Arşîv

Navenda Weqfeya Jinên Rewşenbîr hate vekirin

Li bajarê Qamişlo, navenda Weqfeya Jinên Rewşenbîr bi merasîmekê hate vekirin.

Bi amadebûna endamên tevger û desteyên çand û hunerê yên Cizîr, Firat û Minbiêc, endamên Kongreya Star û bi dehan şêniyên bajêr, yekemîn navenda Weqfeya Jinên Rewşenbîr li taxa Kornêş a bajarê Qamişlo hate vekirin.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid axivî û li ser girîngiya vekirina navendên çandî yên taybet bi jinan rawestiya. Bêrîvan Xalid got, “Armanc ji vekirina navendê ew e ji bo ku jinên Kurd çand xwe ya resen zindî bikin û ji hewldanên asîmîlekkirinê biparêzin. Li welatê me jin çand û hunera resen diparêzin û di avakirina nifşên pêşerojê ku karibin xwedî li çanda xwe derkevin de roleke mezin dileyzin.”

Bêrîvan Xalid, diyara kir ku navend dê bibe minara hemû jinên rewşenbîr ên ji hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê ye.

Rêvebera Weqfeya Jinên Rewşenbîr Ahîn Mihemed jî vekirina navendê li hemû jinan pîroz kir û got ku jin li Bakurê Sûriyê di her qadan de, siyasî, leşkerî, aborî pêşengtiyê dike û ji hemû jinên Rojhilata Navîn re bûne mînak.

Piştî axaftinan, koma Alanya ya girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn stranên şoreşgerî û filklorî gotin.

Navend ji aliyê Rêvebera weqfeyê Ahîn Mihemed ve hate vikrin.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27