreşger Aysel Dogan a keça Dêrsimî, sembola aştiyê û lêkolînera azadiyê, di encama têkoşîneke dijwar a bi nexweşiyeke bêderman re ya ku bi êşa wê ketibû,ku di zindanên faşîzma Tirk de wergirtibû .

Şehîd Aysel Dogan 17 sal ji jiyana xwe têkoşîna  berxwedanê di zindanên faşîzma Tirk de derbas kir, dewleta tirk a ku her tim bi zext û zordarî bersivê dide pêngavên aştî û çareseriyê û têkoşîna azadî û heqîqetê û aktîvîstên siyasî û parlementerî yên girtî, hemû mafên mirovan û navneteweyî binpê dike.

Şehîd Aysel Dogan bû bersiv ji banga Rêberê Gelê Kurd a ji bo aştiyê, tevlî koma duyemîn a aştiyê bû ku di sala 1999’an de ji Ewropayê ji bo muzakereyan ber bi Tirkiyeyê ve bi rê ket û bi hemû endamên heyetê re 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.Piştî ku di sala 2009’an de hat berdan, ji bo xebatên xwe yên cuda di serî de parastina ekolojîk û cihên pîroz de, berê xwe da Dêrsimê û di berdewamiya têkoşîna xwe ya ji bo aştiya hemû gelan û lêgerîna heqîqetê de, di sala 2011’an de careke din tê girtin û ceza hejdeh sal lê tê birîn.Ew gelek caran hat girtin û îşkence kirin û bi salan bê dadgeh kirin.Şehîd Aysel Dogan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd li girtîgehên faşîzmê dest bi greva birçîbûnê kir.Piştî ku nexweş ket û tenduristiya wê xirab bû, di sala 2015’an de hat berdan    Têkoşer Aysel Dogan a keça Dêrsimê ya ku şahidiya komkujiya Dêrsimê ya ku hêz û îradeya berxwedan û têkoşînê da, wê ji bo azadiya gelê Kurd  rêya têkoşînê û mîrateyeke dîrokî ya tijî ked hişt. hemû gelên bindest li ser şopa wê ya xweş zerîf  û aram dimeşin û li ser felsefeya Rêbertî têkoşîna xwe ya berxwedanê didomînin.Şehîd Aysel bû dengê hemû jinan ji bo gihiştina azadî, heqîqet û aştiyê.Em di serî de xwe û malbata wê, hemû jin, raya giştî û rêhevalên wê sersaxiyê dixwazin, em soza şopandina rêya wê û hemû şehîdên xwe didin, heta bigihêjin hemû daxwaz û armancên ku wan jibo wê  têkoşiyane.Ji bo wê û ji hemû şehîdên azadiyê re rûmet û serkeftin.

Meclisa kongra star bakur û rojhilatê suriyê  13 -5-2022

Back to top button