ArşîvHevpeyvîn

“Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan”

Polîtaîka binpêkirin û şerê hovane ku dewleta tirk a dagirker pê radibe li ser heremên parastina rewa, şengal, bakur rojhilatî suriyê tev bi armanca binpêkirina projeya netewa demokratîk, a ku mîna bersivekê ji sîstema modernîteya kapîtalîst re hat, ku dixwaze mafên rewa bifetisîne.

Di 30/8/2014’an de, hêzên herî hov û tarî êrîş birin ser şengal, ev êrîş bi hedefa qirkirina gelê êzîdî bû, hin welatan ev êrîş bi êrîşên qirkirinê pênasekirin,  ne wek her fermanekî bû jî, pêngavek qirkirinê li ber çav û guhê cîhanê tevan bû.. ev projey baş derket holê bi riya komkujî û êrîşên li ser gelê şengalê, mîna bersivdayîn, keç û xortên şengalê serî hildan.

Îro ji duh ne dur e, ji ber dewleta tirk û bihevkariya hukumeta Îraq û PDK’ê êrîşî Şengal dike, dîwaran lêdike, nahêle gelê êzîdî bibin êzîdiyên azad, ji van êrîşan êrîşa 2 meha gulana îsal li ser Şengal, helwesta kurdan tujbû ev binpêkirin nedipejrandin, lê belê tenê aliyekî razîbûna xwe anî ziman û got ku ev hêzên di vir de terorîstin bila şengal valabikin, daxuyaniya Hoşyar Zîbarî ku di 4/5/2022’an de da. Ew hêzên ku behsa wan dike jî asayîş êzîdxanê ye ku tev gelê wê heremê ye.

Di derbarî van mijaran de, jinên êzîdî yên ku li bajarê Helebê jiyandikin, nêrîna xwe anîn ziman.

Gulê xezal endama yakîtiya êzîdiyan suriyê, di destpêkê de em dizanin ku rewşa li Îraq û bi taybet piştî şerê Îraqê di sala 2003’an de, parçebûn çêbû, û îraq parçebû û tê de herem çêbûn, kurdistan jî bû yek ji van hereman, li gel wê jî hukumetek navendî pê ve girêdayî hebû, li gor van parçekirin û heremên Mosil, û kerkuk,  şengal yek ji wan hereman in   ku şer û pevçûn li ser wan hebû, û taybetmendiyek wan a cuda heye ji ber ku ji aliyê çandî, etnîkî û netewî ve dewlemende, ji ber pêkhateyên xirstiyan, kildan, asor tê de hene, ji ber wê jî dibin heremên ku şer li ser wan hebe..

Li vir mirov dikare van her du hereman bi heremên kêmnetew pênase bike, û her heremek ji van dikare bi riya rêveberiya xwe ya xweser xwe bi rêvebibe ji ber van taybetmendiyan.

Rewşa şengal hîn cudatir bû bi taybet piştî ku çeteyên daîş êrîş birin ser şengalê û ketin Îraqê, û daxwaz bi avakirina dewleta xîlafetê kirin, wê demê wisa li şengal dihat meyzakirin bi nêrînek taybet, heta nêzîkatî li gor olên heyî çênedibûn, û mîna kafiran li gelê şengal dihat meyzandin, ji bo wê jî mafekî rawa ji xwe re dîtin ku êrîşî şengal bikin û ol û nijadên heyî talan bikin, lê ya rastî şengal cihekî bi kurdên xwe tê naskirin, bi ser sefnî ve ji aliyê rêvebirinê ve girêdayî ye, û sefnî jî girêdayî mosil e.

Piştî dagirkirin û talanê şengal dest bi avakirina  rêveberiya xwe kir, û hêza xwe ya xweser û leşkereî bi pêşbixe.

Gulê dirêjî da axaftina xwe û got:li şengalê hêza asayîş, yekîneyên berxwedana şengal û yekîneyên jin a şengal hene, ev hêz tev ji gelên şengalê ne, parastina şengal dikin, xwe birêxistinkirin ji bo gel û welatê xwe ji hemo cureyên êrîşan  biparêzin.

Weke ku tê zanîn, leşkerên Îraq û Pêşmergeyan ji şengal vekişiyan dema ku çeteyên daîşê êrîşbirin ser şengal, û derbasî wir bûn.

Gulê tekez kir ku, şengal îro bi hêz e,

Û ev tişt li gor dijminên kurdan ne di cih de ye ji ber ku li gor planên wan yên dagirker dernakeve, yek ji ber ku şengal cihekî wê ya stratejîk heye di hundur rojhilata navîn de. Û ew vî tiştî napejrînin, ji ber wê em dibînin hukumeta erdoxan berê xwe dide ber heremên ku berxwedanî lê heye, mîna Avaşîn, xaneqîn dixwaza êrîş bike, dagir bike, talan bike, ev êrîş ne yek aliye belê bi hevkariya hukumetên navendî û Îraqê de pêk tê. Ev hukumet armanc dikin ku plan û projeyên heyî tune bikin.

Gulê li axaftina xwe ev zêde kir, îro dîwarê şermê dîwarê parçekirinê tê lêkirin li cihê ku berê xeta tirênê ya rojhilata navîn tê re derbas dibû, li şûna wê xetê dixwaze sînorên bi ewle ava bike,ji bo sînorên xwe ev jî dihêle ku guhartinek demografî çêbibe, her weha tevahî koçberên ku li tirkiyê kar dikin bi heqdestekî gelek erzan û ne hêjayî gotinê ye, dixwze wan vegerîne suriyê û wan li dijî welatên ewropî mîn pelek zext bikar tîne, ev dîwar jî dikeve nava rêze kiryarên dagirkeriyê.

