ArşîvDîplomasî

” Civîna şêwra jinên kurd a rojava” ji bo balkişandina ser sucên dagirkeriya dewleta tirk li Heremên dagirkirî

Komîta têkilî û li hevkirinên demokratîk a Kongra Star, amadekariya ji bo civîna şêwra jinên kurd a Rojava dike, ew şêwr wê li kantona Qamîşlo , ji bo balbikişînin ser dagirkerî,û binpêkirinên ku li heremên dagirkirî be.

Weke ku hatiye diyarkirin, wê ev civîn di dîroka 15/5/2022′ an, li hola zana a li bajarê Qamîşlo were li darxistin, ji diyarkirina yekbûna helwesta jinên kurd li dijî dagirkeriyê, heman demê de wê bal were kişandin ser pêşveçûnên siyasî yên hevbeş, û xeteriyên heyî û berxwedan,  rol û erka jinên kurd. Wê civîn li ser du naverokên sereke û bingehîn raweste, yek reşa siyasî li heremê, du helwesta jin li dijî dagirkeriyê, û encamên ku ji civîna şêwerê derkevin.

Ji bo agahiyên berfirehtir bên zanîn,   Ruken Ehmed endama komîteya tîkîlî û tifaqên demokratîk ya kongra star ji malpera me re axivî û got:

Ruken weha dest bi axaftina xwe kir û got: wekî te zanîn em di qonaxeke  gelek hesas û dîrokî re em derbas dibin  ku îro li seranserî kûrdistanê  șerekî dijwar tê meșandin û  dagirkeriyek mezin li ser herêmên me û li ser asta kurdistanê tên meșandin , me jî wek kongra star pêwistî dît ku em komxebatekê bidin meșandin  , komxebat dixwazin  ku bi tevlîbûna  kom jinên Rojava bê da kû șêwarekê em bidin meșandin û di wê derheqê de wek helwestên jinên kurd di derbarê  dagirkeriyê de çine û hem  mijarên rewșên siyasî ,pêșveçûnên siyasî di asta cîhane de em bi hevre bidin nîqaș kirin  û di asta herêmî û kurdistanê  de wê nîqasên berfireh emê bi hevre bi din meșandin û hem rol u misiyona  jinên kurd çine di Rojava de  .

Ruken ev anî ser ziman û got:  Ev șêwara ku were li darxistin wê li ser asta rojava be û  di asta cîhanê de be bi tevlîbûne nûnerên siyasî , hunermend , rewșenbîr da ku em wek jin bidin diyar kirin ku mesacên me ê jin çine, da ku em jin rolek xwe ya rastî di biryara siyasî de bigirin,wek tê zanîn em di qonaxeke dîrokî de dimeșin ev deskeftiyen ku me bi destxistine çi Bakûr Rojava  be çi șengal be em karibin biparêzin li ser vî esasî bi riya onlayîn de wê partiyên siyasî, nûnerên jin û li rojava wê hemî partiyên siyasî, rêxistinên jin, ofîsên jin wê werin vexwendin  .

Ruken da diyarkirin ku Di șêwarê de nîqașên berfireh di derbarê rewșa siyasî  , tehlîl kirina rewșa jin û  rewșa herêmên dagirkeriyê de wê werin meșandin û rol û misyona jinan di vê pêvajoyê de biparêzin û karibin bernameyekî ji hevre binîvsênin   da ku em li ser vî esasî rolek xwe di milê siyasî de bilîzin û bi bandor bibin.

Dı dawıya axaftına xwe de Ruken ev da diyarkirin û got: Di vê em wek jin beranberî hemî șêwazên qirkirinê û dagirkerî em bi sekinin ji berku  em di rewșeke hesas û guhertinek demografîk  re derbas dibin,em wek kurd ku îro deskeftiyên xwe ne parêzin  emê nikaribin heya sed salek din jî van deskeftiyan bidest bixin ji bo wê me jinan fedekarî kiriya çiqas em karibin xwedî li vê dozê derkevin emê karibin yekîtiyek netewî di riya  jinan re bidine ava kirin .

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27