Arşîv

Binevş Zekem Û Şobê Ji Holê Radike

Di encama lêkolînan de derketiye holê ku Kulîlka bi navê Binevş ji bo xeniqok, bronşît, kuxuk, êşên qirik û dranan îlace, bandora wê ji bo dermankirina van nexweşiyan gelek base.

Binevş di destpêka biharê de di binê darên şilî, li nav hej, pej û li ber dîwaran, li rexên av û mêrgan xwe bixwe hêşîn tê. Belgên wê keskin û rexên wê xetxetin. Hinek wek dil, hinek wek gûrçik û hinek jî dişibin serê riman. Ji ber ku binevş nebatek bê navteng e, belgên wê û kulîlkên wê di reha mader de sererast derdikevin. Rehên wê di bin axê de wek ta dirêj dibin û weke komekê derdikevin. Kulîlkên wê gelek bêhnxweş û rengên wê binevşî , soremor, û peyazî ne. Di dinê de 400 cûreyên wê hene. Hinek ji wan bê bêhnin. Di hin welatan de ji bo xweşikbûnê di baxçan de tên çandin. Li Kurdistanê bi qasî 15- 20 cûreyên wê hene.

Welatê binevşê Mezopotamya, Qafqas, Balqan û welatên Derya Spî ne. Dîroka wê baş nayê zanîn. Lê ji ber ku kulîlkek biharê ya bêhnxweş e, dibe ku dîroka wê xwe bigehîne demên berî mirovahiyê jî. Lê di medenîyetên di wan welatên lê şîn tê de, jibo derman hatîye xebitandin. Di mehên Nîsan û Gulanê de kulîlk û belgên wê, di payîzê de jî rehên wê tên berhevkrin û di sîberê de tên hişkkirin. Paşê di nava tûran, an jî firaxek cam de devgirtî tên parastin.

Ji bo çi kulîlkên bineşê başin û kêrhatinên wê:

– Belxemê tavêje.

– Sîngê nerm dike û xwêhdanê dide.

– Ji bo êşên bawîbûnê gelek base.

– Xuran dibire “ xasma jibo zarokên berşîr ku di serên wan de tuvil (çerm) radibe.

– Destava zirav zêde dike, nexweşîyên rêyên destavê dikewîne û paqij dike.

– Hemû awayên kul û pirzikên çerm “ yên şil û zuha “ dikewîne.

– Xwînê paqij dike.

– Zekem û şobê ji holê radike.

– Ji serêşên ji xwînê û sefrayê tên re dibe alîkar.

– Ji  bo xeniqok, bronşît, kuxuk, êşên qirik û dranan bandorek baş û erênî dike.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27