ArşîvTenderûstî

“Tenduristî tacek li ser serê saxlem e ku tenê nexweş dikarin bibînin”

Tenduristî bi hevsengkirina aliyên derûnî, derûnî, giyanî û bedenî ye û ji bo ku mirov bigihîje tenduristiya îdeal divê van aliyan bi hevûdu re bike yek.

Mirovê saxlem ew e ku hest bi ewlekariya laş û laşê xwe dike, lê di warê civakî de xwediyê nêrîneke realîst li cîhanê meyzedike ye, û bi endamên civakê re baş mijûl dibe, û yek ji girîngtirîn mijarên tenduristiyê tenduristiya civakê ye. yek ji bingehên herî girîng e ku divê civak li ser rawestin ji bo ku di hemû waran de tevkariyê li avakirin û pêşxistina civakê bikin.Civakek ber bi paşveçûn nikare li ser lingan bisekine û di warê civakî û çandî de pêş bikeve, ji ber ku mejiyê saxlem her dem di saxlemiy bedenê  de ye.”

Li ser bingeha prensîba “hişê saxlem di laşek saxlem de”,komîta tendûrîsti nêzî du salê hatiyè avakirin. komîte di asta bakur û rojhilatè suryê xwe rêxistin dike. hedef û armancên komîte xwe di nava civakê de rêxistinkirin û civakek bi tendûrist avakirine. komîte di her komîn, gund, nehiyê, bajar û kantonan de xebatên tenduristî di nava civakê de rexistin kirine. ji bo civakek bi tendûrist di nava civakê de kes bikarib bibe doktorê xwe. bê ku pêwîstî bi nexweşxane, doktor, derman bibîne her kesek ji aliyê nefsî, xwerin û vexwerin, paqijì û  tiba xwezayî xwe bi xwe doktoriya xwe bike. em di komîn, gund, sazî û dazgehên heyî de mijarên wek : naskirina biyolojiya insan(mirov çiqas laşê xwe nas bike mirov dikare awqas parastin ji bike), paqijî ú xwerinên bi tendûrist (pêwistî pê heye ku em xwe ji xwerinên zeyti, duhn, şekira zêde, xweya zêde û hwd. biparêzin) fêkî, şinkahî, vexwerina av û esirên xwezayî. her wiha ji bo bedenek bi tendûrist pêwîste herî kêm rojê setek riyada(spor) nefsi û riyada laş were kirin riyada pir giring û jiyanî ye. her wiha di civaka me de emeliyatên qeyserì di astek pir jor daye ev jì dihêle ku jin ji aliyê fizikî û derûnî de nexweşiyên ku pêşya neye girtin derkeve pêş. (him daîìk him zarok zererek mezin jiyan dike.) mijarên wek, gringiya şîrè dayîk, zerera zewacên temenê biçuk, şaş bikaranìna teknik û internet, gringiya paqijiya derdor û paqijiya kesî û hwd. Ev mijarên  serke ne. hedefa ewe ku civakê di van mijaran de agahdarbikin.  Hemwext jî hedef  di nava civakê de lêkolìnên tendûristì û li gor lêkolînan peydakirina riyên çareseriyê ye.  her wiha avakirin û perwerde kirina grubên jinên ciwan.

ev komîte niha xwe li hemû kantonan rêxistin dike. li kantona Kobanê ev sê (3) mehe komita tenduristi hatiye rexistinkirin û kar xabetên xwe li ser bingaha hedefên komîte dide meşandin.

 

Komita Tenduristi Kongra Star Kantona Kobanê.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27