ArşîvGotar

Kûştina jinan ne exlaqê mirovatiyê ye

Di dema dawî de em dibînin ku tûndiya li ser jinan zêde dibe , bi taybet bûyerên kûştina jinan , gelek kesên nezan lêvegera wan ji sedema bûyera kûştinê re çêdibe , tê wateya em tûnekirina jiyana mirovan mafê xwe dibînin û danînan sedeman ortê kûştinê rawa dikin .

Ev bi xwe weke rêbazekî fêrbûnê û perwerdekirinê yê şaşe , ku ji gelek çavkaniyan xwe digre , yek ji van çavkaniyan  jî kevneşopiyên civakê ku xwe dispêre olperestiya ku di civaka Rojhilata navîn de serwerbûye , di heman demê olperestiyeke seransere bê cewhere ,  bi semîmiyet nêz nabin û tenê ji bo bercewndiyên xwe û îsbatkirina hebûna xwe nava civakeke pertî zilamtiya xwe radighîne  , hemû olên yek xweda ku daketine li ser gel eger mirov derketina olan lêkolîn bike ev ol  ji bo aşîtî û hezkirin û edaletê ye , lê pir berovajî wê tê pêkanîn û di civaka me de herî zêde ya ku di rêûresmên pêkanîna ol de jine û ya herî zêde û qanûnên ol li ser tê meşandin dîsa jine , ev jî zilmeke mezine û bê edaletiyeke dûnyayî ye.

Sedemeke din û sereke ya tûnd û tûjiya li ser jinan tê meşandin ewe mejiyê zilamtî ku serdestiya xwe di pêkanîna tebeqeyê de dibîne , her jin ew çînatiya dûwemîne ku zilam li ser jiyan dike û pê re hevssengiya civak û xwezayê xirab dike , ev weke bi giştî li cîhanê sedemên kûştina jinan , lê eger em werin Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ku di bingehê avakirin sîstema xwe ,xwe dispêre azadiya jin û ji bo wê tekoşînên bê hempa têne meşandin , di hemû qadan de şert û mercên ku jin were parastin û xwediyê xwe hatin avakirin û rojane bi şer li hember hişmendiya zilamtî tekoşîn dewam dikn .

Di sîstema Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de, bi despêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê , saziyên jinan hatin vekirin ji mala jin bigre ta yekîtiya star ya ku îro bûye Kongra star, her wiha asayîşa jin , HPC-jin , YPJ , meclisa edaleta jin ,meclisa jin li bakûr û rokhilatê Sûriyê , meclisa jinên Sûriyê , ji bilî beşdarbûna jin di hemû cihên biryerê de , bi pêkanîna sîstema hevserokatiyê , lê dîsa jin li bakûr û rojhilatê Sûriyê têne kûştin di bin navê namûsê de , tê wateya hîn ew hişmendiya deshilatdar û kevneperest û cinsiyetperest di çanda civaka me de hekime .

Tevî rêxistinkirin û sazbûyîn û perwerdekirinê , lê dîsa jin têne kûştin ,ji despêka şoreşê heya neha êrîş û şerên germ û sar (taybet ) ranewestiyayî ,destdirêjayî li ser nirx û destkeftiyên şoreşê çêdibin ji ber pêşengtiya wê jin dikin , êrîş û qirkirin li ser sazîbûyîn û rêxistinbûyîn û hêz û îradeya jinan e, êrîş li ser pêşengtiya jin ya ji bo aşîtî û demokrasiyê ye, êrîş li ser hevgirtina jinan .

Ji ber kûştina jinekê li cîhanê tê wateya xûrtkirina rêxistinkirina jinan , zêdetir xwedîderketina li jinan , zêdetir parastina jinbûyîn û xwebûyînê .

Li ser vî esasî û şirovekirina zêdebûna hejmarên kûştina jinan , tiştê herî zêde ku ji tevahî me jinan tê xwestin xwe rêxistinkirin û perwerdekirin û xwedî li jinbûyîna xwe derkrtin .

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27