ArşîvDîplomasîNûçe

Encamnameya civîna şêwra jinên Kurd a Rojava

Îro ji serê sibê de ji seat 10ê siharê civîna şêwirê a jinên li rojava ku destpê kiribû bi gelek xal û naverokên dewlemend hat guftogokirin û civîn bi encamnameyekê heya seetên êvarî seat 5an bi bi serkeftî bi dawî bû.

Encamnameya civîna şêwra jinên Kurd a Rojava

Di roja 15’ê Gulana 2022 bi pêşengtiya Kongra Star zêdetirî 50 jinên Kurd wek nûnerên rêxistinên jin, partiyên siyasî, hunermend û ronakbîr di bin dirûşmaya “Ji bo yekbûna helwesta jinên Kurd li dijî dagirkeriyê” li bajarê Qamişlo kom bûne. Ji beşên din ên Kurdistanê û derveyî welêt jî gelek nûnerên rêxistinên jinê û partiyên siyasî bi riya online tevlî şewrê bûn. Hunermendên jin ji parçeyên din ên Kurdistanê jî peyamên xwe ji bo yekitiya netewî gihandin kombûna me ku di Roja Zimanê Kurdî de hat birêxistin kirin.

 

Şêwra me di qonaxeke gelek hestiyar û krîtîk de hat lidarxistin. Şerê Cîhanê ê Sêyemîn, yê ku roja me ya îro de êdî ji aliyê herkesî tê qebûl kirin, wek şereke dijwar li ser Rojhilata Navîn hîn kûrtir û aloztir dibe.

Hêzên hegemonîk û hêzên herêmî li ser parvekirina desthilatdarî di nav pevçûneke de ne. Ev pevçûn bandora herî mezin li ser herêmê me, welatê me û gelê me dikin.

Di heman demê de jinên Kurd bi şêwazeke dijwar bi êrîşên cuda rû bi rû dimînin. Rewşa jinên Êzîdî ku ji aliyê DAİŞ’ê hatin dîl girtin û jinên Kurd di herêmên bin dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk û çeteyên wî li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî, êrîşên kuştinê û qirqirina siyasî li hemberî jinên pêşeng mînakên herî berçava nin.

Lê di heman demê de gelê me bi pêşengtiya jinê li hemberî hemû curên qirqirinê berxwe dide; ji qirqirina çandî bigre heya qirqirina siyasî, ji dagirkeriyê bigre heya planê teslîm girtina îradeya Kurd a serbixwe, ji guhertina demografîk bigre heya siyasetê koçber kirinê.

Di civîna me de pêşveçûnên di herêma me de û bandora wan li ser welatê me bi berfirehî hatin nîqaş kirin. Xeterî li ser me tê ferz kirin pir mezin e. Êrîşên dijminê bi armancê qirqirinê têne bilind kirin. Di heman demê de berxwedanê gelê Kurd berxwedanê hebûn û tunebûnê ye. Şêwra me bal kişand li ser planên dewleta faşîst a Tirkiyê ji bo pêkanîna Mîsakî Millî bi riya dagirkeriya Rojava û Başûrê Kurdistanê di 100’mîn salvegera Peymana Lozanê û damezrandina komara Tirkiyê.

Di vê çarçoweyê de dewleta Tirk him gef li ser Rojava û Bakur Rojhilatê Sûrî dike him jî êrîşên xwe li ser xaka me her ku diçe zêde dike.

Dîsa li Başûrê Kurdistanê, di Herêmên Parastina Medya operasyoneke nû da destpkêkirin. Di heman demê de êrîş li dijî îradeya azad a gelê Êzîdî li Şingalê giran bûne.

