ÇalakîKomîtePerwerde

Beşdarvanên dewreya şehîd Mizgîn: “emê şopa şehîd mizgîn bi şopînin”

Dewreyeke perwerdê bi navê şehîd Mizgîn Rojhilat li Akademiya Star ya ku li navçeya Rimêlan ser bi kantona Qamîşlo ve hat destpêkirin.

Kongra star û bi hevahengiya komîta perwerdê ya Kongra Star, îro duşem 16/5/2022’an dest bi dewreyek perwerdê girtî kirin, perwerde li akademiya Star vebû, perwede bi navê Şehîd Mizgîn Rojhilat e ku li şerê parastina rewa ji bo maf û ax li heremên parstina mediya şehîd bûbû..

24 endam û rêvebirên kongra star, komîta aboriya jin, komîta edaleta jin, û hevserokên komînan û beşdarvan ji heremên şehba, Heleb, û herema cizîr tevlî vê derwê bûn.

Dibistan bi wêneyê şehîdan, serokatî û ala kongra star, û komîta perwerdê hate xemliandin. Beriya ku dest bi vekirina dewrê bikin beşdarvan vexwendin ku xulekek rêzgirtin li ser giyanê cangoriyên azadiyê rawestin. Pişt re gotina vekirina dewreya perwerdê ji aliyê Rohilat Muslum, berdevka komîta perwerdê ya kantona Qamîlo ve hat kirin.

Rohilat di destpêka axavtina xwe de ev got: îro ger em li vir in ev bi saya fikir û felsefeya rêber abdullah ocelan e, ji bo wê em vê perwerdê li tevahî hevalên beşdar bûne pîroz dikin, ev dewreya ku navê şehîd Mizgîn Rojhilat radike, vekirina dewreyekî girtî di van demên zor û zehmet li ser asta Rojava xwedî wateyekî pir mezin e û bi nirx e ji bo me, bi taybet di van deman de demên ku êrîşên hovane ku ji her alî û bi her awayî bi ser me de tên, ev êrîşên ku bi taybet me jinan ji bo xwe dike armanc, û wek tevger da ku me bixe çemberê. Ji bo pêwîste em bi tevahî hêza xwe tevî perwerdê bibin, vîn û hêza xwe ji bo dijmin û ji bo cîhanê tev nîşanbidin, her weha, helwsta xwe ya bişop nîşan bidin”.

Rohilat axaftina xwe weha domand: weke ku çawa dikeve ser milê me em karbikin, girîng e em ji aliyê bîrdozî ve jî xwe kûr bikin,  ji ber perwerde riya rizgarkirina ji hemo zehmetiyên ku li beramberî me derdikevin,  perwede di çarçoveya parastin,  bi xak û welat  ve girêdan, bi riya perwerdekirin, pêşxistina kesayet, bi îdeolojî xwe dagirtin, fêrbûn, bi mentiq fikirandin, em dikarin bighêjin encamên ku tên xwastin, ew encamên ku civak li derve li bendê ye”.

Rohilat muslim tekezkir li ser girîngiya perwerdê, û şopa şehîd Mizgîn Rojhilat şopandin, şehîda ku li dij êrîşên hov li ser jin û civak şerkir û şehîd ket,  û got: rê li pêşiya van êrîşan tevan wê bi rira perwedê be, aqil bi raman zengîn kirin, û projeya netewa demikratîk û biratiya gelantemam kirin, ew projeya ku ji bo me riya rizgariyê ye, ji lewra her dem dibe hedefa dijmin ta serek e”.

Rohilat bal kişand ser van êrîşên rojan ku li ser heremê parastina mediya kir, û da diyarkirin ku ev êrîş ne tenê li ser gerîlayan e, li ser tevahî civakê ye, li ser hebûna me ye, êrîşên valalkirin heremê ji gel û projeya wê ye”.

Rohilat Muslum berdevka komîta perwedê ya kongra star a kantona Qamîşlo tekez kir ku her hevale perwerdê baş û rast binirxîn e ji bo ku bibe cihê bi ewle ji civakê re û ji jin re bi taybet, û bi hêviyên serkeftinê dawî li axaftina xwe anî”.

Sewsen silo, endam komîta aboriya ji di derbarê perwerdê de nêrîna xwe anî ziman û got: sedema ku hîşt em derbasî perwerdê  bibin ew e em xwe ji aliyê têgihïştona bîrdozî ve dagirin, û vê bîrdoziyê belav bikin, di heman demê de bal bir ser gotina rêbertî ku dibêje: perwede, perwede, perwerde. Ji bo wê em wek jin em pêwîstiyê bi perwedê dibînin”.

Sewsen da diyarkirin ku jinan ta niha mafên xwe negirtine dest, ji aliyê fîzîkî, bîrdozî  û ekonomî, ú ev hewldan û çalakî tev ji bo rizgarkirina jinan e û em ji wan re bidin diyarkirin ku em stun in ji bo wan”.

Weke ku tê payîn ev dewre wê mehekê dirêj bike ji dîroka vekirina wê ve. Ew endam wê perwerda xwe li ser cur be cur waneyan bibînin, jiyanî bîrdozî, felsefî girîngtirîn wane ev in( civaka xwezayî, şaristaniya navendî û dîroka dewletê, dîroka kurdistan, rastiya rêbertiyê û tevgera azadiyê, pkk, dîroka jin, jineolojî ,  zayendperestiya civakî,hev jiyan azad), li gel wê jî wê semîner bên dayîn.

Back to top button