ArşîvDîplomasîNûçe

Ji bo yekkirina pozîsyona jinên Kurd li dijî dagirkeriyê.

 Berxwedana jinê Tevahiya şoreşa jinê destkeftiyên mezin bû, lê dijmin bi polîtîkayên xwe yên hovane dest pê kir ku jin li hemû herêman bi taybet li Şengalê qir kirin.

 

Di berdewamiya xebatên civîna şêwirmendiya jinên Kurd li Rojava ku îro danê sibê dest pê kir, piştî bidawîbûna nîqaşên li ser xeleka yekem, vekirina xeleka duyemîn di bin navê helwesta jinên Kurd li dijî dagirkeriyê dest pê kir. Jina ku ehlê hest û aqil e, ew e ku dikare her tiştî û her dem bifikire û hîs bike, lê mêr nikare van tiştan hemûyan bike ji ber ku jin perwerdekirî bû û dikaribû her tiştî bike, lewra ew xistin asta xwarê. ev şerên ku îro tên kirin hemû ji brê vê zihniyetê ne, guhertinên ku diqewimin ji ber vê hişmendiyê ne, Ji ber vê yekê jinê gelek metirsî dît bi qiyametê re rû bi rû bû û jin bi hişyariya xwe karîbû weke xwe bimîne û civakê bidomîne û nîşan da ku tevî çewisandin û jenosîda ku Kurdistan pêre rû bi rûye. gelek jinên pêşeng ku bandor li ser civakê û çalakiyên leşkerî û siyasî kirine û herdem mafê Kurdan wendaye û ev hemû jî ji ber desthilatdarî û zîhniyeta ku li ser esasê koletiyê hatiye avakirin e, Û ev tişt bi vê şoreşê hate îspatkirin ku jin bû rêber, leşker, dayik, înkubatora çandê, ev tişt hebû, lê di bin siya zihniyeta desthilatdariyê de rûniştibû, lê îro ev hemû pêkan e. Narîn , her wiha îşaret bi îradeya gihandina azadiyê kir, ku her tim ji bo her ferdekî bi taybetî ji bo jinê tiştekî xeyalî bûye û li ser vê bingehê jina Kurd xwe bi van daxwaz û erkên ku li ser milê wê hatine danîn sînordar nekiriye. Her wiha got, dibe ku jin her tim bi astengî û zehmetiyan re rû bi rû dimînin, lê bi derketina qadên têkoşînê li hember van hemûyan li ber xwe didin, Ew bû pêşeng , dema ku me xwest jin azad bibe em çûn mala bi mal em geriyan ji bo azadkirina jinan û îro di şoreşa Rojava de cihê xwe yê diyar  heye û hemû cîhan behsa vê şoreşa cîhanî dike û berê jî jin daxwaza  mafan dikir, lê îro ew bêhtir biryarder in. Nêrînên xwe tîne ziman, digihêje biryarên ku civakê eleqedar dike û civakê bi pêş ve dixe. Divê ev daxwaz û biryar ne li ser sînorên jina Kurd rawestin, divê li çar aliyên cîhanê belav bibin. Wê destnîêankir ku qonaxa niha ya ku cîhan tê de derbas dibe, ji ber ku qonaxeke girîng e û tê de gelek guhertin û pêşketin hene û erka sereke dikeve ser milê me jinan ku em bi van pêşketinan re bin ku li gorî serdema me bin. Wê di dawiya axaftina xwe de got: Divê jin rol û erka xwe pêk bîne û biryara pêwîst bide.