Di civînê me de hate tespît kirin ku van êrîşan ji hev qut nînin û di nav planeke têne meşandin. Ev konsept armanc dike ku tecrît a ku li ser Rêber Apo tê domandin belav bibe û hemû têkoşînê me yê azadiyê bifetise. Şêwra me helwesta da nîşandan li hemberî sîstema tecrît û îşkence ya Îmraliyê û banga bilind kirina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.Ji bo têk birina planên qirêş li hemberî Kurdan pêwist dike gelê me û hêzên Kurd xwediyê sekneke yekrêzî bin ji bo parastina destgeftiyên hene, ji bo zêdekirina qazancên me û pêkanîna azadiya xwe. Lê mixabin xetê Kurdê hevkar roja me ya îro de jî li aliyê dijminên gelê me cihê xwe digre. Civîna me pozîsyona îxanetê û hevkarî ya PDK’ê bi tundî şermezar kir, bang kir ku lezgîn dev jê nokerî berde û were ser xetê yekitiya netewî a demokratîk.Wek rojevê duyemîn civîna me li ser rol û erka jinan di vê pêvajoya krîtîk nîqaşeke berfireh da meşandin. Roja me ya îro de ji her demê zêdetir pêwistî bi pêkanîna mîsyona pêşeng ya jinên Kurd heye. Lazim e weke jin em pêşengtiya xwe di têkoşîne li hemberî dagirkeriyê û ji bo avakirina yekitiya demokratîk a netewa Kurd xurt bikin.

Li ser van nîqaşan ku îro hatin meşandin şewrê me li ser van mijaran gihişt helwesteke hevbeş:

 

  • Helwesta netewî li hemberî dagirkeriyê pêwist dike zelal bibe. Têkoşîneke asta navnetewî li dijî dagirkeriyê li ser axa Kurdistanê erkeke netewî ye. Jin pêşengê vê erkê ne. Di heman demê de xwedî li derketina berxwedana gerîlayên YJA-Star û HPG li dijî dagirkeriyê erkeke netewî ye.
  • Hevkarî bi hêzên dijminê gelê Kurd xetê me yê sor e û bi tu awayî nayê qebûl kirin. Divê li dijî nokerî helwestek xurt û bi bandor were pêşxistin.
  • Wek jinên Kurd pêwist dike em li derve sînorên siyasî û hizbî kom bibin û hêza xwe bikin yek ji bo ku bikarin mudaxaleyeke bi bandor li ser rewşa siyasî li Kurdistanê bikin. Ji bo vê kar û xebat him di nav parçeyan him jî di asta netewî de werin xurt kirin.
  • Divê di asta Rojava jî xebatên ji bo avakirina yekitiya jinên Kurd bi hêztir werin meşandin. Ev jî erka me hemûyan e. Bi vê armancê wê înîsîyatîfeke bi navê Jin Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê diparêzin were avakirin. Dîsa di asta navnetewî de kampanyayeke imzeyan li dijî dagirkeriyê were pêşxistin.
  • Divê dîplomasiyeke netewî a jinên Kurd were meşandin ji bo têk birina siyasetên qirêş ku tune kirina destgeftiyên Kurdan armanc dikin.
  • Şêwra me bang dike ku Sêyemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd lezgîn kom bibe. Bi vê armancê bang dike ku komîteya amadekar a konferansê asta çar parçeyên Kurdistanê bicivîne û biryarê konferansê bide.
  • Xebatên xurt û encamgir ji bo rizgar kirina jinên Êzîdî ku ji aliyê DAİŞ’ê hatin dîl girtin erkê esasî a tevgerên jinên Kurd in. Di heman demê de pêşxistina xebatên taybet ji bo darizandina berpirsiyarên qirqirina jinê li herêmên bin dagirkeriyê dikeve bin mesûliyetê me.
  • Civîna me bêdengiya hêzên herêmî û navnetewî li hemberî êrîşên dagirker a dewleta Tirkiyê şermezar dike û wan wek şirîk bi dest digre. Dîsa hêzên ku bi riya şirketên xwe hevkariya dagirkeriya Tirk dikin, bi taybet jî Qatar û Kûweyt, wek aliyeke sûcên li dijî mirovatî dibînin û banga bilind kirina têkoşînê hiqûqê li dijî siyasetê guhertina demografîk dikin.

Civîna Şêwra Jinên Kurd a Rojava

15 Gulana 2022

Qamişlo

Back to top button