Arşîv

Ji bijîşka Kobanê Bêrîvan Xelîl hişyarî: Xwe ji germa havînê biparêzin

Bijîşka Navenda Tenduristiyê ya Kantona Kobanê ya Heyva Sor a Kurd, Bêrîvan Xelîl, ji bo meha havînê gel hişyar kir û got:”Di meha havînê de gelek nexweşiyên wekî tîfo, Rîşên Salê, emel, tansiyonê bilind, nexweşiya dil zêde dibe û dibe sedema xerabiya tenduristiya mirov. Loma divê di meha havînê de mirov xwe ji germê biparêzin, zêde avê vexwin û xwarinên sivik bixwin.”
Di meha havînê de ji ber germahiyê nexweşiyên cuda belav dibe û ji bo mirov xwe ji van nexweşiyan biparêzin bijîşka Navenda Tenduristiyê ya Kantona Kobanê ya Heyva Sor a Kurd, Bêrîvan Xelîl diyar kir ku divê mirov di meha havînê de xwe ji germê biparêze û got:” Di meha havînê de nexweşiyên wekî, tîfo, rîşên salê, emel,  tansiyonê bilind, nexweşiya dil zêde dibe. Di heman demê de ji ber hewa germ e ji ber xwêdanê mirov avê û mîneralê zêde wenda dikin ev jî dibe sedem gêjbûna serê mirov, lihevketina madê mirov. Bi taybet jî germahî bandorek neyînî herî zêde li ser zarokan dike. Divê bi taybet zarok ji germa havînê bê parastin.”
Bijîşka Navenda Tenduristiyê ya Kantona Kobanê Bêrîvan Xelîl, bi lêv kir ku di germa havînê de xurek hîn zû xera dibin û bi vê yekê girêdayî mirov jehrî dibe û got:”Divê mirov havînî 10-13 qedeh av vexwe û heta ji destê mirov tê xwarinên giran nexwin. Xwarina dohnê zêde divê havînî nê xwarin.”
‘Qirêjiya hewayê jî dibe sedema nexweşiyan’
Bêrîvanê da zanîn ku havînî qîrêjiya hewayê jî dibe sedema nexweşiyan û domand:”Ji ber toz havînî hîn zêde dibe divê mirov xwarinên li derve yên vekirî nexwin. Ji bo tenduristiyek baş divê mirov xwe ji xwarina ku 3 dahna derbas dike jî biparêze.”
‘Meş û avjenî ji bo tenduristiyê baş e’
Bêrîvanê diyar kir ku mirovên dixwazin tenduristiya wan baş be divê bimeşin û avjeniyê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Ji bo jiyanek bextewar û xweş divê em li tenduristiya xwe miqatebin.”
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27