Asya Ebdullah:  hemû şehîdên berxwedanê bi bîr anî, jinên ku li eniyên şer têdikoşin û hemû şervanên jin û mêr ên di zindanên dagirkeriyê de girtî silav kir û diyar kir ku pêwîstiya civaka jinê û hemû cîhanê bi têkoşînê heye bi Têkoşîna berfirehtir û em jî weke jin parçeyek ji vê têkoşîna azadiyê ne, jin weke jinên Kurd ked, berxwedaniya leheng, ev têkoşîn hemû ji saya  jinên ku xwe li çiyayan birêxistin dikin tê, Îro her kes dixwaze ji têkoşîna jinê ya li dijî kapîtalîzmê sûd werbigire, îro hemû cîhan ji aliyê fizîkî, çandî, hestyarî ve hewl dide jinan ji holê rake, ev êrîş hemû ji bo vê yekê ne, ev hemû jî bi awayekî domdar li dijî jinê tên mrşandin .û jinan jibo xwe bi rêxistin dike û îro em li dijî van zihniyetên otorîter ên paşverû yên ku jinan qels, bê hêz, bê ked dibînin, rawestin û ji ber vê yekê divê em bi israr û berdewam têkoşînê bidin.Û îşaret bi mijareke a yekitî helwêsta jinên Kurd li dijî dagirkeriyê kir, ji bo bihêzkirina rola jinê ya ku dijmin û dagirkerî hewl didin ji holê rakin, û ev hêz bi encameke mezintir derkeve holê, her kesê ku li ba Gelê Kurd û doza Kurd, jina Kurd, ew dostên Kurdan in û her wiha destnîşan kir ku xebata stratejîk a dikeve ser milê jinan parastina hemû destkeftiyên ku bi têkoşînê hatine bidestxistin e. Îro ev hemû êrîş ji bo tunekirina hebûn û nasnameya kurde û berxwedana jina kurd in û Yekîneyên Jinên Azad sitare û ji ber wê jî ev hêz dixwazin destkeftî û fedekariyan lawaz bikin, îro bi dehan Jin li çiyayên Kurdistanê li eniyên herî pêş têdikoşin û li girtîgean têdikoşin. Wê da zanîn ku ev pirs pirseke netewî ye û her tişt û her berxwedanek ji bo nasnameya jin, welat û Kurdistanê ye û her tiştê ku îro heye ji bo bihêzkirina rola jinê di warê siyasî de ye. Ev barê siyasî yê ku li ser milê me ye.Konferansa yekemîn a jinan ku bi dirêjahiya demê û bi beşdariya bi dehan jinan hate lidarxistin û nêrînên xwe anîn ziman û di heman demê de konferansa netewî ya ku li Hewlerê hate lidarxistin rola herî mezin lîst, ji ber vê yekê em dibêjin. rola ku divê bê lîstin û berpirsyarî li ser milê me hemûyan e û bi vê berpirsyariyê divê ku konferansa sêyemîn a jinan bê lidarxistin.Her wiha diyar kir ku ji ber girîngiya destkeftî, êşên ku jinan jiyane, zehmetî û astengiyan pêwîstiya çûna ber bi lidarxistina konferansa sêyemîn a netewî ya jinan heye û ev hemû mijar divê bibin cihê nîqaşê. komîteyên Rojava ji bo lidarxistina vê konferansê amade ne.

Hwerwiha bal kişand ser girîngiya rola dîplomatîk ji bo xurtkirina têkiliyan û peywendiyan li hemû aliyên cîhanê û ji bo pêkanîna çalakiyên hevbeş bi hemû deveran re. Berxwedana jinê Şoreşa jinê ev hemû destkeftiyên mezin bû, lê dijmin bi polîtîkayên xwe yên hovane dest pê kir ku jin li hemû herêman bi taybet li Şingal û qir kir, wê xwest ku berpirsyarên van sûc, sûcên qirkirina jinan bên cezakirin. dengê jinên ku bi qirkirinê re rû bi rû ne ew bû ku bi ruhê berpirsyariyê tevbigerin ji bo rawestandina van hemû sûcan. Ev hemû binpêkirin binpêkirinên li dijî qanûnên navneteweyî ne, ger em li hemberî van bûyer û sûcan rawestin, ji bo azadkirina gelê Kurd divê em her tim hişyar bin.ger em li hember vê nesekininem nikaribin  Girtiyên jin û girtiyên ku hê jî di girtîgehên dagirkeriyê de ne rizgar bikin.Wê rola tevger û rêxistinên jinan û berpirsyariya wan ya ji bo bidestxistina encamên girîngtir ên ku azadiya jinan pêşde bibin û bilindkirina leza têkoşînê li dijî her cure teror û êrîşan bilindkirina asta tekoşîn , nirxand û li ser girîngî û rola platformên ku li hev kombûnên çêdibin bala raya giştî ya cîhanê bikişîne ser van mijarên girîng, gelek aliyên siyasî hene ku divê li ber çavan bên girtin, guhertin û guhertinên ku rojane çêdibin, hemû karên bingehîn in ku divê bên zelalkirin û ev tişt hemû bi xebata ku  ku bê kirin bi destê jinê mimkun in.Asya di axaftina xwe de da îşaret bi pirsa yasayên navdewletî û binpêkirinên li dijî jinan, bi rêya girtin û sucên li dijî jinan kir, û yek ji wan dosyayên herî girîng û metirsîdar e, û ji raya giştî re eşkere bû,ew Sekreterê Giştî yê Partiya Sûriyeya Pêşerojê di sala 2019an de kiribûn hedefa êrîşên xwe . Di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya bilindkirina asta têkoşînê, rawestana li dijî van planên dagirkeriyê û bilindkirina leza têkoşîna îdeolojîk a li dijî van êrîşên dagirkeriyê.

15-5-2022

 

Back to top button