ArşîvHevpeyvînNûçe

Fermandara YJA Starê Hêzil got: “Hevalên me bi nêzîkatiya ‘Divê em vî dijminê dest bi xwîn û faşîst li Zapê bişikînin’ bi biryar in. Me soz daye ku dilsozê mîrateya şehîdên xwe bin. Em ê dewleta Tirk li Zapê têk bibin.”

Fermandara YJA Starê Hêzil Ozgur êrişên dagirkeriyê yên li ser Zap û Avaşînê ku di roja 26’an de ye, û got.

Di destpêka axaftina xwe de gerîlayên li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe dan û şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî.

Fermandar Ozgur got, “Bêguman di êrişên par de xwestin zû bigihêje encamê, lê belê ji ber ku li Avaşînê têk çûn, ev armanca wan ji sala 2022’yan re ma. Li gorî plansaziya par, diyar bû ku wê îsal jî êriş bikin. Ji ber ku hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê desthilatdariya xwe li ser şer ava kiriye, me zanî bûn ku wê îsal êrişeke berfireh bike.”

Li ser amadekariyên gerîla yên ji êrişê re jî Hêzil Ozgur got, “Bi salane ji bo şerekî li Zapê amadekarî dihate kirin. Tunelên şer gelekî baş hatin amadekirin. Amadekarî hate kirin ku cografya bi kûrahî bê bikaranîn. Ya herî girîng jî di dil û mejî de amadekarî hate kirin ku bersiveke çawa ji dijmin re bê dayin. Lewma bi destpêkirina êrişa bejahî ya 17’ê Nîsanê re, her kesî bi berpirsyariya xwe bersiv da.”

Hêzil Ozgur destnîşan kir ku însiyatîfa şer di destê gerîla de ye û wiha dewam kir, “Bêguman şer bi hêsanî nayê meşandin, zehmetiyên xwe zêde ne, berdêl têne dayin. Li dijî teknîka herî pêşketî ya NATO’yê, em bi îradeya mirov şer dikin. Dijminê me jî namert e û bêexlaq e. Ti pîvanan nas nake. Fedakariya ku hevalên me li qada şer nîşan didin, çavkaniya rûmetê ye. Cihê hurmeteke mezin e. Hevalên me bi nêzîkatiya ‘Divê em vî dijminê dest bi xwîn û faşîst li Zapê bişikînin’ bi biyar in, ji ber ku bi girîngiya Zapê ya ji bo Kurdistanê zanin. Desthilatdarî û dewleta Tirk dijminê Kurdan e. Kurdên ku xiyanetê dike, serî li ber ditewîne ji bo bi kar bîne sax dihêle, Kurdên ku welatê xwe diparêze û dixwaze bi rengekî azad bijî, hewl dide wan tune bike. Em ew Kurd in ku dixwazin bi îradeya xwe ya azad li Kurdistana azad bijîn, ji bo vê têdikoşin û naxwazin kes me bi rê ve bibe. Rêberê me ji ber ku siyaseta dewleta Tirk a teslîmiyetê red dike, êşkence lê tê kirin. Em hêzê ji paradîgmaya Rêbertî werdigirin. Ji xwe kî bi felsefeya Rêber Apo tevdigere, ji bo dewleta Tirk ew dijmin e.”

Fermandara YJA Starê anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker hêzên xwe li hin deveran daniye û got, “Dema ku xwe nêzî deriyê tunelên şer dike, hevalên me lê didin, nikarin nêzî tunelên şer bibin. Ji bo hin deveran bi dest bixe, çekên kîmyawî bi kar tîne, teqemeniyên mezin bi kar tîne. Mîna par, niha jî li hember tunelên şer her roj gazên kîmyewî bi kar tîne, teqînan dike. Bû 26 roj, leşkerên wan li cihê xwe ku xwe lê danîne bi gavekê jî nikarin bi pêş ve biçin. Ji xwe nikarin gavekê jî biavêjin.”

Hêzil Ozgur diyar kir ku li hin deveran leşker di nava gerîla de mane û got, “Me dor li wan girtine. Di nava gerîla de mane. Ji her alî ve heval li wan didin. Helîkopterên wan ên Kobra ji ku radibin, çekên me hene; hevalên me yekser digihêjin wan û li wan didin, nahêlin leşkeran deynin. Dema ku tîmekî xwe li qadê datînin, kamera, kûçik, cîhazên sensorê û têlan li dorê digirin. Ji bo leşkerên wan karibin li wir bisekinin, lê em van tedbîran hemûyan pûç dikin. Heval êriş dikin, derbê lê didin; dikujin, birîndar dikin, malzemeyên wan radikin. Artêşa Tirk şaş bûye, nizane wê li ku derê çi bike. Rojane bombeyan li gelek qadan dibarîne.”

Fermandar Ozgur got, “Em li cografya xwe ne, em li welatê xwe ne, lê ew dagirker in. Li vir dilsozî û hevrêtiyeke rast heye. Ji aliyê bawerî û moralê ve bûne yek. Em vê hêzê jî ji îdeolojîk, Rêbertî, rêxistiniya xwe û gelê xwe yê berxwedêr werdigirin. Dema ku em gelê xwe li qadan di nava çalakiyan de dibînin em hêzê jê werdigirin. Me soz dane ku dilsozê mîrateya şehîdên xwe bin. Ev hemû, teknîk, êriş, leşkerên dijmin li ber çavê me biçûk dike. Ji bo em bi ser bikeve ji me re dibe motîvasyon.”

Hêzil Ozgur destnîşan kir ku gerîla bi her cûre çalakiyan li dagirkeran dixin û got, “Ji sûîqestê heta sabotajê, ji serdegirtinê heta bi çekên giran li dijmin tê xistin. Ji ber vê yekê dema ku dijmin hat, şoq bû. Ji wan re gotibûn, ‘Ew ê di şikeftan de bin, em ê li derdora wan xwe deynin û nehêlin ku jê derkevin’. Nizanî bûn ku me li qadê amadekarî kirine, çawa em bi cih bûne, hunera me heye ku çawa hatin yekser dest li wan werdin û lê bidin. Em naxwazin hin detayên leşkerî parve bikin.

Her devera ku leşker lê tên danîn di bin bombardûmana hevalên me de ne. Ne dikarin bi hêsanî leşkeran deynin, ne jî kobrayên wan dikarin bi hêsanî bigerin, ne jî leşker dikarin tevbigerin. Ji ber vê yekê li Zapê asê mane.”

Fermandar Hêzil Ozgur anî ziman ku gerîlayên YJA Starê jî bi tecrûbeyên ji sala derbasbûyî wergirtî, bi hunera şer, tevî ruhê 8’ê Adarê bi biryardariyeke mezin di asta pêşengiyê de li dagirkeran dikin.

Hêzil Ozgur herî dawî got, “Dema dawî hevalan Skorsky jî xistin. Ev ne tiştekî ji rêzê ye. Di destê me de teknîka NATO’yê nîne. Kobra nikarin dakevin. Derdora 400 leşker hatine kuştin. Em ê nehêlin ku welê li gorî dilê xwe li Zapê bi cih bibin. Dema bê, asta şer wê bilindtir bibe. Jiyaneke azad mafê gelê me ye. Lewma em xwe feda dikin. Çi pêwîst be em ê wê bikin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê dewleta Tirk li Zapê têk bibin. Em ê hêjayî şehîdên xwe bin.”

anha

Back to top button