Bal kişand ser lêkirina dîwar dîsa û got: ev dîwar bihevkariya welatên din çêdibe, mîna Îxwan bi taybet qeter û ji xeynî wê ji bo wan koçberan di wan cihên mêtîngeh de bi cih bikin, û proje ji ya Îsraîl ku li fîlastîn ne dur in.

Her projeyek guhartinê tê wateya qirkirin û koçberkirinê û bê nasname mayîn.

Gulê Îşaret bir ser kêmnetewan li Îraq û got: osmaniyan di 400 sal de her tim ajîta dikirin ku ew xwedî erd û gel in û ew dayîk û hembêza tevahî netewa ne ev jî dema dibû di bin navê îslamiyetê de. Lê ev siyaset tev ji bo talan, qirkirina gel bû, û nakeve xizmeta projeya netewa demokratîk ya ku sîstema kapîtalîst wê red dike.

Gulê da diyarkirin ku eger bi rêveberiya xweser qebûl bikin ev nakeve xizmeta berjewendiyên wan yên mêtîngerî, weke ku îro li ser erdê tê diyarkirin. Ji ber dijminê bav û kalan nabe dostê lawan.

Em bipirsê xwe diçin gel partiya demokratî a kurdistanî PDK’ê û dibêjin: çima tu êrîşan dibî ser şengal? Hevkariya dijminê xwe dikê  bese ji şerê biratiyê re, ev şer ne şerên nakokiya ne, dikevin xizmeta dewletên hegemonîk, û fitinê û lewaziyê di nava gelên heremê de didin avakirin.

Di dawiya axaftina xwe de gulê bang li netewên yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan, dewletên azadîxwaz kir ku destek bidin gelên bindest û bi qirkirinê re rû be rû ne. Berxwedaniya gel, gerîla, yekîneyên parastina gel, jin, berxwedana şengal, jina şengalî pîrozkir, û hêvîkir ku bigihêjin çareseriyên aşîtiyan eû ji pevçûn û nakokiyên nijadperest bidûrkevin.

Raniya ceafer komîteya perwerdê ya mala îzîdi li Helebê êrîsên dawî yên ku dewleta tirk û bi hevkariya PDk ê tê meșan din li ser șengalê bi tûndî șermezar dike.

Raniya dibêje șengal cihê ola resene cihê çand û dîroka kurda ye ji ber vê yekê her dijmin dixwaze derbasî șengalê bibe , em wek jinê sengal naxwazin ku carek din ferman di sengalê de  çêbibin .

Her kes zane ne tenê li șengal hat meșandin ev șer yan jî ferman , li Efrîn jî eynî tișt hat meșandin û gûhertinek dîmûgrafî têde niha tê kirin .

Banga me ji tevayî miletê me yê kurd re û civaka  îzîdî bi taybet  ku  li pișta miltê xwey șengalê bin .

Mala berezanî bila zanîbe ku eger îro șengal  here  wê sibe eraq jî here .

Di dawî de bangek min heya ku jinên me ê șengalê ku li ber xwe bidin û malê xwe bernedin  û bînin bîra xwe ku mala berezanî ci xiyanet bi miletê șengalê re kirin , da ku milet ji dev xaka xwe berdin .

wekî jin û miletê șengal gerek em li ber xwe bidin û ji her kesî re diyr bikin ku emê her li ber xwe bidin û welatê xwe ji dijmin re nahêlin .

Bi navê yekîtiya  jinên îzîdiyê Rojava berdevka jinên îzîdî Nîroz Edo  :  êrîșên ku li ser gelên mey șengalê rojane  tên meșandin șermezar dike û

dibêje rûxmî hemî êrîșan

lê her gelê me yê îzîdî têkoșîn dike û ber xwe dide ji bû jiyanek azad .

Nîroz Edo  wek jinek îzîdî vî serê hovane ê kû li șengale tê mesandin șermezar dike nîroz dibêje: em wekî jinen îzîdî bi taybet bi gelek komkujiyên gistî re derbas bûn, tê bîra her kesî ku DAIŞ çawe di 2014 an de gelek keç u xortên me revandin û ketin bin destên wan û ew firotin li bazaran   , heya niha jî ne hatine rizgarkirin.

Em wek jin heya niha  bi van rojan pir pê dișin ev roj qet nayên ji bîr kirin .

wekî jinên îzîdî em  cesaret û hêza  xwe ji YPŞ ê digirin, emê her li pișta șervanên xwe bin ji berku rastî me dît çawe pêșmergeyan qelêșen xwe hiștin û reviyan .lê hêza  me xwe giyand șengalê û  miletê șengale parast, heya niha jî me di parêze û her tim sînga wan li ber șer vekiriye da ku dijmin derbasî șengalê nebe û gelê îzîdî di êșgenceyeke din de derbas nebe.

Newroz di dawiya axaftina xwe de got: wek tê zanîn gelê mey îzîdî di fermana 74 an li ser  tê meșandin em vê yekê bi tûndî șermezar dikin em jinên îzîdî qet qêbûl nakin ku carek din ev êrîș li ser me werin meșandin .

di dawî de NEWROZ bang li mafên mirovan kir ku  êzîdiyan  ji fermana ecel biparêze .

Back to top button