ArşîvDaxuyanî

Saziya malbatê șehîdan bi daxuyaniyekê êrîșên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê suriyê șermezar kirin

Saziya malbatên șehîdan di daxyaniya xwe de êrîșa ku duh hat kirin li gundê sêgirka șermezarkir û Bangek jı cîhana azad re u demokratîk a xwedî nirxên mirovahiyê

Îro 31/5/2022′ an saziya malbatên șehîdan daxuyaniyek da raya giștî

Daxuyanî li goristan șehîd Delîl Sarûxan hat dayîn û bi tevlîbûna hemî saziyan û rakirina alên saziya malbatên șehîdan daxuyanî  ji hêla endamên saziya malbatên șehîdan ve  șêrîn Ehmed , Ridwan îsa ve erebî û kurdî hat xwendin .

Di daxuyaniyê de ev hat diyar kirin ;

Daxuyanî bi navê malbatên şehîdan li Qamişlo

Bangek jı cîhana azad re u demokratîk a xwedî nirxên mirovahiyê a xwedî nirxên mirovahiyê ,

Bi navê malbatên şehîdan û her welatparêzkî bi rumet u her kesê ku ev 10 sal xebat dike ji bo azadiyê û rizgarkirina nirxên exlaqî heya ku ev erd bu mînaka yekîtîya gelan u miletan u yekîtîya çarenusê ji gelê kurd ,ereb,suryan ,asur u hemû pêkhatıye civakê ,bi vîne û baweriye em bi serketin û sîstema qirêj ye ku  hemberî me radbin ji bo em paş de vegerin me tek anî em bi serketin bi xulqandina mînakek pir xweş ji yekîtiye navbera hemu çandan de.

Ev bu sedema armanckirina erdogan ser me û xewna wan  di desthilatdariyê de geş kir.

Tişta ku toraniya nû pêve radibe jı milê partiya edaletê  ve û partiya şovînîste neteweyî dijî herême me ev hemu dıjî nirxên mirovahiyê û exlaqê ye , erdogan ku jiyan kiriye û jıyan dike ser şeran u dagirkirinan ji bo jı pirsgirêka xwe ya siyasî û aborî civakî xelas bib û şer buye çareseriya yekane.

Armance erdogan a dagirkerî pir xuyaye jı hemu civakan re û hincetan çêdike ji bo demên bihurî vegerîne  ser hesabê çand û azadiya gelê vê herêmê.

Tişta ku erdogan pêve radibe dijî herêmên me ev dibe tehdîd li ser aştiya hemu cîhanê û rê  vedike ku DAIŞ dîsa vegere û tevlî hevian belav bike ,miletê me pir bawere ku tirkiye zeyîfe û

şerê me dike bi xêra nato û piştgiriya ewropayê jê re û ew dibin şirîkê wan di kuştina gelê me û qetliama de , em wekî gelê vê herêmê bi hemu pêkhatiye xwe para me ye ku em piştgirtiya hêzên meyên leşgerî bikin û berxwedan bikin ji bo xwîna şehîdên meyî pîroz vala neçe ,em jı cîhanê re ısbat bıkın carek dın ku me çawa DAIŞ têk anî dı kûbanê de sala 2014 em karın carek dın berxwe bıdın dıvê qonaxa hesas de.

Em bı hêvî ne ku hemû gelê me li hemu herêmên cıhanê piştgirtiya ROJ AVA bikin û sucên erdogan der heqê gelê me de bidin xuyanî kirin, gereke zext were kırın lı erdogan heya ku va êrışên xwe bıde sekınandın û va karên qırêj dıjı me bıde sekınandın  bı van belafırên bê belefırokvan a ku jıxwere kırıye karekî rojane wekî ku doh kır lı Qamışlo û rojane dıke lı gunden kubanê û tıl temır û ên ıssa.

Cîhan bıxwaze yan nexwaze em erda bav u kalê xwe bernadın û emê berxwe bıdın û şehîd bıkevın jı bo em bı serkevın dıjı van dujmına û ev axa pîroz axa meye.

Mırın jı faşızmê re

Serkeftın jı berxwedanıya gelê me re

Bıjı yekıtıya gelê herêma me dıjı toronıya

Meclısa malbatên şehıdan lı Qamışlo  31,5,2022

Back to top button