ArşîvDaxuyanî

Zarokên Qamîşlo:”îxanetê li xewnên zarokan nekin”

Di encama zêdebûna êrîşên Tirkiyê li ser Kurdistanê û herêmên bakûr û rojhilatê Sûriyê de ku bû sedem gelek zarok bêne qetil kirin û birîndar bibin komîta zarokan meşek li darxist.

 îro çraşem 25/5/2022 an komîta zarokan a qada civakî meşk ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li ser heremên parastina mediya û Bakur û rojhilatê surî li darxisit.

Meş bi tevlîbûna bi dehan zarokên bajarê Qamîşlo pêkhat, bi hildan wêneyên serokatî, û pankartên ku li ser  na ji guhartina demgorafî re, na ji kuştina zarokan re, îxanetê li xewnaên zarokan ne kin, êrîşên we min dikujin, û wêneyên zarokên ku di encama şer de jiyana xwe ji dest dan rakiribû, û fîlêksek li ser hatibû nivîsandin em pêşeroja kurdistanê ne, xaka Kurdisatn3e biparêzin. Meş ji parka helepçe ya li taxa Kornîş destpêkir ta çarxeriya tîmsal bi xwendina daxuyaniyê ji aliyê Ebodî el cemîl ve hat xwendin bi dawî bû.

Daxuyaniyê weha destp3ekir: ”Di encama zêdebûna êrîşên Tirkiyê li ser Kurdistanê û herêmên bakûr û rojhilatê Sûriyê de gelek zarok hatine qetil kirin û birîndar bûne”.

Di berdewamiya daxuyaniyê de îşaret bir ser tecrîda li ser serokatî:”dîsa  teçrîda li ser Rêber Apo derveyê qanûnên mafê mirovahî ye.

bi giştî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk bi awayekî pir vekirî tê gotin û têne meşandin”.

Daxuyaniyê bal kişand ser siyaseta guhartina demografîk li herem3e dagirkirî û got: ” Serokê Dewleta Tirk a dagirker Receb Teyîb Erdogan bi amadebûna welatê xwe ji bo avakirina projeya gûhertina  demokrafîya welatê me, bicihkirina penaberan  li herêmên dagirkirî ragihand. wek( Efrîn, El-Bab, Cerablus, Girê Spî û Serê Kaniyê) ji bo rakirina çanda kurdî û zimanê dayikê û bicihkirina milyonek  mirovên kû ne ji van herêmanin. Ji ber ku ev siyaset metirsiyê li ser sivîlan, zarokan û welatiyên cihên herêmê çêdike û her wiha  pêşeroja zarokan dixe bin xeteriyê  û winda dike, arami û ewlehiya zarokan namîne”..

Daxuyaniya komîta zarokan ev kiryar şermezakirn” Em weke Komîteya Zarokan, siyaseta guhertina demografîk li herêmên dagirkirî şermezar dikin û van planên qirêj û êrîşkar ên ku binpêkirina zagon û peymanên navneteweyî ne, ji ber ku em bi metirsiyeke mezin a felaketekire rû û bi rûne”.

Dauyaniya zarokan dest nîşankir ku bi rêya siyasîkirina doza penaberan û bikaranîna wan  weke ku niha li Efrînê diqewimin qabul nakin.

Komîta zarokan bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafê microvan kirin ku  destwerdanê bikin dengê xwe bilind bikin ji bo rawestandina van êrîş û projeyên niştecihbûnê û peydakirina  çareseriya aloziya Sûriyê”.

Di dawiya daxuyaniya xwe de komîta zarokan got: Em wek zarokên bakûr û rojhilatê Sûriyê hevîdikin kû ev şer û qirkirina li ser me û welatê me bi dawi bibe. Her cureyên êrîşan şermezar dikin.

 

Back to top button